Fotograf: Arşîva Diren Gazeteci (X)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” doz li 12 endamên Komele û Federasyona Ciwanan hate vekirin.
Dozgerî di îdianameyê de “strîn, daxuyaniya çapemeniyê, nivîsîn û xêzkirin” wêke sûc nîşan daye.
Parêzer Doga Încesûyê ji bianetê re got, “Di îdianameyê de rîtima li ber stranên Grup Yorumê, lixwekirina cil û bergên rengê xakî, weke sûc hatiye nirxandin. Tew ji bo kesên cil û bergên bi rengê xakî li xwe kirine, hatiye îdiakirin û gotin ku, dibe xebat di yekîneyên propagandaya çekdarî ya rêxistinê de cih girtibin. Miwekîlekî me ji ber pirtûka helbestan a xwişka xwe kiriye, tê sûcdakirin.”
Her weha hate îdiakirin ku bersûc, “xwe xistine pişt gotinên demokratîk û daxwaza mafan kirine.”
Di berdewama îdianameyê de hate gotin ku “rêxistinên terorê ji bo metodên xwe yên kotekî, tundkarî yan jî gefxwarinê dihewînin rewa nîşan birdin, an jî pesnê wan bidin ango ji bo serî li van metadon bidin wan teşwîq bikin, car caran dikarin sloganan biavêjin, car caran pankartan hildin, stranan bistrên, metna daxuyaniya çapemeniyê binivîsin, nivîsan binivîsin, wêneyan xêz bikin.”
7 bersûc di 15ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de hatibûn desteserkirin, di 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de jî hatibûn girtin.
Digel ku hemû jî li Stenbolê hatibûn desteserkirin, ew şandibûn Girtîgeha tîpa Syê ya Antalyayê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Kandirayê, Hejmara Tîpa Syê ya Kavakê ya Samsûnê, Girtîgeha Tîpa Syê ya Manavgatê ya Antalyayê.
Yekem danişîna wan wê roja 27ê Îlonê li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê pêk bê. (AS/FD)