Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja 25em de (24ê Adarê) berdewam dikin.
Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragihandiye ku îro baregehên Fîrqeya 7an di du demên cuda de bûne armanca mûşekan.
Li gorî daxuyaniyê îro saet 01:50î bi 5 mûşekan êrişî baregeha fîrqeyê hatiye kirin. Her wiha saet 02:50î jî careke din êrişî nêzîkî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.

Navê 6 Pêşmergeyên ku di êrişê de mirine ev in:
Rêber Abdullah, Zekri Bexşeşî, Ramin Adil, Şehab Bexşeşî, Keywan Muzaffer, Piştîwan Mela Musa.

Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar
Li gorî nûçeya Rûdawê Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kiriye û tê de weha gotiye:
"Îro serê sibehê di du êrişên cuda de, baregeha Fîrqeya 7an a Peyade ya Herêma 1ê û hêzeke Fîrqeya 5an a Peyade ya Hêza Pêşmergeyan a li sînorê Soranê bûn armanca êrişan. Ev êriş bi kiryareke dijminane, bi xedr û xiyanet û dûrî hemû pîvanên mirovahî û cîrantiyê, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê hatin kirin. Wezaretê eşkere kir ku di encama van êrişan de "6 Pêşmergeyên qehreman şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne."
Hemû mafê me heye ku em bersivê bidin her destdirêjiya li ser gelê xwe û axa xwe. Me ti carî hêvî nedikir ku bi vî rengî bersiva helwesta aştîxwaz a Herêma Kurdistanê bê dayîn lê temenê xedr û zilmê kurt e û dê vîna aştiyê bi ser bikeve."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da.

Li İraqê balafireke sotemeniyê ya DYAyê ket
Mesrûr Barzanî: Em dê hemû tedbîran wergirin

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de êrişa Îranê wekî kiryareke "dijminane û xiyanetkar" bi nav kir û wiha got:
“Ez êrişa dijminane û xiyanetkar a şeva borî ya li ser baregehên Pêşmergeyan bi tundî şermezar dikim ku di encamê de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn. Ez sersaxiyê didim malbatên serbilind ên şehîdan û daxwaza başbûna bilez ji bo birîndaran dikim. Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê hemû tedbîran wergirin. Ez bangî hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikim ku sînorekî ji bo van êrişên li ser Herêma Kurdistanê deynin."
Nêçîrvan Barzanî: Ev destdirêjiyeke dijminkarane ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vê êrişa Îranê daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku di encama êrişê de hinek Pêşmergeyên qehreman şehîd ketine û birîndar bûne û got:
"Em sersaxiyê ji malbat û xizmên serbilind ên şehîdan re dixwazin û hevparên xema wan in. Her wiha em ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya bilez dikin. Em pêbendî siyaseta tevlînebûn û dûrketina ji nakokiyan in. Em bi ti awayî li ser asayîşa welatên cîran ne gef in. Loma ev êriş, li ser serweriya welêt destdirêjiyeke dijminkarane ya rasterast e. Ti hinceta vê êrişê nîne û bi temamî beravajiyê prensîbên cîrantiya baş e."
"Em ji Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka navneteweyî dixwazin ku hewlên xwe zêdetir bikin. Divê rê li ber dubarebûna van destdirêjiyan were girtin û serweriya axa Îraq û Herêma Kurdistanê were parastin."
Tuncer Bakirhan: Dilê me li Hewlêrê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.
Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrîşek li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan hate kirin. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ji bo Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim; ji gelê Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan…
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) March 24, 2026
Tuncer Bakirhan êriş bi tundî şermezar kir û got:
"Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrişek li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan hat kirin. Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim. Ez ji Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye re rehma Xwedê dixwazim. Ji gelê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Her wiha ez ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza şifayê dikim."
"Ev êriş beşek ji planeke berfireh e ku armanca wê ew e erdnîgariya Kurdistanê bikişîne nav şerekî herêmî. Li dijî van êrişên qirêj helwesta me hem ji aliyê mirovî hem jî ji aliyê siyasî ve pêwîstiyek e. Em qebûl nakin ku Kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî. Li hemberî van êrişan em dê bi hev re bisekinin û têkoşîna xwe ya hevpar bi biryardarî bidomînin. Dilê me li Hewlêrê ye, em li gel xwişk û birayên xwe ne û em dê her tim li kêleka wan bin."
Piraniya êrişan li dijî Hewlêrê pêk hatine
Li gorî Rûdawê ji wan mûşek û dronên ku di 24 saetên borî de avêtina Herêma Kurdistanê, 20 ji wan li Hewlêrê ketine û 5ên din jî li bajarê Silêmaniyê ketine.

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin
Yek ji wan êrişan bi 6 mûşekan li dijî hêzeke Fermandariya Herêma 1ê ya Hêzên Pêşmergeyan pêk hat. Ev êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê çêbû.
Hûrgiliyên êrişan
Hûrgiliyên êrişên 24 demjimêrên borî bi vî rengî ne:
Derdora demjimêr 03:00yê berbanga îro, bi 6 mûşekan hêzeke Pêşmergeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê hat bombebarankirin. Derdora demjimêr 03:00yê berbanga îro, dronek li asmanê Hewlêrê hat têkbirin û ket xwarê.
Saet nêzîkî 12:00yê şeva Duşemê, 5 dron li asmanê Hewlêrê piştî ku hatin têkbirin ketin xwarê. Paşmayên piraniya wan li taxên Sêbîran, Gird Cotyar û gundê Gezneyê ketin. Saet 11:00yê şeva Duşemê, dronek li asmanê Hewlêrê hat têkbirin.
Her weha di saet 08:00yê şeva Duşemê de 2 dron li asmanê Hewlêrê hatin têkbirin û paşmayên wan li taxên bajêr ketin.
Kampa penaberan jî bombebaran kirin
Şeva Duşemê, dronek li bilindahiyên Kesnezanê ya Hewlêrê ket xwarê.
Berpirsekî ewlehiyê ji Rûdawê re gotiye ku, "Dron li cihekî ketiye ku kes lê nebûye û ti zererên canî çênebûne."

Bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kirin
Şeva duşemê, bi dronekê kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Girdeçalê ya li nêzîkî bajarê Hewlêrê hat bombebarankirin. Şeva Duşemê dronek li asmanê Soranê hat xistin.
Roja duşemê derdora saet 05:30î sibehê, dronek piştî ku ji aliyê hêzên parastinê ve hat têkbirin, ket ser malekê ya li taxeke Hewlêrê û ji ber vê yekê agir bi malê ket. Êvara Duşemê, dronek li Dola Alaneyê ya li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê ket xwarê.
Şeva Duşemê bi dronê kampa malbatên Pêşmergeyên yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin. Êvara Duşemê li gundekî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ya li parêzgeha Silêmaniyê 4 dron ketin xwarê.

Îranê li Hewlêrê êrişî baregeha PAKê kir
Êrişî Konsulxaneya Amerîkayê jî kirin
Doh bi şev, ji xeynî êrişa li ser wê deverê, çend dron ber bi Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û balafirgehê ve hatin şandin. Ew dron ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin têkbirin.
Zêdetirî 400 dron û mûşek avêtine
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 400 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin. Hinek ji van êrişan rasterast li ser hêzên Pêşmergeyan bûn.
Ji xeynî êrişa îro, ji ber êrişên berê li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest daye.
Yek ji wan karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû. 6 ji wan Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yek jî leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, RojNews

