Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Stand-upa bi kurdî di van salên dawî de bi Erdal Kaya, Ozcan Ateş û hwd li gelek deveran êdî belav dibe. Ev nêzî du salane ku li Wanê jî gelek ciwanên hatî gel hevdû ji bo şano û stand-upa bi kurdî jî kedeke mezin didin.
Ev koma Stand-upê ya di bin navê “Şîn û Şahî”yê de kom bûyî ev du sal in ku li gelek bajarên wek Êlih, Stenbol û Amedê jî her wiha derketin ser dikê.
Yek ji endamê Şîn û Şahîyê jî Menderes Kahramanê ku deh roj berê dîmenekî wî yê ji stand-upa li ser dika Êlihê ji mîlyonekê zêdetir hat temaşekirin.
Koma Şîn û Şahîyê ku doh li ser dika cihê bi navê Humanê ya li Wanê ku bi 5 kesan derketin ser dikê rastî eleqeyeke baş hat.
Me li ser Stand-upa kurdî bi Menderes Kahraman re axivî û ji me re him qala destpêka Şîn û Şahiya ku li Wanê destpêkirî him jî behsa xwe û henekên xwe ji me re kir.
Menderes di axaftina xwe de wiha got:
“Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne û jixwe jiyana me kurdan jî henek in.Ev yek jî dike ku hewcebûn bi haziriyeke ji bo mirov henekan bike, nake.”
(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir
Li Wanê ÎHDê bi bernameyeke helbesta kurdî 21ê Sibatê pîroz kir