Xwekuştin dibê “eviya a/ê min e!”. “Fîncana qehwê dibê” na, ê/a min e!” Me hay ji xirecir û şerê wan tinebe jî her carê em yekê ji wan hildibjêrin, tercîh dikin. Herdû bi hev re nabin lewre. Ku em xwe bikujin, em nema karin qehwê vexwin, lê ku em xwe nekujin û qehwê vexwin jî, em nema karin xwe bikujin.
Çimkî ji bo demek bi tenê be jî, me tercîha xwe kiriye, rêyek hilbijartiye û ya din berhewa kiriye. An xencera xwekuştinê an jî fîncana qehwê bi ser xistiye. (Niha li vir şeytan dikeve dewrê û dibêje, lê ku di fîncana qehwê da jehrî hebe, ê wê çaxê çi bibe, wê çaxê herdû vebijark, rê û tercîh tevlîhev nabin? Ez dibêjim, “niha huş be şeytêno, huş be..”)
Tercîhên me kiyaniya me ne jî û tenê fîncan û xencer an jî demançe nînin. Hahoo. Carna welê pir dibin ku dibêjî qey peqikên li ser pêlên deryayê ne. Çav li hev dizivirin, dil di nav pirsan de dimîne, aqil rê şaş dike! Gelo kîjan rast e, gelo viya hilbijêrim an vêya, gelo ev baş e an ev û hwd… hwd… Tew carna dikin ku mirov xwe di nav wê kaosê de dewlemend jî hîs bike. Ewqas alternatîf û rê, ewqas reng û deng tev ji bo mirov in ne,ewqas zengînî!?
Lê dema ku mirov qezaen be jî rastê eyneyek tê, dibîne ku di dest de tenê çarayek heye, hew çareyek. Tenê rêyek heye, hew rêyek… Eyne nahêle ku meriv xwe vedize û veşêre. Ji her alî va rê derdixe pêşiya mirov û ew rê jî xwekuştin na, lê fîncan e. Fîncana tije qehwe. Qehweya azadiyê. Azadiya ku hem rastî hem xeyal, hem dost hem jî heval e. Cezwe û agirê vê qehwê jî ne wilo erzan e.
Bi xwîn û can, bi ked û xwêdan, bi sebr û aramê hatiye çêkirin. Yanî qehwe ne qehwe ye, fîncan jî ne fîncan. Bila Sartre li qusûr mêze neke, lê em tu car nebûn qehwevexurên normal. Jixwe me tu car welatek normal û qederek asayî jî çênebû. Her tişt azmûn, her tişt zorî, her tişt pira sîratêya ji taya mû ziravtir û ji şûr tûjtir… Her tişt bi astengî û kelem, her tişt heta bêjî neadil û neheq…
Yanî qehwa me jî ne wek qehwa xelkê bû, lê dîsa jî em wek ku tiştek wanî tinebe tevgeriyan. Me ne xwe li bin pireyên zexeliyê veşart, ne jî rê da çeqelên xiyanetê. Çimkî ne kor, lê bi çav, ne ker, lê bi guh, ne tirsonek, lê wêrek bûn em. Ji mala Keyakîsar û Mîtrayê, ji strana serbilindiyê bûn em, dilê me tije bahoz…
Sînemê
Sînemê!
Nekişîne perdeya êvarê
Û tiştên nedîtî nebêje êdî
Heyat, belkîyek e belkî
Wê desmalê nehejîne û neyê ji wan stranên kevnedûr
Nehejîne desmalê Sînemê!
Lew tu nikarî zuha bikî mijangên xezalekê
Ku carna kûrtir e,dilopek rondik ji behrekê
Di axîna hespê qer de
Gustîl şikestin, neyê Sînemê
Êdî hîrehîrên hespan jî
Xalxalok jî mizgîniyên derew tînin
Heyat belkiyek e,belkî
Û belavoka li biniya mala
Danagire destên vala
Bi xêr neyê, Sînemê!
Hebûna destmala te min dilşah nake
Êdî êvar e lewre.
Me hêj di 2007an de wiha gotiye û me xencerê na fîncanê hilbijartiye. Gerdentewandinê na, berli asîmaniyê tercîh kiriye. Bila Sartre nexeyîde, Parîs û Bastîlleyên me yên bi fîrazî û şadmanî nebin jî, me fîncanê neşikand, jiyana zor qurbana mirina sernişîv nekir. Em ji Sînemê û destmala wê ya xapînok aciz bin jî, me nehîşt ku di bedena xezalek de bibe nêçîr ji nêçîrvanan re. Loma jî em man, em dimînin, em ê bimînin. Ji ber ku em dizanin em çi, çima tercîh dikin û çi, çima red dikin.
Em em in Sînemê, li vir in. De ka îcar dora te. Tu qesîdeyek li ser me binvîse û qehwe û xencerê tam ji hev dûr bixe.
(MR/AY)