Konseya Parastinê ya Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar û ragihand ku eger hêz derbasî nav Îranê bibin, ew dê hemû saziyan bikin hedef.
Li gorî nûçeya Rûdawê Konseya Parastinê ya Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de rasterast xitabî Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em ji dost û birayên li Herêma Kurdistanê re radigihînin ku heta niha tenê baregehên Amerîka, Îsraîl û komên cudaxwaz ên li herêmê hatine armancgirtin."
Konseya Parastina Îranê hişyariyeke tund da û wiha berdewam kir:
"Lê eger ew kom derbasî nav sînorên Îranê bibin, dê hemû saziyên Herêma Kurdistanê werin armancgirtin."
Nûnerê Rêberê Îranê yê di Konseya Parastina Welêt de Elî Ekber Ehmediyan hişyariyeke tund da Herêma Kurdistanê.
Elî Ekber Ehmediyan îro peyamek arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Ehmediyan diyar kir ku wan heta niha tenê baregehên Amerîka, Îsraîl û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirine hedef.
"Em dê hemû saziyan bikin hedef"
Ehmediyan gef xwar û got:
"Lê eger ew kom (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) derbasî nav sînorên Îranê bibin, dê hemû saziyên Herêma Kurdistanê werin armancgirtin."
Ehmediyan destnîşan kir ku hemû fermandarên hêzên çekdar bicihanîna stratejî û bernameya parastinê ya curbicur û nehevseng didomînin û ew dê her çavkaniya gefê ya li ser Îranê bikin hedef.
Wî got ku rêdayîna bi derbasbûna endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê tê wateya "piştgiriya tam" a Herêma Kurdistanê ya ji bo wan û berdewam kir:
"Wê demê dê bi awayekî berfireh saziyên wan werin armancgirtin û dawî li pêwendiyên dostane û piştevaniya Komara Îslamî ya di rojên dijwar de ya ji bo Herêma Kurdistanê tê."

