Tizbî diqetin. Morîk belav dibin her roj. Em ne dixwazin ne jî dikarin berhev bikin. Digindirin morîkên kes ,şîn, sor, zer, spî, reş û gewher. Ew li me dimêzînin, em li wan. Ew ji ber me ve belav dibin em ji ber wan ve.Qey em û morîkên ku wiha her roj belav dibin eynî tişt in?
Dem derbas dibe an jî ji me re wilo tê. Dem derbas nabe. Dîsa ji me re wisa tê an tiştek din jî heye ku em hêj pê nehesîyane? Em ê kengê ji sînorên eyar û ezberên xwe derbas bibin? Kengê em ê xwe bê…dem û dewran,bê qurban û heyran, bê ezber û dersînor bikin? Erê,dersînor. Belkî jî divê em xwe dersînor bikin. Dersînorîyek berevajî, dersînorîyek ku me bighîjîne bêsînorîyê.
Nêrgizên Lêborînê
Wek xatirxwestinek neyê
Dixwazim destên şefeqê
Bidim serbenîya te
Baranan bişom ji çavên te
Da ku heyv hil bê…
Wek çîyayek dûr nesekine
Dixwazim baskên şevê
Li birînên te bipêçim
Stranek bêjim
Pirsa gotinên ku têra
Tu tiştî nakin bikim ji te…
Dixwazim bimrim li nav gulên spî…
Ji min re behsa derîyên bajêr bike
Derîyên ku qet venabin
Wek xatirxwestinek neyê
Ji min re behsa nêrgizên lêborînê bike
Li min bibore
Bihêle bila şîn bibe ev nêrgiz
Li vê lêborîna bêdawî…
(Dilavî,ar)
Ku bêjim min aniha nivîsand vê helbestê, ê rast be. Ji ber ku min aniha …nivîsand û qet kevin jî nîne. Nêrgizên lêborînê hê jî dixwazin vebin, hê jî li benda me ne. Hê jî destên şefeqê ne li ser enîya me ne. Lê min vê helbestê li berîya mîladê,yanî; Li 2009an nivîsîye û cîh,zîndana Elbîstanê bûye.
Îja morîkên qetîyayî çi pir in ne? Ji berî tevî mîladan û piştî tevî mîladan ber bi me ve digindirin û dû re diçin. Em ê çi bikin ji van morîkan? Ji ber ku ne ew me dixwazin ne jî em wan. Lê salnameya ku em lê hepsî mane bêsekn û tebat morîkan diqetîne û belav dike. Morîkên ji temen û xeyalên me, morîkên ji zaroktî û mezinatîya me ya bi dilê xwe pêknehatî…
Bi hev re
Êvarekê
Korek û kerrek û lalek
Ji bo çend saetan
Li ser kursîyê nav baxekî
Çik û rast
Lêv bi kenîn rûniştibûn
Kor,bi çavê kerr didît
Kerr,bi guhê lal dibîhîst
Lal jî bi bizava dev û lêvên wan têdigihîşt
Hersê jî bi hev re û
Di yek kêliyê de gulan bêhn dikirin.
(ji nav şiîrên min,şêrko bêkes,avesta)
Çav û guh û lêv û bêhnkirina gulê çilo tevlêhev bûne ne? Dîsa jî çi bi hev re ne. Gul wan dike yek.
Lo Şêrko Bêkes, kor û kerr û lal çawa dikarin heman gulê bêhn bikin? Gula her yekî ji wan ne cuda ye? Û gula me kîjan e heyran? Bi vê korîtî, kerrîtî û lalîtîyê, em ê karibin kîjan gulê bêhn bikin? Gul ji korîtîya me direvin heyran, ji kerrîtî û lalîtîya me jî..
Gul me naecibînin Hozano, em nema karin bighîjin wan.
Bes gula li helbestê, tişta ne tişt dike û çavên kor vedibin, guhên kerr û zimanê lal jî…Te vê mucîzê çawa pêk anî gulê, ka şanî me jî bide da em jî karibin pêk bînin.
Dem nabuhire.Tenê em dibuhirin. Ji ku diçin,tên li ku, bi ku va diçin nedîyar e. Em dibihurin,dem wek sfenksek Misrî li cîhê xwe disekine. Tenê em pelên zer bi ser xwe û her tiştî da diweşînin, xema zemên nîne. Tenê em ditirsin û dibêjin, zeman çû,dem revîya,tiştek nema! Ew li cîhê xwe ye. Tenê em dibên qey demsal tên û diçin û li pey xwe dikişkişînin, ew(Zemên) kêfxweş e.
Derîyê Dilê Mirîyan
Mirî derîyê dilê xwe vedikin
Huş bin
Ji bo ku li xirecira jîyanê
Nekarîn biaxivin
Dê niha,wiha mirî …
Biaxivin
Dê xwelîya binevşan
Vala bikin ji berîkên xwe
Û bêdengîya xwînê…
Huş bin!
Ji bo ku we nehîşt
Dê tenê niha
Biaxivin mirî
Dê çîroka dawî
Peya bikin
Ji ewrê dawî…
(Ji heman dîwana min)
Em ê jî bi mirîyan re biaxivin û zengilên zemên lal bikin gelo? An hêj wextê me nehatîye? Lê ku em jî di nav wan de bin? Kî dizane …