Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê doza malbatên ku hestiyên zarokên xwe dixwestin, qebûl nekiribû. Ji ber ku malbat nikarin 40 hezar lîreyî weke “heqê delîlan” bidin, wê qaymeqamî dest deyne ser hestiyan. Malbatên ku zarokên wan li Gorandeştê ya Şaxa Wanê di dema pevçûnê de hatibûn kuştin ji bo hestiyên zarokên xwe werbigirin doz vekiribûn.
Tûran Ece, parêzerê malbatan biryara Dadgeha Hiqûqê ya Aştiyê ya Şaxê qebûl nekiriye û li dadgeha bilind îtiraz kiriye.
Di daxwaznameya îtirazê de hatiye gotin ku malbat bitenê hestiyên zarokên xwe dixwazin, daxwaza wan bes ev e.
Parêzer Tûran Eceyî gotibû ku dibe ew hestiyên dane qaymeqamiyê, li gora bêkesan werin veşartin.
Biryara alîkariya bi malbatan re betal kirine
Eceyî diyar kir ku ew ê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin.
Dema malbatan doz vekiribûn, daxwaza alîkariya darayî ji bo dozê kiribûn. Ev biryar hatibû qebûlkirin.
Lê her çiqas di dema dadgehkirinê de rewşa darayî ya gundiyan ne guherîbe jî, bêyî li bendê bin ku dadgehkirin biencam bibe, biryara dana alîkariyê guherandibûn.
Di 21ê Tebaxa 2014an de dema ji bo keşfê çûbûn Deşta Feraşînê derketibû holê ku beşeke mezin ji hestiyan, berî keşfê birine wir. Ew hestiyên ku mane, heke Dadgeha Bilind vê biryara dadgeha herêmî erê bike, wê bidin qaymeqamiyê.
Hestî niha li Edliyeya Şaxê ne.
Çi bûbû?
Di 12ê Çiriya Pêşiyê ya 1998an de li Gorandeştê ya Şaxa Wanê di navbera PKKiyan û leşkerên tirkan de pevçûnê rû dabû. Li gorî daxuyaniya saziyên dewletê 22, li gorî ya PKKyê 27 gerilayan can dabû. Cenazeyên gerîlayan nedabûn malbatan.
Piştî malbatan di Tîrmeha 2011an de pê hisiyan ku li Şaxê goreke komî heye, serî li Komeleya Mafên Mirovan a Wanê dan. Malbata Ardûçî di 4ê Çiriya Pêşiyê ya 2011an de serî li ÎHDya Wanê, malbatên din jî di 11ê Tebaxa 2011an de li ÎHDyê dabûn.
Parêzerên ÎHDyî serî li Serdozgeriya Komarî ya Şaxê dabûn û xwestibûn ku “dewlet gora komî veke, testên DNAyê çêbike û ew kesên dibêjin ew hestî yên xizmên wan in, bidin wan.
Serdozgeriya Komarî ya Şaxê di 24ê Tebaxa 2011an de biryar dabû ku “li ser navê civak û dewletê hewceyî peyketinê nîne” û “erka dadgeha hiqûqê ye ku van daxwazan binirxîne.” Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê ev biryar pejirandibû.
Parêzer Tûran Eceyî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. DMEEyê di 20ê Adara 2013an de biryar dabû û pirsî bû bê ka ew dosyeya ku bi hinceta “hewceyî peyketinê nîne” nehatiye qebûlkirin, birine dadgeha hiqûqê yan na.
Piştî vê biryarê Parêzer Eceyî di 26ê Nîsana 2013an de serî li Dadgeha Aştiyê ya Şaxê dabû. Di envama vê de jî doz li Dadgeha Hiqûqê ya Aştiyê ya Şaxê vebûbû. (AS/AY)