D.K. li Nisêbînê bi îşkenceyê hatibû desteserkirin û dermankirina wî hê bi dawî nebûbû ew girtin û şandin girtîgehê. D.K. dîsa birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê a Fakulteya Tibê a Zanîngeha Dîcleyê.
Ciwanê bi navê D.K. di çalakiya 20ê Kanûna Paşîn ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya li dijî êrişên ser Rojava de bi îşkenceyê hatibû desteserkirin. Hê dermankirina wî bi dawî nebûbû ew girtin şandin girtîgehê. Lêbelê rêvebiriya Girtîgeha Amedê ji ber ku xetere li ser rewşa tenduristiya D.K. hebû, qebûl nekir ku li wir bê ragirtin û diyar kir ku divê sewqî nexweşxaneyê bê kirin. D.K. li ser vê yekê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê xetereya ku xwîn birije ser mêjiyê D.K. didome. Ji ber vê yekê li beşa girtiyan a nexweşxaneyê tê dermankirin.
(AB/AY)
