ÇHD: Ji bo NATOyê jiyanê li mirovan dikin zîndan
Di operasyonên ku pêş Lûtkeya NATOyê pêk hat de 225 kes hatibûn desteserkirin, ji wan 103 kes hatin girtin û 26 kes jî bi biryara zindanîkirina li malê serbest bûn.
Walîtiya Enqereyê di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de biryarên qedexeyê girtibûn. Piştî vê biryarê, tîmên polîsan di dîrokên 23 û 24ê Hezîranê de bi ser gelek navnîşanan de girtin. Di van operasyonan de bi giştî 225 kesên ku hat ragihandin di nav sazî û rêxistinên cuda yên polîtîk û civakî de dixebitin, hatin desteserkirin.
Rojnameger û parêzvana mafên LGBTÎ+yan Yildiz Tar hat girtin
Piştî qedandina karên îfadeyê yên li emniyet û qereqola cendirmeyan, ji van kesan 135 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 6 kes hatin berdan, 129 kes jî bi daxwaza girtinê derxistin pêşberî dadgeha cezê û aştiyê. Dadgehê ji bo 103 kesan biryara girtinê da, ji bo 26 kesan biryara şertê kontrol edlî da.
Karên îfadeyê yên 90 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de desteserkirî ne li emniyetê berdewam dikin. Li bendê ne ku îfadeyê wan bi dawî bîbe û îro bibin edliyeyeyê.
Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
Parêzerên ÇHDyî: “Em ê hevalên xwe ji wan zîndanan derxin”
Arkadaşlarmız Av. Semra Demir ve Av. Kürşat Bafra dahil olmak üzere tüm siyasi tutsaklar derhal serbest bırakılsın! pic.twitter.com/YePO3K2T1K
— ÇHD Ankara Şube (@chdankara06) June 25, 2026
Li gorî nûçeya Esra Tokat a li ANKAyê weşiya ye, piştî eşkerebûna biryaran, parêzerên ÇHDyî li ber edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Serokê Giştî yê ÇHDyê parêzer Murat Yilmaz di daxuyaniya xwe de parast ku Semra Demir û Kurşat Bafra tu tawanek nekirine. Yılmaz got:
“Semra û Kurşat bi serbilindî û bi dirûşmeyan çûn girtîgehê. Ji ber ku tiştekî ku jê şerm bikin nekirin. Ew îro berdêla muxalîfbûna xwe didin. Wan tenê mafên jinan, jîngehê, mafên karker û xwendekaran diparastin.”
Rêxistinên LGBTİ+yan li dijî desteserkirinên NATOyê bi awayekî hevpar bertek nîşan dan
Yılmaz da zanîn ku ev operasyon rasterast bi Civîna NATOyê re girêdayî ye û wiha berdewam kir:
“Ji bo NATOyê Enqereyê digirin û jiyanê li mirovan dikin zîndan. Îro bi dehan kes hatin girtin. Heger hûn bibêjin delîl çi ye, tu delîl nîn in. Ev biryar di heman demê de êrîşek e li dijî pîşeya me û li dijî parastinê.”
Yılmaz her weha got: “Em ê hevalên xwe ji wan zîndanan derxin. Parastin bêdeng nêbû û wê bêdeng nebe. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem bêdeng nebû û wê bêdeng nebe.”
(EMK/AY)