Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mitînga 1ê Gulanê li Stenbolê, li Maltepeyê çêbû. Mitîng bi gotina stranan bi dawî bû.
Beşdarên mitîngê ber saet li derdora 12.00ê ji du hêlan ve ber bi qadê dest bi meşê kirin. Kesên ku gihiştin qadê, li vir dest bi govend û dîlanê kirin û li bende beşdarên din man.
Rojnamegerên li Derve, Partiya Demokratîk a Gelan, Halkevlerî, Partiya Gel a Komarî, Adana Demir Spor, Sendîkaya Lîstikvanan, Meclîsa NAyê ya Uskudarê, Hava-Sen, Partiya Demokrasiya Pirhejmar, DİSK, KESK, TMOOB, Komeleya Piştgirî û Alîkariya Civakî ya bi kesên ku ji ber temen nikarin teqawid bibin, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê, Sine-Sen, BDSP, DİSK Emekli-Sen, Hîsarustu Gençlîk, Egitim-Sen, Platforma Orduyiyên Demokrat, Partiya Kedê, Odeya Bijîşkan a Stenbolê, Yekîtiya Bijîşkên Tirkan, CHP, Sosyal-İş, Devrimci Yapi-İş, Gida-İş, Feminîst, LGBTI, Partiya Sosyalîstên Bindest, Misilmanên Antîkapîtalîst, Komeleya Mafên Mirovan, Cam Seramik-İş, şaredarê Kadikoy, Maltepe û Kartalê jî di nav de gelek kesayet û sazî beşdarî li mitîngê kirin.
Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê, Sezgîn Tanrikulu, Gulay Yedekçî, Gursel Tekîn, Alî Şeker, Ûmût Oran parlamenterên CHPyê, Gulîstan Kiliç Hevseroka Giştî ya HDKyê, hunermend Rûtkay Azîz, Genco Erkal, Hevserokên Giştî yên Halkevleriyê Oya Ersoy û Nûrî Gunay, Seroka Giştî ya Emepê Selma Gurkan, Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Navendî Levent Tuzel, Arzû Çerkezoglû Sekretera Giştî ya DİSKÊ, Nacî Sonmez Hevberdevkê Partiya Keskan û Dahatûya Çepê, Mehmet Bozgeyîk Hevserokê Giştî yê KESKÊ, Lezgîn Botan Parlamenterê HDPyê, Raşît Tukel Serokê berê yê TTByê, Serpîl Kemalbay Hevseroka berê ya HDPyê jî di nav de gelek kesan li ciyê ku ji wan re hatiye veqetandin rûniştin û beşdarî programa mitîngê bûn.
Saet 13.30 deqîqeyan de bernameya mitîngê bi rêzgirtina ji bo kesên 1ê Gulanê sala 1877ê, 1989ê û 1996ê, kesên di dema qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê de û di dema qetlîama Pirsûsê de mirine dest pê kir.
Piştî wê Koroya DİSKê derket ser dikê û stranên xwe gotin.
Li ser dika li qadê pankartên “Bijî Yekê Gulanê” bi Tirkî û Kurdî hatin daliqandin. Li ekrana li ser dikê nivîsa “1ê Gulanê” bi 7 zimanan hatiye nivîsandin.
Wezifedarên mitîngê, êlekên ku li ser wan “Em ê rojên xweş bijîn” hatine nivîsandin li xwe dikin.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkan (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Bijîşkan (TTB) 10ê Nîsanê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku, ji bo 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin wan serî li Walîtiya Stenbolê daye, lê piştî biryara neyênî hatiye ji bo mitîngê biryara Maltepeyê daye.
Li ser navê DÎSKê Arzû Çerkezoglû, li ser navê KESKê Mehmet Bozgeyîk, li ser navê TMOOBê Emîn Koramaz û li ser navê TTByê jî Raşît Tukel axivî. Her weha hunermend Genco Erkalî helbestên Nazim Hîkmet Ranî xwendin. Dîsa hunermend Rûtkay Azîzî jî helbesta Yannîs Rîtsosî ya bi navê “Aştî” xwend.
Disa hunermend Rewşan Çelîker, Farûk Demîr û Erdal Guneyî stran gotin.
Xwendekarên girtî yên Zanîngeha Bogazîçiyê name ji bo mitîngê şandibûn û ev name hate xwendin.
Piştî wê jî metna hevpar hate xwendin. Metna Tirkî ji hêla Kenan Gungordu karkerê ku ji Şaredariya Zeytînbûrnûyê ji kar hatibû avêtin û Nûray Şîmşek endama KESKê ya ku di encama KHKyê de ji kar hatibû avêtin xwendin. Kurdiya wê jî Hevîn Kiray rêvebera HDPyê ya rêxistina Stenbolê xwend.
Metna hevbeş bi Kurdî û Tirkî hate xwendin
“Em di rojên ne ewle û tarî de derbas dibin. Ne tenê ewlekariya kar, ewlekariya dahatûya me jî ji holê rakirine. Yên ku îro karê xwedîkar in ti demana wan nîne ku wê sibê jî karê xwe bidomînin. Heke ku karê wan hebe jî mixalif bin, ti misogeriya wan nîne ku bên desteserkirin an jî girtin. Em neçarin ku ne tenê ji bo ewlekariya karî, di heman demê de divê ji bo azadiya xwe jî têbikoşin.
“Li sermayedaran binêrin, dibêjin ku ‘ka hûn li dereke dibînin ku grêv lê çêdibe, em bi Rewşa Awarteyê re tevan asteng dikin’. Yên ku van tiştan dibêjin, ew li xwe mikur tên ku bêyî rewşa awarte nikarin tenê bi du rojan jî welêt bi rê ve bibin. Ji ber vê ye ku ev welêt ne bi destûran lê bi fermanên li koşkê tên îlankirin bi rê ve dibin. Ji bo ku desthilata xwe winda nekin, pêdiviya wan bi sîstema fişarê heye. Ji bo ku me karkeran bikin koleyên ber deriyan, pêdiviya wan bi rewşa awarte heye. Ji xwe de pratîkê de ewlekariya me ya kar hatiye tunekirin, ji bo ku vî tiştî mayinde bikin, pêdiviya wan bi rewşa awarte heye, da ku her tiştî li gor xwe bi rê ve bibin.
“Ji bona keda xwe, azadiya xwe, ji bona rûmeta xwe ne dema ku em winda bikin, ne jî sebra me maye. Ji bilî têkoşînê tu rêke din a me derxe ronahiyê nîne.”
Herî dawî Yasemîn Goksu derket ser dikê û stranên xwe gotin. (TP/BK/AS/FD)