Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê hat qebûlkirin
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn piştî li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat nîqaşkirin, bi piraniya dengan hat pejirandin.
Pêşniyaryasaya bi 468 dengên erê, 88 dengên nexêr û 6 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê ye
Tê pêşbînîkirin ku ev yasa ji bo pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan bibe çarçoveyeke yasayî.
Pêşniyaryasa di encama hevdîtin û gotûbêjên li Lijneya Giştî de, bi piraniya dengan ji parlamentoyê derbas bû.
Pêşniyaryasaya bi 468 dengên erê, 88 dengên nexêr û 6 dengên bêalî hat qebûlkirin. Piştî vê Parlamento heta 1ê Cotmehê ket betlaneyê.
Metna pêşnûmeya “pêvajoyê” aşkere bû
Yasa ji 12 madeyan pêk tê
Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî, bi madeyên bicihkirinê re bi giştî ji 12 madeyan pêk tê.
Ji bo ku yasa were bicihkirin, şert hatiye danîn ku biryara Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Pêşnûmeya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Komîsyona Dadê hat pejirandin
(AEK/AY)