Ji ber 1ê Gulanê Cejna Karkeran rêyên ku derdikevin Qada Taksîmê ji çûn û hatina wesayitan re hatine girtin.
Kolana Îstîklalê jî ji çûn û hatina rêwiyan re hatiye girtin. Li serê hemû sikakên ku derdikevin ser Kolana Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatine girtin.
* Fotograf: Berk Özkan - AA / Stenbol
Qada Taksîmê bi bariyeran ve hatiye dorpêçkirin û rojnameger jî tê de polîs destûrê nade tu kesî ku bikeve Qadê. Polîs her weha li derdorê nasnameyan kontrol dikin.
* Fotograf: Çiçek Tahaoğlu - bianet
Fotograf: Pınar Tarcan - bianet
Pîrozkirina 1ê Gulanê ji sala 2013ê û vir li Qada Taksîmê qedexe ye.
Bixwîne - Dîroka 1ê Gulanê û çend stranên Kurdî yên 1ê Gulanê
Ji bo çûna Îstîklalê polîs “dokumena erkdarkirinê” dixwazin
Polîsên ku li hêla Qada Tunelê disekinin, ji kesên ku dixwazin biçin Kolana Îstîklalê, “dokumena erkdarkirinê” dipirsin. Polîs, ji welatiyan dipirsin bê kargeha wan ji wan re dokumena ku wê karibin 1ê Gulanê kar bikin an na?
Kesên karibin dokumanekê nîşan bidin û polîsan bidin bawerkirin ku wê biçe karê xwe, piştî polîs li ser wan digerin dikarin bikevin Kolana Îstîklalê.
Destûra HAKSENê hat dayin
Fotograf: Pınar Tarcan - bianet
Konfederasyona Sendîkayên Mafan a Karmendan saet 10.30ê destûr stand ku derkeve Qada Taksîmê.
Serokê HAKSENê Ayhan Çîviyî li ber Biryardeya Cûmhûriyetê ya li Qada Taksîmê axivî û got, “kesên ku bi siyasetê re mijûl dibin bila biçin partiyên siyasî” û sendîkayên din rexne kir.
* Fotograf: Pınar Tarcan - bianet
Tûrîst bi baholên xwe li xalên kontrolê tên sekinandin
* Fotograf: Muhammed Enes Yıldırım - AA / Stenbol
Tûrîst jî zehmetiyan dikişînin, ji bo çûna Kolana Îstîklalê. Li Kolana Siraselvîlerî ji bo tûrîst biçin hotelên xwe polîs bariyeran vedikin, lê li hêla Qada Tunelê tûrîst bi baholên xwe demeke dirêj hatin sekinanin. (ÇT/FD)