Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstiut) 900 stranên arşîva Radyoya Erîvanê bi awayekî dijital weşand, 8 stran ji wan hatine hilbijartin û bi forma muzîka klasik ev stran ji nû ve hatine şîrovekirin.
Bixwîne - Guhdarên ezîz, êdî hemû stranên Radyoya Erîvanê li ser înternetê ne
Bixwîne- Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê wekî pirtûk hatine çapkirin
Stran li ser hesabê YouTube-ê yê Enstîtuyê hatiye weşandin û wê di rojên pêş de li ser platformên din ên dijîtal jî belav bikin.
Di vê xebatê de çar stranên Hovhannes Badalyanî (Romanî, Hoy Narê, Leylo Xanê, Keleşo), yeke Bêmale Kekoyî (Navê Lenîn), yeke Dawitê Xiloyî (Lêb Canê) yeke Aslika Qadirî (Kewên Gozel) û yeke Sûsîka Sîmoyî (Lenîn Rabû Em Rizgar Bûn) heye.
Ozkan Oztaş çêkerê vê projeya bi navê “Dîsa”yê ye û Yûsûf Yalçin jî derhêneriya muzîkê kiriye. Nazim Ensemblê stranên navborî li gorî forma muzîka klasîk û bi amûrên vî cure muzîkê lê dane.
Proje di encama xebateke 8 mehan de hatiye amadekirin. Ozkan Oztaş çêkerê projeyê ji bianetê re behsa projeyê kir.
Oztaş bi xwe jî berhevkariya stranên dengbêjiyê dike. Piştî ku Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî arşîva radyoyê weşandiye û hin serpêhatiyên wî yên di dema berhevkariyê de, hiştiye biryarê bide ku vê xebatê bike:
"Me xwest em wan ji nû ve şîrove bikin"
“Li gundekî Dîgora Qersê, dengbêjekî, stranek ji dengbêjên Erîvanê stra. Min jê pirsî ku ev stran ya kîjan herêmê ye. Got, ya dengbêjên Sovyetan, ya radyoya Erîvanê ye. Û got, ew dengbêjên konservatuarê ne. Min jê pirsî ka ev tê çi wateyê. Ji min re got, ew dengbêjên xwende ne ango yên li dibistana vî karî xwendine. Ew dengbêj çavkaniya wî dengbêjiya klasîk bû. İhtimal e ku gotina konservatuarê ji radyoya Erîvanê bihîstibû. Ev û hin tiştên din hiştin ku ez dest bi xebateke bi vî awayî bikim. Paşê ez bi gel Mîrza Yûsûf Selçûk, serkemankeşê Orkestraya Senfoniyê ya Çukurovayê re axivîm.
“Me di serî de got, em stranan li gor reseniya wan, çawa hatine tomarkirin, hema wisa saz bikin. Lewre halên wan ên resen û forma klasîk gelekî li hev tên. Rewşa wan a armonik, forma wan û forma muzîka klasîk lihevhatî ne. Pirdeng in, koro tê de hene. Enstrûman yên forma rojavayê ne. Lê me xwest li gorî roja me wan şîrove bikin.
“Hilbijartina stranan li gor 3 krîteran pêk hat”
“Me stran li gorî 3 krîteran hilbijar. Yek, ew stranên ji hêla dîrok û çanda kurdî derdikevin pêş. Ya duyem, dema behsa Radyoya Erîvanê dikin, hin xalên polîtîk hene. Behsa Lenîn dikin. Hin tiştên din hene. Em dikarin bibêjin ku ev in tiştên sereke yên Radyoya Erîvanê. Ya sêyem jî, ji hêla orkestrasyonê diviya bû ku notayên wan li gorî muzîka klasîk bana. Ev her sê kriter bûn. Di serî de me 40 stran hilbijartin. Paşê me ev 8 stran amade kirin.
“Du wateyên Dîsayê hene”
“Du wateyên Dîsayê hene. Yek ji wan, em van stranan ji nû ve şîrove dikin. Ya din jî em dixwazin Radyoya Erîvanê, Sovyetan, çanda Sosyalîzmê û gelê Kurd careke din bigihên hev. Ew nüans girîng e. Weke hewldan û helwesteke ku van tiştan bigihîne hev e, kare ku me kiriye.
“Bila herkes li her derê bikaribe lê guhdar bike”
“Ew ê li ser platformên dijital hebe. Armanca me ya sereke ew e ku herkes li herderî wê bikaribe lê guhdar bike. Di rojên pêş de wê li ser platformên din jî werin weşandin. Em dixwazin belaş be. Bila mirov bêyî rêyên din bikaribin lê guhdar bikin. Bikaribin rasterast bidest bixin. Dema me li rewşa kedkarên me yên kurd dinerin, pale ne, diçin rojavayê. Liqayî gelek tiştan tên, tîştên weke lînckirinê. Karkerên înşaetan li şantiyeyan in. Bila hemû jî li cihê ku lê ne bikaribin lê guhdar bikin.” (FD)