Me dîabolîsatîonê pev re nivîsîbû û xwendibû, niha rediabolîsatîon, yanî ji nû ve şeytanîkirin an jî veşeytanîkirin. Me gotibû ku manîpulasyonên welê hene, qurban û celad, berxwedêr û gardiyanan dikin wek hev, eynî dikin. Lê tu car ne eynî ne. Wek tê zanîn vê polîtîkayê piştî deşîfrebûna sûcên sosyalîzmê ji xwe re derfet û binyadek bê dawî dît. Welê bû ku ferqa Hîtler û Stalîn nema! Halbûkî tu car nebûn yek nabin yek.
Hîtler, hew Hîtler e û ji bo ku Hîtler e em jê aciz û bi hêrs in. Lê Stalîn, ne ji bo ku Stalîn e, lê ji bo ku bûye sedema pratîkên sûcdar em jê aciz û bi hêrs in. Yanî wî dikaribû nehîşta ku ew sûcdarî derkeve holê û ziman û zemanê faşîstan dirêj bike. Bes em ji ber heman sebebê nikarin ji Hîtleran aciz bibin, çimkî ji bo em wiha ji wan aciz bibin lazim e ku mehsûmiyetek wan hebe. Lê ew ji serî heta binî sûc in, em hew dikarin wan red û mehkûm bikin… Bes ji bo yên ku ne faşîst in ji bo mehsûmiyeta xwe nekujin û nekevin rewşa dijminên xwe, dê lêpirsîn û tekoşîna mirov tim hebe. Em bêjin çima, çima we jî gelek caran xwe kir wek wan? Ma me ji bo çi ji we hez kir, ji bo hûn jî xwe bişibînin wan?
Lê sernava me gazî dike, em ê şeytan çawa dîsa wek şeytan bibînin û jibîr nekin ku faşîst tim faşîst e, hew faşîst e. Nayê guhertin û nabe melaîket. Loma jî divê zexel û sîmsarên ku xwe wek her kesî… dan xwiyakirin û sûcên xwe yanî şeytanbûyîna xwe dan jibîrkirin, dîsa ji nû ve wek şeytan bên dîtin, yanî bên veşeytanîkirin. Ev hem ji bo edaletê pêwîst e, hem jî ji bo ku rûyê jiyanê reş nebe. Lê mirov ê çawa dîsa ji şeytan re bêje şeytan û mesûmiyeta melaîketê li ser nazbalîfên jiyanê binexşîne? Ji ber ku ger ev pêk neyê dê stirî gulê bixwin, çira rastiyê vemire û çeqel, warê şêran tarûmar bikin.
Her wiha dema gardiyanek derî li ser mirovan kilît dike, dîsa sûc e, lê kes pê şaşwaz nabe. Ji ber ku gardiyantî jixwe ew e, yê/a ku wî karî pejirandiye ji serî heta binî tê de wenda bûye. Bes dema mirovek derî li ser mirovên din kilît bike û azadiya wan tune bike, dê qiyamet were rakirin, ji ber ku ew mirov ne gardiyan e! Dê her kes bêje an dîn bûye, an mirovbûna xwe tune kiriye an jî nizane ku çi dike. Belam ji bo gardiyan tiştek wisa nayê bîra kesê, ji ber ku karê xwe dike, ger wî karî neke nabe gardiyan, ger deriyan veke ê mirov şaş bibin, bêjin..dîn bûye an serî hildaye. Lê jixwe qet tiştek wilo nakin jî. Çawa ku di sînemaya bi navê The Reader(xwendevan)de de gardiyana Nazî dema di dawiya şer de tê darizandin jî qebûl nake ku xeta kiriye. Çimkî bo ku firar nekirana ew mecbûr bû derî li ser wan pênc sed hêsîrên di menastirê da bigirta, yanî wan bi saxî bişewitanda! Jixwe dema jê dipirsin jî digrî, reben dibe, dibê hûn çima min fêm nakin, ew sûcdar bûn, dê bireviyana biçûna ji mirin û esaretê, ji cezayê xwe xelas bubûna!
Bes rast dibêje, em fam nakin, ew çi jî bike em ê fam nekin. Ji ber ku mirov zanibe cîh û sîpera mirov li ku ye, her tişt zelal û mayinde ye. Ne bi ber bayan dikeve, ne dest hiltîne, ne jî poşman dibe. Lewre dizane ku sûcdar, ango şeytan kî ye, çiqas wî bi zêr û zîvan bixemilînin û bi cil û bergên ji nîrxên mirovahiyê lê bikin jî ew, tim ew e, yanî şeytan. Lê em vê jî jibîr nakin, ên ku ne şeytan in jî divê bi rastî û durustî ne şeytan bin û bi sed welatan dûr bin ji wan, ne tenê bi çend gotin û du sê karan.
Mesele dîsa ev e, em kî ne, şopdarên kê ne û bi ku ve diçin? Akorda dil û hişmendiya me di destê me de ye an ji bilî me di destê her kesî de ye?
Pêşeroj, paşeroj û nihaya me di vê pirsê de li me dimêzîne û em xwe li ku jî veşêrin, dê me bibîne.
(MR/AY)