Fotograf: AA/ Arşîv
Çawa ku di payiza 2017an de nakokîyên di navbera Katalan û Îspanan de ji adetê derketin, li sikak û şaneşînan al jî zêdetir bûn. Di şibakên hinan de ala Katalonyaya azad û di ya hinekan de jî ya Îspanyayê hebû. Yên ku ji al û sînoran aciz bûn ala rengorengo ya tîbetan bi dervê xanîyan, cihekî guncan ve dikirin. Wan alan ji sikakê ve bawerî û karaktera cîranan dida dest berîya hevdîtinekê. Hêsanî û erzan dibû pêderxistina profîla niştecihên avahiyekê.
Di wê avahiya ku keça Dîyarbekirê ew salek bû lê dima jî, cîranê wê yên li hember ala xwe bi şaneşîna xwe ve berdabûn. Cîranê bin wê, vêca ya xwe ya Katalonyayê li ber çavên xelkê raxistibûn.
Salek derbas bibû lê cîranê hember, Francisco rojkê jî slava şerhê çi ye, li vê kurda hanê nekiribû. Wê di dilê xwe de digo: Gidîyanê, ev qey li vir jî nijadperestîya wan bi me dikare. Ji ku zane ez çi kes im, halo dilê xwe ji min dixelîne. Çiqas qomîk e.
Nîvroya Çarşemekê, keçik rabû şaneşîn da hev, ew malaşt hinekî. Havîn nêzik dibû, axirê vî neqebka dikê hebû, ew ê vê havînê pê bi xeriqîyana. Paqijî qedîya. Keçika ser-reş, pêsîr-gir û çavbeloq bi çengurrê çend kursîyên naylonî ku ji ber tavikê spîçolkî bibûn girt û ew derxistin devê derîyê derve. Hemin dê xebatkarê ku textik mextik berhev dikirin ji devê derîyan, bihata û ew bibira. Tew belkî hewcedarek li wan biqelibîya, bi qemçika wan bigirta, ji xwe re bibira biçûya malê, ma ji vê baştir! Bi xwe serbilind dibû ku wiha difikirî. Rehm di dilê min da hê pir e.
Vir, ne Amerîka Latîn e
Wexta danê êvarê, ser-reşê daxilî xwarê bû da ku here çend bîrayên cemidî bikirre were, li ser derîyê derve kaxizek çeloxwarî dît. Wê bi Îspanî zanibû. Li ser vê kaxizê bi gramera şaş halo dinivîsî: Roja Înê roja derxistina textik û alavên kevn ên malê ye! Zû werin! Van rabikin ji devê derîyê avahîyê! Vir, ne Amerîka Latîna ye!!!
Wek ku cêreke ava cemidî ji jor ve bi serê wê de berdî, li ser-reşa me hat. Diponijî îja: Ji Francisco yî pêvtir ne kes e nûserê nijadperestê hanê. Wî ew kursî li şaneşîna me dîtibûn. Îja Amerîka Latîn çima? Ma ne, di 2015an de li temamê Kubayê gerîyam min devê derîyê gemarî nedîtin. Çavên min û pêsîrên min gir in, loma dibêje herhal ez ji başurê amerîkayê me. Di serê wê de mesele safî nebû, lê wê kursî ji derve neanîn malê ji qehra nezanîya vî yextîyarî. Derengê êvarê, bi tesadufî ji şibakê dît, wa bû xebatkaran rahişt herdû kursîyên spîçolkî,ew avêtin ereboka hesinî, derbas bûn, çûn mehelakî din.
Malavahîya bi 80 euroyan
Teq teq teq..derî lê dikeve şev nîvê şevekê, Kurdê tenê ye li malê. Ev çi teba ye? Derî vedike û pîreka ser-zer, jina Franciscoyî li hember xwe dibîne. Te xêr e, bêhnfişkê tu zeft kirîyî? Wiha digot:Mêrê min ji ser hişê xwe ve çû, xewirî çilo lê hat nizanim. Ez nizanim û nikarim tena serê xwe wî rakim! Digirîya, li destekî wê telefon bi tîma li ser ambûlansê re dipeyivî.Ew derhal derbasî mala wan a ku keçikê di xewnên şevan de jî nedîtibû, bûn. Francisco meytkî li erdê dirêjkirî. Piştî zik dabû ber şîva êvarê heta bêjî bes û xwe li ser pişt li ser yanê dirêjkirîbû de qene li şîroveyên maça Real-Madrîd û Barçayê binêre, krîza dilî derbas kiribû.
Keçika dilbirehm telefonê ji destê ser-zera ku di nava bîcemê pemba de ye digire û li şîretên doktorê godarî dike. Yek,do,sê,çar....deh! Dîsa yek,du,sê çar....deh! Dîsa... hê xurttir! Nesekinî ha! Hêla xwe baş kontrol bike! Vê masaja dilî jê re çêbikin heta em digihên wir! Bi vî halî 20 deqe derbas dibin. Tîma ambûlansê hat, gihişt serê. Ew bi mekîneyê girêdan. Qeysê nîv saetê ew ji erdê hilanin û danin ji bo dil nesekine. Malî û malbata wî tev hatin ser. Axir ew birin nexweşxanê. Serê sibê zû, jina wî dîsa li derîyê keçikê da. Di destê wê de hinek kulîlk û zerfek. Gotê: ez hatime malavahîya te bikim. Te mêrê min xelas kir. Bi xêra masaja ku te jê re kir, wa rih pê de hat dîsa. Hîna jî li xestê ye. Kerem bike ev ji bo te ne. Di zerfê de qerteka danûstendinê ya 80euroyî heye.
Slavek li me nekir û çû
Piştî wergirtina malavahîyê bi 3 rojan, keçik ji dikandarê mehelê yê Pakistanî pê dihese ku Francisco do mirîye…(MA/FD)