Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ez demildest dixwazim azad bibim, ez dixwazim ji bo hemû grtiyan yaseya serbestbûna bi kontrol, bi cih bînin.”
Berdevkê Hewldana Nifşê 78an, rojnameger û nivîskar Celalettîn Can, ji bo ku piştgiriyê bide rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, rojekê bûbû berpirsê weşanê. Can ji bo vê helwesta xwe, hate girtin û ew birin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê). Nîmet Tanrikûlûyê ji bianetê re behsa pêvajoya desteserkirin û birina wî ya girtîgehê û tiştên hatine serî wî kir.
Tanrikûlûyê diyar kir ku serbestiya bikontrol, ne gorî rêgeza wekheviyê pêk tînin û li gorî kêfa xwe bi cih tînin. Bi gotina Tanrikûlûyê, li gorî vê yasayê, divê Celalettîn Can serbest bibe:
“Ne tenê Celalettîn Can, em daxwaz dikin ku divê ji bo hemû girtîyan, rêgezên hikûqê yên yasaya bicihanîna cezayan pêk bên. Di dema hevdîtina me de Celalettîn Canî got ku sepandina bi vî rengî ne hiqûqî û ne mirovî ye, divê demildest ev rêgez biguherin. Wî destnîşan kir ku nabe bazar li fikr û ramanên mirovan, nerînên wan ên siyasî bibe û ev nayê webûlkirin û divê yasa bi cih bibe.”
“Ger hikûq pêk bihata, gereke li derve bûya”
Celalettîn Can ji bo piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê ya di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnan (KHK) de hatibû dadgehkirin. Di encama dadgehkirinê de sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbûn.
Can divê 11 meh û 25 rojan di girtîgehê de bimîne.
Nîmet Tanrikûlûyê cudakariya li Canî hatiye kirin bi van gotinan aşkere kir:
“Di gelek dozên din de yên ku piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye, cezayê li wan hatiye birîn, taloq bûn, lê biryar hate dayiîn ku cezayê Can bicih bê û ew xistin girtîgehê.
Lê di gelek dozên din de ên bi heman sedemê vebûne, dadgehê digel ku bersûcan nexwestiye, biryara taloqkirina cezayê daye. Hinekên din jî her çend ceza li wan hatiye birîn jî, ji xala serbestiya bikontrol sûd wergirtine. Ev jî nîşan dide ku pêkanîna vê xalê ne hiqûqî lê kêfî ye.”
“2 roj û nîvan av nedanê”
Celalettîn Can ji bo cezayê lê hatiye birîn, bi cih bê, roja 31ê Tebaxê çûbû Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir kelemçe li destên wî xisin û ew li cihekî tarî hat sekinandin, tiştên pêwîstiya wî pê hene, nedan wî. Heman rojê saet li derdora 17.00ê ew birin Girtîgeha Metrîsê.
Tanrikûlûyî diyar kir ku “Li Çaglayanê bi tenê xwarina me kirî dan wî, tî hiştin. Li Metrîsê jî li cihekî wiha ew ragirtine ku ne paqij e. 2 roj û nîvan av nedane wî, dermanên xwe nexwariye. Li Girtîgeha Metrîsê xwarin jî nedane wî. Hin tişt ji kantînê xwestiye, lê ew jî nedane wî. Dema pirsiye, gotine, me ji bîr kir.”
Can di 2yê Îlonê de şandine Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê).
Tanrikûlû bi van gotinan behsa tiştên ku li vir hatine sere wî kir:
“Li Sîlîvriyê jê dipirsin ka tu di xwazî li ba kê bimînî. Ew jî dibêje, dixwaze bi Can Atalayî re bimîne. Qebûl nakin. Vê carê ew jî navê Şaredarê Berê yê Wanê Bekîr Kayayî dide ku ji girtîgehê berê hev nas dikin. Wê jî qebûl nakin. Jê dipirsin, ‘beşên bialî û bêaliyan hene, tu dixwazî biçî ku?’. Can jî dibêje ‘Ez cudakariyeke bi vî rengî qebûl nakim, aliyê min diyar e, ez aliye aştiyê, bicihanîna mafên mirovan, demokrasiye me, ez rojnameger, nivîskar im’ wê gavê dibêje ew dixwaze li beşa yekkesî bimîne. Wê jî qebûl nakin.
Paşê dibêje ew dixwaze li cem nivîskar Îlhan Çomakî bimîne lê ew jî qebûl nake û dibêjin ew beş a ‘kesên alîgiran e’. Can jî dubare car dibêje, ‘Ez wî nas dikim, ez dixwazim biçim cihê wî, ez cudakirina alîgiriyan qebûl nakim.’
Niha li beşa ku Îlhan Çomak lê ye, tê girtin. Jê re gotine, biryara serbestiya bikontrol ji bo beşeke mezin a van girtiyên li vê hêlê pêk nayê.”
Tanrikûlûyê destnîşan kir ku Celalettîn Canî xwestiye yasa ne li gorî cihên mirov lê dimînin, lê li gorî hiqûqê pêk bên. (AS/FD)