“Çarşema Serê Nîsanê -Gul û çîçek hatine meydanê - Tawisî Melek reyîsê îmanê.
- Çarşema Serê Nîsanê - Şêx Hadî şexalê Şemsa xweste dîwanê - Xwedê berê xwe da Êzîdxanê - Li ser me dibe ferza îmanê- Ew ê eyda Kurdistanê."

Bila Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz be
Cejna Çarşema Sor yek ji cejnên herî kevnar a gelê Kurd û baweriya Êzdatî ye. Bi hezaran salan e ku civaka Êzidî vê rojê pîroz dikin. Lê belê bi demê re li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî di nav civaka Xirstiyanan de ev cejn wekî ku aydê wan be bi hin guherînan pîroz kirine. Rastiyeke heye niha di gelek civak û baweriyan de ev cejn, bi nav, rîtûal û watên cûda tê pîroz kirin. Lê ev jî heye ku Çarşema Sor yek ji baweriya kevnara a gelê Arî ye û bi hezaran salan e ku ji aliyê civaka Kurdên Êzidî gihaştiye roja me ya îro.
Bi boneya Cejna Çarşema Sor akademîsyen Dr. Xelîl Xaltî li ser dergetina holê ya Çarşema Sor, girîngî û wateya wê ji bianetê re axivî.

Akademîsyen Xaltî di despêkê de li ser wateya peyvê rawestiya û ev tişt got:
“Ҫarșemba-Sor peyvek kurdî ye û ev ji 3 peyvan pêk te, “ҫar, șem û sor". Bi hevra ev peyv tê wateya roja ҫarê ji hefteyê ya sor/pîroz, ango Çarșema-Sor. Ҫarșemba-Sor wek cejna Tawisî-Melek, Ҫarșemba serê Nîsanê ango cejna Sersalê tê pîrozkirin. Ne tenê wek roja cejnê, roja Ҫarșemê di heman demê de jî roja netewî ya betlane a miletê Kurd e û heta roja îroyîn jî xwedî vê watê ye, li ba Êzdiyan. Ev roj, bi rêҫa baweriyê, mîtolojî û dîroka Kurdan bi Kurdan dide jiyîn. Ji bona Xaҫparêzan roja “Yekșemê“ û ji bona Mislimana roja “Înê“ çi be, ji bona Kurdên ku li ser “esil, ҫand, dîn û dîrok" a xwe, “Ҫarșem" jî tam ev e. Nimûne: “Qewl/Beyt ya Ҫarșembê/Ҫarșembuyê" girîngî û mejuyê vê rojê/cejnê îspat dike. Bi hêsanî dikare bê dîtin, ku ev fîlosofî û mîtolojiya Êzdiyatiyê șûnwar, kevneșop, mejû, dîrok, erdnîgarî, ҫand û zimanê Kurdî pîroz dibîne û diparêze, ta roja îroyîn.“
Cejna herî kevnar a Kurdan
Bi berdewamî Xelîl Xaltî diyar kir ku Ҫarșemba-Sor, dîrok û baweriya Kurdan dighîne hevdû û wiha got:
“Ji hêla dîrokî/mîtolojiyê ve Ҫarșemba-Sor digihije durustbûna dinyayê û jiyanê, ji hêla baweriyê ve jî ev bi karê Milyaketan û bi taybetî jî bi yê Tawisî-melek ve tê girêdan. Bi ya min, ev cejna ango “Ҫarșema-Sor“ dikare wek cejna herî kefnar û girîng ya Kurda bê binavkirin. Ji xwe, hindek texmîn hene, ku “Newroz û Ҫarșemba-Sor" di kok de yek in, ango Newroz șiklekî nûtirîn yê cejna “Ҫarșemba-Sor" e. Lê, divê zanista objektîv vê têxmînê wek pirs bișopîne û zelal bike."
Derbarê Çarşema Sor de
Çarşema Sor an ku cejna serê sala kurdên êzidî ye. Yek ji wan ahengên salane ye ku kurdên êzidî roja çarşema sêyem a nîsanê pîroz dikin. Wê rojê êzidî ji herêmên cuda diçin serdana tirbe û cihên xwe yên pîroz.
Êvara roja sêşemê kurdên êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn merasîman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Piştî ku wê rojê merasîmên olî bi dawî dibe, xelk vedigerin malên xwe û piştre serdana hev bikin. Xwarinên taybet çêdikin û wê rojê êzidî kulîlkan datînin ser serê xwe.
Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan pîrozbahiyan e.
Kurdên êzidî di Çarşema Sor de nanê bidohn û bikuncî amade dikin û didin kesên xizan.
Kurdên êzidî di meha Nîsanê de xwedî taybetmendiyên xwe ne û di vê mehê de ti merasîmên bûkanînê lidar nexin. Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên êzidî bûka salê ye.
Kurdên êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên êzidî hene û êvara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin.
(RB/AY)





