Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Deutsch-Kurdisches-Kulturinstitut (Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan) demek beriya niha 900 stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal weşandibû. Enstîtuyê niha jî nota, gotin û analîzên van stranan di çar cildan de kom kiriye û weke pirtûk çap kiriye.
Ji ber hecma xebatê Enstîtuyê pirtûk wekî çar cild weşandiye. Lêkolînerê Muzîka Kurdî û stranbêj Cewad Merwanî bi salan e li ser vê arşîvê kar dikir. Merwanî piştî karê berhevkariyê qedandiye, tevlî ekîbeke berfireh ev çar sal in notayên van stranan derdixist, gotinên wan dinivîsand û analîza van stranan dikir.
Bixwîne - Guhdarên ezîz, êdî hemû stranên Radyoya Erîvanê li ser înternetê ne
Di pirtûkan de nota û gotinên hemû stranan hatine nivîsandin. Ekîba amadekar ji bo ku pirtûk sûdwar be her çar cild li gorî sîstematîkekê amade kirine. Di serî de em dibînin ku stran li gorî navê stranbêjan û bi awayekî alfabetîk rêz kirine. Dîsa ji bo tevhileviyek çênebe stran bi navê “Stranên Rîtmîk” û “Stranên Serbest” dabeş kirine.
Stran hatine dabeşkirin
Cilda yekem û ya duyem ji bo “Stranên Rîtmîk”, cilda sêyem û ya çarem jî ji bo “Stranên Serbest” hatine veqetandin.
Beriya nota û gotinên stranan, ekîbê derbarê muzîka kurdî de hin zanyarî dane û behsa çanda devkî, bi taybet jî dengbêjiyê kirine. Girîngiya çanda devkî, dengbêjî û rola wan di muzîka kurdî de di van rûpelan de hene.
Di nava rûpelên pirtûkê de ferhengokek jî heye. Ekîbê bi vê ferhengokê xwestiye wateya hin têgehên esasî yên muzîkê bidin naskirin.
“Êrîvan xeber dide. Gundarên ezîz, naha bibîzin deng û behsên teze“.
Ev xeber, êdî ne tenê bi deng wê bi awayekî nivîskî jî li ber destan be. Êdî muzîkjen, stranbêj û lêkolîner ne tenê wê li dengê Aram Tîgran, Aslîka Qadir, Karapetê Xaço, Sûsika Simo, Egîdê Cimo, Fatma Îsa, Eyşa Mihoyî û bi dehan hunermendên din guhdar bikin, wê nota û gotinên van stranan bixwînin û bikaribin baştir ji vê arşîvê fêdê bistînin.
DVDyek jî hatiye weşandin
Enstîtuyê bi van çar cildan re DVDyek jî amade kiriye û di vê DVDyê de jî hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê hene.
Ji bo vê xebatê vîdeoyek hatiye amadekirin û tê de li gel Cewad Merwaniyî, hunermend Dilovan, muzîkolog Veysî Varli, yek ji hunermenda Radyoya Erîvanê Dîlbera Wekîl, Dîrektorê Sazîya Çandî ya Bajarê Neussê Harald Muller, Mamoste Berzan Farqîn û helbesvan û nivîskar Îşxanê Aslan jî bi peyamên xwe behsa girîngiya vê xebatê kirine.
(FD)