PAK: Îranê çekên qedexekirî bi kar anî
Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), têkildarî êrîşa Îranê ya bi balafirên bêmirov (dron) li dijî baregehên pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di daxuyaniya ku PAKê li ser medya civakî belav kirî de hat diyar kirin ku Pasdarên Îranê di êrîşa balafirên bêmirov de çekên qedexekirî û teqemeniyên ku fosfora spî li xwe digire bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama lêkolînên bijîşkî yên li ser neh pêşmergeyên birîndar de diyar bûye ku zirara ji ber êrîşê çêbûye berfireh, bêkontrol û wêranker e.
Peymana Cenevreyê hatiye binpêkirin
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Di giyahiya herêma ku bûye hedef de hat îspatkirin ku dronên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve maddeya qedexekirî ya fosfora spî hilgirtine.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku bikaranîna teqemeniyên bi vî rengî yên ku li ser tenduristiya mirovan û hawirdorê şopên şewatê yên ku nayê çakkirin dihêlin, binpêkirina prensîbên bingehîn ên hiqûqa mirovî ya navneteweyî (Peymanên Cenevreyê) û prensîba çekên qedexekirî ye.
PAKê di daxuyaniya xwe de bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê, Konseya Mafên Mirovan a NYyê, Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor (ICRC) û hemû saziyên berpirsiyar ên mafên mirovan kir ku ji bo cezakirina Îranê demildest dest bi pêvajoya qanûnî û biryardar bikin.
(EMK/AY)