Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cevdet Tatarî ji bo cenazeyê birayê xwe yê di dema şerekî de miriye, werbigire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye. Birayê Tatarî, Hozan Hogir li Şaxê, navçeya Wanê, di dema pevçûnê de miriye û li goreke komî hatiye veşartin.
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn, daxwaza Tatarî ret kiriye, parêzer Tûran Eceyî li ser navê malbata Tatarî daxwazname pêşkêşî dadgehê kiriye.
Bixwîne - "Tenê hestiyên zarokên xwe dixwazin"
Di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1998ê de li deşta Andîçenê ya Gundê Karabogaziyê ya navçeya Şaxê pevçûn derketibû û komeke PKKyî li wir miribûn. Leşkeran cenazeyên wan li wir hiştibûn. Malbatên PKKyiyan ji sala 2011ê û vir ve têkoşîna hiqûqê didin.
Piştî 9 salan biryara nepeyketinê dabûn
Cenazeyê Hozan Hogirî jî yê yekî ji wan e. Birayê Hozan Hogirî, Cevdet Tatarî serî li Serdozgeriya Komarî ya Şaxê dabû û xwestibû ku cenazeyê birayê wî bidine wî. Serdozgeriyê 9 salan di tiştek nekir û di 27ê Sibata 2020ê de biryara nepeyketinê dabû.
Li Dadgeha Hiqûqê ya Aştiyê ya Şaxê derbarê komên gorî de dadgehkirineke din pêk hatibû. Di 23yê Îlona 2013ê de bi îmzeya F.O. Çawişê payebilind ê cendermeyan ê pispos ê Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Karabogaziyê, dokunamek pêşkêşî dadgehê kiribû. Çawişî di wê dokunamê de hatibû ku di encama operasyona li herêmê de, 22 kes “bi mirî hatine zeftkirin”. Parêzer Tûran Eceyî ji bianetê re got, vê dokumanê jî nîşan kiriye ku cenderme mirov kuştine û ew bi darê zorê winda kirine. Malbatan daxwaza cenazeyên xwe kiribûn ku ew ji Saziya Tiba Edlî şandibûn emaneta edliyeyê. Lê ji her malbatekê 40 hezar û 400 lîreyê tirkan weke “hezra delîlan” xwestibûn.
“Malbata miriyî ceza dikin”
Parêzerî di daxwaznameya xwe de gotiye ku mijar “binpêkirina mafê şîngirtinê ye.”
Diyar kiriye ku bi nedana cenazeyî ya ji bo malbatê û windakirina wî re mafê şîngirtinê tê astengkirin û ew jî li gorî “Peymana NYyê ya li Dijî Îşkence û Kiryarên Din ên Zilimkar, li Dijî Mirovahiyê an jî Biçûkxistinê ya di sala 1984ê de hatiye îmzekirin” û “Peymana Ewropayê ya Pêşîlêgirtina Îşkence û Kiryar û Cezayên Dijmirovahiyê an jî Biçûkxistinê” sûcên li dijî mirovahiyê ne û ji ber wê nabe xala demboriyê ji bo wê were pêkanîn.
Parêzer Eceyî destnîşan kiriye ku “Bi nedana cenazeyê birayê serlêderî yê li dijî dewletê sûc kiriye ji bo malbatê, malbat tê cezakirin.”
Her weha gotiye ku beriya niha jî derbarê van biryaran de serî lê dane û biryareke din a DMMEyê heye lê dadgehan û dozgeriyê lêpirsîneke bibandor nekiriye. (AS/FD)