Bi dronên xwekuj navenda navçeya Soran ya ser bi îdareya serbixwe ya Soranê hate bombebarankirin. Her wiha rejîma Îranê dubare êrişî Kampa Surdaş ku Baregeha Partiya Komela Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê bi dronên xwekuj cihê şûştinê ya Karwan Sera li taxa Westa Receb a navenda navçeya Soranê hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dubare êrişî Kampa Surdaş ku Baregeha Partiya Komela Zehmetkêşan ya Kurdistanê û malbatên penaber yên ji Rojhilatê Kurdistanê lê diminin, hatiye kirin. Kampa Sûrdeşt ser bi Parêzgeha Silêmaniyê ye.

ROJA 6EM A ÊRİŞÊN DYA-ÎSRAÎLÊ ÊN Lİ DİJÎ ÎRANÊ
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Tehran û Beyrûtê
Hate ragihandin ku bi du dronên xwekuj êriş pêk hatiye, ti ziyanên canî pêk nehatine.
Her wiha bi dronên xwekuj êrişek li ser bîrên petrolê ya Amerîka li devera Meyrokê ya Herêma Çiyayê Garê hatiye kirin.
Çavkaniyan piştrast kir ku du carî êrişî bîrên petrolê hatiye kirin. Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsil ve hatiye şandin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji saetên êvarî ve bê navber êrişî gelek navendên Başûrê Kurdistanê tê kirin. Rejîma Îranê ji êvarî ve êrişî Koye, bajarokê Rizgarî ya ser bi Hewlêr û Lûtkeya Çiyayê Berfî Mîrî ya Helebceyê kir û di van êrişan de kesek birîndar bûye.
Li gorî nûçeya Rûdawê Çiyayê Korekê bi 2 dronan hat armanckirin pê re 2 dengên bihêz hatin bihîstin.
Çavkaniyekî ji Asayîşa Xelîfanê ji Rûdawê re ragihand ku bi du dronan êrişek hatiye kirin û dron li bilindahiyên Çiyayê Korekê ketine xwarê.
Her weha li gorî Rûdawê berpirsekî ewlehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, derengiya şeva pêncşemê bi du dronan êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li parêzgeha Dihokê hate kirin ku ji aliyê kompanyaya HKN Energy ya Amerîkî ve tê birêvebirin.
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li xwe girt
Komeke çekdar a kêm naskirî ya bi navê Berxwedana Îslamî - Eshabulkehf (Ketayibên Hawara Qudsê) diyar kir ku, wan bi dronan êrişî "berjewendiyên Amerîkayê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê" kiriye.
Di daxuyaniyekê de ku îşev hatiye belavkirin, wê komê got:
"Wekî tolhildanekê ji bo xwîna Îmam Xamineyî yê şehîdê netewe û rêberê me, me berjewendiyên Amerîkaya dijmin û kirêgirtiyên wan li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê yên li bakurê Îraqê kirin armanc."
Li gorî daxuyaniya wê koma çekdar, êriş roja pêncşemê hatiye kirin û tê de "du dron" hatine bikaranîn.
Çavkanî: Rudaw, Ajansa Welat, Rojnews
(AY)

