Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li LGBTI+yan û rojnamegerên ku di roja Yekşema 29ê Hezîranê de di Meşa Rûmetê de hatibûn desteserkirin, doz vekir.
Dozger Furkan Kafali ku li Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê erkdar e, edîtora bianetê Evrim Gunduz, rojnameger Nur Kaya û nûçegihanê Ozgur Gelecekê Yusuf Çelik jî di nav de derbarê 53 kesan de îdianame amade kir.
Dozger Kafali 33emîn Hefteya Rûmetê a Stenbolê weke "-qaşo- Hefteya Rûmetê a LGBT+" binav kir. Her weha îdia kiriye ku Qeymaqamê Navçeya Beşîktaşê di 29ê Hezîranê de hemû xwepêşandan û çalakiyên li navçeyê qedexe kirine û bi vî awayî çalakiya hatiye kirin neqanûnî ye.
Dozger pankarta "İsrara di jiyanê de! 23emîn Meşa Rûmetê a LGBTI+yan a Stenbolê" wekî delîla sûc nirxandiye. Her weha dozger di îdianameyê de dirûşmeyên "Tu li ku yî evîndara/ê min? Ez li vir im evîndara/ê min" û "Ne di qanûnê de di jiyanê de israr” jî weke sûc nirxandiye.
Dozger Kafali parvekirinên li ser medyaya civakî yên LGBTI+yan û nûçeyên rojnamegeran weke sûc nîşan da. ava kir. Vîdeoyên li ser Xê hatine parvekirin bi ssstwitter.comê daxistiye û weke delîl nîşan dane.
Dozger li gorî xala 32an a Qanûna Civîn û Xwepêşandanan ji bo kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûne û şopandine, ji şeş mehan heta sê salan cezayê girtîgehê xwestiye.
Danişîna yekem a dozê dê sibê (8ê Tebaxê) li 51emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Stenbolê were lidarxistin. Di vê dosyeyê de niha du kes girtî ne.

Polîsan midaxeleyî 23emîn Meşa Rûmetê a Stenbolê kir: Herî kêm 40 kes hatin desteserkirin
(HA/AY)






