Demek berê sûka sihafan hebû û ji ber projeyên wek ku dê cihekî nûtir bê avakirin,hat xerakirin. Lê di pirtûkxaneyên Sûka Sihafan de jî her çiqas berhemên bi tirkî yên klasik cîhanê û yên dersan hebin jî di berhemên kurdî de ev rewş diguherî, pir û pir qels bûn.
Di bajêr de cihekî ku mirov here û her berhema dixwaze bigre û bistîne zêde ne mimkûn e. Berhemên nû derketî bi taybetî yên bi kurdî, ji bo xwendekar xwe bigihêjînin wan bi rojan li bendê dimînin.
Yek ji pirtûkfiroşê ku 6 salan di Sûka Sihafan de mayî û hewld dida ku vê pirsgirêka ji bo pirtûkan çareser bike Yalçin Yokûş e. Gelek berhemên ku me serê Wanê dianî binê û me berhemên nedîtin ji pirtûkxaneye Yalçin Yokûş peyda dikirin. Lê di meseleya berhemên kurdî de ev yek bêguman ji bo pirtûkxaneya Beydebayê jî derbasdar bû.
Pirtûkfiroş Yalçin Yokûş ew bi xwe jî xwendekarî pir jêhatîye û xwestiya van xwendinên xwe bi gelek kesên ku ji pirtûkan hez dikin re parve bike. Li ser vê yekê 6 sal berê li Sûka Sihefan pirtûkxaneyekê vedike lê piştî sûk di çerçoveya projeya nûkirinê de hat xerakirin bar dike taxa Şerefiyeyê ya navenda Wanê.
Di nivê Sûka Wanê de mirov dikare bêje ku pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji bo xwîneran. Derbarê pirtûkxane û xwînerên berheman de Yalçin Yokûş bi bianetê re axivî û wiha got:
“Li Wanê em ji parkan bigirin heta gelek tiştan, cihê ku mirov lê nefes bigire kêm in. Min jî xwest bi pirtûkxaneyeke ku xwînerên ji xwendinê hez dikin, hem bên lê çay û qahweya xwe vexwin hem jî cihê lê xwendinê bikin û li ser berheman nîqaş bikin, vekim.”

(WT/AY)





