Dema min çend sal berê wê fîlima Quentin Tarantîno ya bi navê Unchained, Bêzincîr temaşe kir û eciband, nedizanî ku ezê rojek wiha li ser zincîran binivîsînim. Zencîrên koledarîyê! Ew behsa zincîrên koledarîya Amerîkayê ya li ser reşikan dike(di şexsê koleyek berê de)ez dixwazim behsa zincîrên li stûyê me bikim. Na. Ne yên mecazî(xazeyî). Jixwe way hûn dibînin. Niha navê me; Nûrî Dêrsimî, Kimil Ezîz û Elî Divringî ye. Sal:1921 e, cîh? Jixwe belî ye!
Hin tişt di stûyên me de hene! Miheqeq dema em xwe dilivînin şingeşing jî ji wan tê. Zincîr in ew, zincîr! Me ceza kirine dîsa…
Li gor ku sal 1921 e, em dizanin sûcê me çî ye. Ji zincîrên me dîyar e ku sûcek gelek mezin e jî. Kengê, çawa, ji ku anîn û avêtin stûyê me? Li ku çêkirin? Xwîya ye ku ne bi destê Kawayê me yê Hesinkar çêbûne! Ma karê wî tunebû ku zincîran çêbikira! Hesinê wî ne ji bo zincîran, lê ji bo şikênandina zincîran bû! Ku ew hebûya kê dikaribû vê zincîrê bavêta stûyê me!
Lê em çiqas bêzincîr in jî ne? Di nav wan zincîran da jî bê..zincîr! Û çi ferqek me ya mezin heye ji “bêzincîrê” Tarantîno. Ew bi rastî jî bê…zincîr e. Ji ber ku ew berê kole bûye, ne niha. Berê bizincîr bûye, ne niha. Lê em teva ku ne di nav pergalek koledar da ne jî, ev çi zincîr e li stûyê me? Û pirsa herî girîng, çawa em wiha hem bi zincîr, hem jî bê…zincîr in?
Ji wê quncikê ku me nizanim çawa lê bicîh kirine li dinyayê dinhêrin em, lê dinya li me nanhêre. Ji cilên me yên ku du gomlekên spî tê de hene nediyar e ku mewsîm çî ye. Jixwe zêde xema me jî nîne! Lê wek ku em li tiştek digerin, li mucîzeyek…li xeberek xweş… li şikênandina zincîran. Em bêhêvî nîn in, belî ye. Em li benda hin tişta ne. Li benda hin bersîvan, hin pêkhatinan…
Zincîrê li stûyê me jî nekarîye stûyê me xwar bike û bitewîne. Jixwe wek ku zincîr jî nizane li wir çi dike. Wek ku ew jî ji ber xwe ve şerm dike. Lê li wir e dîsa jî, di stûyê me yê azad de…
Çima resmê me kişandine, di wê hayhoyê de resimkêşê ji ku peyda kirine? Ji me pirsîne ka em dixwazin bên kişandin an na? Em nizanin, lê xwîya ye paşê poşman bûne. Ji ber ku me bi tevî bêzincîrîya… xwe gotîye: De bikşînin! Awirên me dengê gullebaranekê li derdorê reşandine.
Pêlavên me naxwîyên, çima resim ji nîvî de kişandine? Derdora me naxwîyê, kî heye, kî tune ye? Lê destên me yên paqij…Ên ku wek bazên xwedanandî dixwîyên, dibêjin ku me tu tiştek nebaş nekirîye. Bi xwe bawer in. Nafirin, lê hê jî baz in.
Dem nîvro ye an sibe? Seet çend e? Ji bo di cêba me da ye em nizanin. Lê jixwe dîyar e ku seeta dil şikestîye jî. An na me yê çima li vir, di vê resmê zincîrkirî de li xwe û li jîyanê mêze bikira? Em ê çima li wir asê bimana? Herçî ez im sîh sal di vê resmê de zincîrkirî mam. Sîh sal bêzincîr mam di vê resmê zincîrkirî de, di vî resmê me tevan de.
Qey têr nekir, niha jî di vir de li we û li xwe dinhêrim. Bi bêrîya Çakûçê Kawa, aşiqê helbesta bêzincîrîya awirê wan dibim. Li dora hêrs û hêvî û hêvîşikênîya wan digerim. Lê dizanim, derdê me zincîrşikênî ye ne hêvîşikênî.
Wek ku van awirên bêzincîr, li zincîrên li stûyê wêneyên me jî dinhêrin, wêneyên me yên ku em hema aniha li wan dijîn! Îcar dê çi şerm be ku vê bêzincîrîya wan a ku paşê xwe ji zincîrên li stûyên xwe jî rizgar kir, rastê zincîrên me yên cûrbecûr were! Çimkî belkî zincîr û zincîrkirîyên di vê resmê de jî em in, hema vê sanîyê hatîye kişandin ev resim. Lê ew lê bêzincîr in, em bizincîr.
Sal:1921! Em zincîrkirîyên bêzincîr in.
Sal:2024! Em bêzincîrên zincîrkirî ne an?
(MR/AY)