Ridvan Karaman: “SîneVan cihê xebata sînemeyê ya kollektîf e”
Li Wanê kar û xebatên çand û hunerî ji aliyê gelek kesên ku tên gel hevdû û bi derfetên xwe dikin, pêk tên. Ji platformên mûzîkê heta yên wêne û mûzîkê jî bi vî awayî derbas dibin. Platforma bi navê SînaVanê jî yek ji van komeke ku bi awayekî kollekktîfî bi keda çend kesan her heftî filmek tê nîşandan.
SîneVan yek ji platforma sînemayê ya ku ji gelek sînemahezên li Wanê pêk tê, hatiye avakirin. Her rojên Çarşemê xebatkarên SîneVanê filmekî hildibijêr in û hemû sînemahez li cafeya bi navê Humanê li dora film kom dibin.
Ji ber êdî germahiya havînê destpê kir SîneVanê jî berê xwe sînemeya hewşê û li hewşa cafeya bi navê Hanciyê destbi nîşandana filmên xwe kirin.
Sînevana ku ji aliyê civaknas, sînemager û sînemahezan ve kar û xebatên wê tên meşandin ji sala 2020î ve didomînin.
Yek ji xebatkar û endamê SîneVanê û her wiha civaknas Ridvan Karaman têkildarî xebatên SîneVanê de bi bianet kurdiyê re axivî û got, “SîneVan di encama xebateke kollaktîf de pêk tê”
Her weha Karaman destnîşan kir ew kurtê fîlmên ku xwendekarên zanîngehê çêdikin jî pîşan didin.
(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir