Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja 19em de (18ê Adarê) berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Îro di navbera saet 09:00 û 11:00an de li Hewlêrê gelek teqîn hatin tomarkirin.
Hatiye diyarkirin ku ev teqîn ji ber êrişên dronan bûne û sîstema parastina mûşekan ew dron têk şikandin e.

Li İraqê balafireke sotemeniyê ya DYAyê ket
Her weha dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê sîstemên parastinê ve hatine xistin.
Heta niha derbarê êrişan de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Li gorî daneyên ku Rûdawê kom kirine, di nava 24 demjimêrên dawî de zêdetirî 10 dronan ber bi herêma Hewlêrê û zêdetirî 5 dronan jî ber bi herêma Silêmaniyê ve hatine avêtin.

Îran: Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî Elî Larîcanî hat kuştin
Êrişên li Herêma Kurdistanê
Li gorî daneyan ji 28ê Sibatê ve bi giştî 352 bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ji van êrişan 290 li ser Hewlêr û derdora wê, 55 li ser Silêmanî û derdora wê bûn.
Her wiha di destpêka şer de 5 dronan parêzgeha Dihokê û 2 dronan jî Helebce kiribûn hedef. Ji 28ê Sibatê ve di van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.


