Rojnameger û parêzvana mafên LGBTÎ+yan Yildiz Tar hat girtin
Dadgeha Cezê û Aştiyê biryara girtina rojnameger û Derhênerê Giştî yê Weşanê yê Kaos GLyê Yildiz Tar da. Tar, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku di 23ê Hezîranê serê sibê de bi serdegirtina malan de hatibû desteserkirin.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê, di dema girtina îfadeyê de tu pirsên derbarê NATOyê de ji Tarê nehatine kirin. Li şûna vê yekê, pirsên li ser daxuyaniyên wê yên derbarê polîtîkayên “Sala Malbatê” hatine kirin, ku hukûmetê ji bo sala 2025an ragihandibû.
Di nivîsa dozgeriyê ya ji bo sewqkirina girtinê de jî hat îdiakirin ku gumanbar, “di bin hewldana nîşandana Tirkiyeyê wekî welatekî ku bi terorê tê naskirin de, dikarin çalakiyên terorî pêk bînin.”
Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
DÎSK Basın-İş: Em ê hevgirtina xwe mezin bikin
Sendîkaya Karkerên Çapemenî, Weşandin û Çapxaneyan a Tirkiyeyê (DÎSK Basın-İş) li ser girtina Tarê daxuyaniyek da û wiha got:
“Em girtina bi dehan kesên ku di operasyonên beriya Lûtkeya NATOyê de hatine desteserkirin ku di nav wan de hevkarê me, Derhênerê Giştî yê Weşanê yê Kaos GLyê Yildiz Tar jî heye qebûl nakin. Di dema îfadeyê de, ji hevpîşeyê me daxuyaniyên wê yên li ser polîtîkayên ‘Sala Malbatê’ ya hukûmetê hatine pirsîn û ev jî delîleke eşkere ye ku ev pêvajo bi mebestên polîtîk tê meşandin.
Li dijî hewldanên ku xebatên rojnamevaniyê û daxuyaniyên di çarçoveya azadiya ramanê de wekî tawan nîşan didin û dixwazin bi destê darazê muxalîfan bêdeng bikin, em ê hevgirtina xwe bi rengekî hîn xurtir û rêxistinkirî bidomînin. Yıldız Tar rojnamevan e, rojnamevanî ne sûç e!”
📢 NATO Zirvesi öncesinde gerçekleştirilen operasyonlarda gözaltına alınan gazeteci, Kaos GL Genel Yayın Yönetmeni Yıldız Tar’ın da aralarında olduğu onlarca kişinin tutuklanmasını kabul etmiyoruz.
— DİSK Basın-İş (@diskbasinis) June 25, 2026
Meslektaşımıza ifade işlemleri sırasında hükümetin “Aile Yılı” politikalarına… https://t.co/jlelZFy2Ol
Rêxistinên LGBTİ+yan li dijî desteserkirinên NATOyê bi awayekî hevpar bertek nîşan dan
Komeleyên LGBTÎ+yan: Yildiz Tar tenê ne rojnamegerek e
15 komeleyên LGBTÎ+yan ên ji Tirkiyeyê, piştî girtina Tarê daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Komeleyan diyar kir ku ev biryar, xelekeke nû ya rejîma zexta polîtîk e; rejîmek ku ev demeke dirêj e parêzvanên mafên mirovan, rojnamevanan, tevgera femînîst, tevgera LGBTÎ+yan û mûxalefeta demokratîk dike armanc. Komeleyan di daxuyaniya xwe de bi kurtasî weha got:
“Yildiz Tar tenê ne rojnamegerek e. Ew di heman demê de parêzvanekê mafên mirovan e ku bi salan e tawanên nefretê tomar dike, cihêkariyê eşkere dike û binpêkirinên mafan ên li dijî LGBTÎ+yan belge dike da ku raya giştî agahdar bibe. Girtina wê, tenê nayê wateya standina azadiya wê ya kesane ji destê wê. Ev biryar, peyameke polîtîk e; bi vê biryarê dixwazin dengê rojnamevaniya serbixwe bibirin, rê li ber xuyabûna binpêkirinên mafan bigirin û mafê agahdarkirina civakê ji holê rakin.
Li welatekî ku rojnamevan tê de tên cezakirin, civak nikare bigihîje rastiyê. Li welatekî ku parêzvanên mafên mirovan wekî hedef tên nîşandan, mirov nikare behsa wekhevî û demokrasiyê bike. Girtina rojnamevanekê ku mafên LGBTÎ+yan diparêze, ne tenê li dijî kesekî ye; ev hewldan, bi mebesta çavtirsandinê ye li dijî tevahiya tevgera LGBTÎ+yan, medyaya serbixwe û têkoşîna mafên mirovan. Lê em baş dizanin ku rastî nayê girtin. Piştgirî û piştevanî nabe tawan. Têkoşîna mafên mirovan bi biryarên darazê nayê bêdengkirin.”
(TY/AY)