Ev in ew têgeh: Dêdiabolisation û Rêdiabolisation… Yanî Neşeytanîkirin an jî Ji Şeytanîbûyînê derxistin û Veşeytanîkirin an jî Ji Nûveşeytanîkirin… Du konsept û hedefên gelek girîng, pêwîst û hêja ne. Bes ji bo ku halê hazir formata çepgiriyê ji me û jiyanê re teng û nebes tê, em ê wata van têgehan li gor xwe û ji bo xwe kûrtir bikin… Lê çî ye neşeytanîkirin.? Wek ku tê dîtin bêarmancî û bêhedefî wisa tê bilindkirin ku mirovên ku ji bo armanc û hedefan jiyane û mirine tên bêwatekirin û biçûkxistin. Wan xeyalperest û dilmertalên mezin ên ku li her derê dinyayê, di demên faşîzan de xwe ji bo azadî û rûmetê firandin, wek kesên ne tu kes an jî kesên ji rêzê tên lansekirin. Wek ku ew û kar û xebatên xwe, ew û jiyanên xwe yên hindik, lê rindik, boş û vala bin, rastê bê hurmetî û zimandirêjiyê tên. Û tam di vê xalê de çi dibe? Lê çi nabe! Tişta rûreş pêk tê û celadên wan ên faşîst, ji tevî sûcê xwe tên pakkirin! Ji ber ku dema tu bêjî Spartakûs nezan û tewşik bû, tu di heman demê da dibêjî, Roma û çarmîxên xwe rewa û mafdar bûn! Lewre Sapartakûs, bi dijkoledariya xwe ya li hember Romayê bûbû Spartakûs. Her wiha dema tu bêjî berxwedana Stalîngradê bêrûmet bû, tu di heman demê da dibêjî Naziyên rûreşiya mirovahiyê bi rûmet bûn, mehsûm bûn…û Dêdîabolisation jî wiha pêk tê. Yanî şeytan êdî ne şeytan e, faşîst êdî ne faşîst e. Destpak û dilpak e, wek her kesî ye. Lê ku wiha be kî bûn xwedî û sedemê çarmîxên Romayê û Stalîngrad û sûcên Gestapo?
Ku em werin ser welatê xwe; carna mirov rastê sohbet û galegalên welê diltarî tê ku dilê kîsoyan jî li hev dikeve! Tu dibê qey ne bi hezaran salan e ku welat bindest û dagirker serdest e, tu dibê qey ên serî hildane û hil didin hema bi pey fenteziyek tewşomewşo ketine, hiş û aqil xwarine xwestine bên girtin li zîndanan birizin, bên kuştin, tirbek wan jî nîn be! Bi rastî mirov ji ber derûnî û nezanîya heyî şaş jî nabe, bes şermek zehf mezin e. Û mixabin ên wiha tim hebûne! Li hemû dem û dewranên zor, bi keftar û kedxuran re yek bûne, tu car serê wan neketiye belayê, tim reviyane, tu car ji bo tu tiştî dengê xwe dernexistine! Carna navê wan bûye hestîkoj, carna çeqel, carna keysparêz û carna xwefiroş. Bes niha di bin bombebaran û nezanhîştina tora civakî ya ku bi paradîgmaya postmodern û dijmirovker tê meşandin de hest û raman û kesayet û derûnî, bi rastî jî li ber lingan e. Yên ku tu tiştî baş nizanin nahêlin kes biaxive, yên ku her tiştê wan hew çend ezber û çend dîmen e, nizanin xwe bi çi terfî û taltîf û pêşkêş bikin! Her kes pir zêde aktor û aktrîs e, her kes pir zêde zana ye. Loma jî, şeytan êdî şeytan nîne, jixwe melek jî êdî ne melek e û tu tişt êdî tu tişt nîne. Lê bi taybetî jî neşeytanîkirin, jişeytanbûnê derxistin, tehlîkeyek gelek mezin e. Çimkî ji kujeran re dibe xwîn û can û mal. Kujerhez e, xaînhez e, xwefiroş e. Ku wilo nebûya dê dîroka mirovahiyê û welatê me niha ne di vî halê de bûya. Kanê em tenê dîmenek ji dîmenên îdamên faşîstên Îranê bînin ber çavên xwe. Ma dibe ku ew kurd û mirovperwerên delal û wan celadên ku werîs dixin stûyê wan yek bin, tew îja celad ji wan mirovtir be, yanî şeytan nebe! Bes gelek caran bêyî haydarî an bi zanebûn gelek tişt tên tevlêhevkirin…Lê ev hest gelek giran e, dil ji te re dibêje: Welle vana Harpagos in, Nazî ne, tim wilo bûne. Kujer û gardiyanên te û yên wek te ne…
Bila têgeha duyemîn bimîne nivîsa hatî...