Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê ye
Pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin.
Îro jî pêşnûme ji bo Lijneya Giştî a Parlamentoyê tê nîqaşkirin. Piştî nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî li ser qanûna çarçoveyî li bendê ne qanûn di encama dengdayînê de di Desteya Giştî ya Meclisê de bê erêkirin û bibe qanûn.
Rojeva parlamentoyê weha ye:
Serokê Giştî ê MHPê Devlet Bahçelî ji bo şopandina pêşnûmeya “pêvajoyê” hat Parlamentoyê.
Piştî ku rojnamegeran bi bîr xist ku derbarê pêşnûmeya qanûnê de nîqaş hene, Bahçeli bersiva "Hûn ê 18 saetan li bende bimînin" da.
🔴MHP Genel Başkanı Devlet Bahçeli, çerçeve yasa teklifinin görüşüleceği TBMM Genel Kurulu’na geldihttps://t.co/aes45Mg2Kx pic.twitter.com/RsFsnnD9Gj
— İlke TV (@ilketvcomtr) August 10, 2026
Serokê Koma AKPê Abdullah Guler, Serokê Koma CHPê Faik Oztrak û Cîgirê Serokê Koma Partiya Yeni Yolê Selçuk Ozdag, berî rûniştinê ji bo silavdayînê çûn gel Bahçelî.
Gulistan Kiliç Koçyigit: Firsendeke dîrokî li pêş me ye
Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê diyar kir ku ew pêşnûmeya qanûnê ji bo demokratîkbûnê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd wekî destpêkek girîng dibînin. Koçyigitê destnîşan kir ku kêmasiyên pêşniyarê hene û banga pêkanîna biryarên AYM û DMMEyê, xurtkirina azadiya derbirînê û rêxistinbûnê, rakirina astengiyên li ber zimana dayikê û misogerkirina îradeya kesên hatine hilbijartin kir.
Gülistan Kılıç Koçyiğit:
— Süreç (@baris_sureci) August 10, 2026
📌Önümüzde tarihi bir fırsat var, Meclis'in ortak aklına inanıyoruz.
📌Barışı birlikte kalıcılaştıralım, eşit yurttaşlığı birlikte güçlendirelim. pic.twitter.com/wW1a6TT4vS
Dervîşoglu silav li Bahçelî nekir
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got ku ew ê tevkariyê li pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" bikin, lê belê ew ê li dijî hewldanên ku ji bo "jihev veqetîn û pevçûnê" bingehê amade dikin bisekinin.
Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Musavat Dervişoglu diyar kir ku ew ê li Civata Giştî ji bo pêşnûmeya "qanûna çarçoveyê" dengê "na" bikar bînin û bang li parlamenteran kir ku piştgiriyê nedin vê pêşnûmeyê.

Dervişoglu dema ku hat Civata Giştî, silan neda Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî.
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya di çarçoveya “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” de hatiye amadekirin li Lijneya Giştî a Parlamentoyê ye.
Endamê Dîwana Serokatiyê ya Parlamentoyê yê MHPyî Celal Adan wê serokatiyê ji rûniştina Lijneya Giştî re bike.
#CANLI | Çerçeve Yasa Meclis’te görüşülüyor https://t.co/4d8YWRgrLF
— bianet (@bianet_org) August 10, 2026
Piştî ku pêşnûme li Lijneya Giştî ket rojevê, dê serokên giştî yên partiyên siyasî an jî nûnerên wan mafê axaftinê bigirin. Di destpêkê de dê axaftinên erênî ji bo pêşnûmeyê bên kirin. Her weha piştre jî dê axaftinên li dijî pêşniyarê bên kirin.
Lijneya Giştî dê piştre derbasî nîqaşên li ser tevahiya pêşnûmeyê bibe. Piştî ku ev beş bi dawî bû, dê xalên pêşnûmeyê yek bi yek bên nîqaşkirin.
Şandeya Îmraliyê û Heverokên Giştî ên DEM Partiyê hatin Parlamentoyê
Heverokên Giştî ên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û endamên Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan silav dan Bahçelî.
Dem Parti eş Genel Başkanları Tuncer Bakırhan ve Tülay Hatimoğulları ile İmralı heyeti üyeleri Mithat Sancar Pervin Buldan kuliste Bahçeli’nin yanına giderek selamlaştı.
— Balâ Ateş (@balaates) August 10, 2026
Kısa süreli sohbet ettiler
Pervin Buldan: selam vermek istedik pic.twitter.com/TXNHtvsK1r
Parlamenterê DEM Partiyê
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemergê Onur Duşunmez jî bi lêv kir ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û piraniya meclisê li rex aştiyê cih girt û wiha got: “Ez hêvî dikim ew gava yekem bibe wesîleya destpêka avakirina Komara Demokratîk.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew hêvî dikin ew gava yekem bibe wesîleya aştiyê û ew dê têkoşîna xwe ya ava kirina Komara Demokratîk û aştiya mayindê bidomînin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bi lêv kir ku şer bandor li ser hemû kesan kiriye û got ku ew ji bo hemû kesên piştgiriya aştiyê dikin re spasiyê dikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî gotinên Aram Tîgran ku gotibû ‘Heke ez careke din bêm dinyayê dixwazim hemû çekan bihelînim û bikim saz û cumbuş’ bi bîr xist û got ku ew qanûn ji bo aştiyê deriyekî vêdike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukçu jî bal kişand ser çalakiya karkerên madenê û xwest mafên karkerên madenê bi cih werin.
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak jî bi lêv kir ku ew qanûn derfeteke mezin ava dike û parlamento ji rojeke dîrokî re malivaniyê dike û got ku ew hêvî dikin ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî bi lêv kir ku divê rexneyên çêker ên li ser qanûna çarçoveyî ber bi çav bê girtin û xwest ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî got ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û anî ziman ku ew qanûn rêya aştiyê û biratiyê ronî dike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku firsendeke dîrokî ji bo aştiyê heye û xwest ew qanûn bibe destpêka hiqûqeke nû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî derfet ava kiriye ku pirsgirêka Kurd çarçoveya ewlehiyê de were zemîna hiqûqê.
Piştî axaftina parlamenteran cîgirên serokê komên partiyan axivîn.
Cîgirê Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya bi lêv kir ku di vê serdemeke ku şer bi dawî dibe de berpirsyariyeke mezin dikeve ser hemû kesan û got ku piştî di meha cotmehê de meclisê dest bi xebatan kir ji bo demokratîkbûyînê jî xebat bên pêşxistin.
Cîgirê Serokê CHPê Rahmî Aşkin Turelî jî da zanîn ku ji bo aştiyê ew dê piştgiriyê bidin qanûn.
Partiya NÛ: Helwesta me serokê me yê giştî diyar bike
Cîgirê Serokê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr jî destnîşan kir ku li gor rapora komîsyonê gava yekêm tê avetin û wiha got: “Lê xala din a rapora komîsyonê jî demokratîkbûyîn bû. Lê mixabin li ser vê xalê tu gav nehatin avêtin. Ji bo qanûna çarçoveyî jî me rexneyên xwe anîn ziman. Lê ji bo qanûn helwesta me ji aliyê serokê me yê giştî ve were diyarkirin û em ê ji raya giştî re parve bikin.”
Cîgirê Serokê Koma AKPê Abdulhamît Gul jî destnîşan kir ku bi vê qanûnê ew ê planên emperyalîst li dijî biratiyê jî hilweşînin.
Piştî axaftina Serokwekîlan pêşniyarên ÎYÎ Partî û AKPê li ser qanûn hatin xwendin û parlamenteran li ser pêşniyaran mafên axaftinê girtin. Piştî axaftinan pêşniyar ji dengdayînê re hat pêşkêşkirin û nehat qebûlkirin. Piştrê jî navber ji bo rûniştinê hat dayîn. Piştî navberê rûniştin dê berdewam bike.
Mahmut Arikan:"Çareserî bi avakirina biratî û aştiyê pêkan e"
Di serî de Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan axivî. Mahmut Arikan bi lêv kir ku ew di sedsala 2yemîn a komarê de ne û wiha axivî:
“Lê hê jî pirsgirêkên divê em çareser bikin hene. Em îro li ser qanûneke ku hem paşeroj û hem jî pêşeroja Tirkiyeyê eleqadar dike diaxivin. Em di berê de biratiya vî welatî diparêzin. Tevî rexneyan jî me piştgiriya pêvajoyê kir. Ew piştgirî ne piştgiriya desthilat an şexsan e. Piştgiriya me ji bo çareseriyê ye. Çekberdan û ji holê rabûna şer tenê destpêkek e. Çareserî bi avakirina biratî û aştiyê pêkan e. Di vir de mesele ne rakirina ji holê ya terorê ye. Di heman demê de sedemên avabûna terorê ji holê rakirin e. Her wiha piştî teror bi dawî bû em ê Tirkiyeyeke çawa ava bikin. Divê em bersiva vê bidin; Ew qanûn terorê ji holê radike yan sedemên avabûna terorê ji holê radike? Ji ber wê jî çarçoveya partiya Saadetê bernameyeke avakirina biratiyê ye. Heta edalet nebe aştî nikarê mîsoger bibe. Heke hûn ê aştiya civakî ava bikin divê hûn baweriyê xurt bikin.”
‘Hêvî dikim ew pêvajo jî nebe xweziyek û bigihêje encamê’
Piştre jî Cîgirê Serokê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen axivî. Mehmet Emîn Ekmen gotinên Abdullah Ocalan ên di salên 1993yan de ji bo aştiyê anî bû ziman, bi bîr xist û got ku ew wê demê pir nêzî çareseriyê bûne xwezî bi ser biketa û ev tişt anî ziman:
“Em hêvî dikin ew pêvajo jî nebe xwezî. Em bawer in li gor salên derbasbûyî ew pêvajo ji bo çareseriyê xurttir e. Sedema wê jî yek rola birêz Devlet Bahçeliyê û Abdullah Ocalan ku bersiv da vê bangê, pêvajo anî merhaleyê. Amadekirina qanûneke bi vî rengî pir zehmet e. Jixwe ew zehmetî di xalan de jî diyar e. Di xalan de diyar e ku ew zehmetî hê derbas nebûye. Pêşkêşkirina bi vî rengî ya qanûnê jî pirsgirêk bû. Qanûn dereng hat xistin. Sedema vê jî israra teyît û tespîtê bû. Divê ew nebûna şert û handîkapên vê dê bibin. Divê di serî de zemîna hiqûqî pêk bihata û di 6 mehan de endamên rêxistinê bixwesta vê hiqûqê sûd bigirin dê bihata. Yek jî dema endamên rêxistinê vegeriyan divê bernameyeke entegrasyonê bikeve meriyetê. Lê di vê qanûnê de li ser entegrasyonê tiştek tune ye. Hêvî dikim ew pêvajo jî nebe xweziyek û bigihêje encamê.”
CHP: Em ê dengê erê bidin
Piştrê jî parlamenterê CHPê yê Qersê Înan Akgun jî destnîşan kir ku ew di serdemekê nû de û wiha axivî:
“Geşedanên heyî nîşan didin ku li pêşiya Tirkiyeyê xeter e jî hene û bi qasî xetereyan derfet jî hene. Pêşeroj ên bikarin bi wêrekî demokratîkbûyînê ava bikin e. Aştî tenê bi azadiyê pêkan dibe. Em hêvî dikin ew qanûn bibe wesîleya aştiyê. Em ji bo hemû kesên ji bo aştiyeke bi rûmet jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke CHPê ne tenê piştgiriyê didin di heman demê de jî pêşengiyê dikin û vê helwesta xwe bidomînin. Ew pêvajo pêvajoya xurtkirina biratiyê ye. Em ê piştgiriya xwe bidomînin û rê nadin kesên li dijî pêvajoyê dixwazin di nava civakê de tundiyê pêş bixin. Yek jî kêmasiya qanûn ew ê ku li gor xala 7an a rapora komîsyonê ya demokratîkbûyînê cih negirtiye. Ew yek kêmasiyek e. Lê bi vê qanûnê dest bi destpêkek e dikin. Em îro ji bo ji dewrê derketina çekan gava yekem diavêjin. Dema em xalên qanûnê dinêrin li gor xalan em nikarin efûyeke taybet binirxînin. Heke çek bêdeng bibin biratî xurt dibe. Biratî xurt bibe Tirkiye jî xurt bibe. Bi aştiyê hemû kes dê serbikevin û Tirkiyeyê jî bi serbikevin. Weke CHPê em ê di vê pêşniyarê de dengê erê bidin.”
"Werin em bi hev re komarê bi azadiyê xurt bikin"
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Oguz Kaan Salci di destpêka axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder bi bî anî û diyar kir ku xwezî Sirri Sureyya Onder jî di nav wan de bûna.
Oguz Kaan Salci bal kişandin ser geşedanên herêmî yên salên derbasbûyî û heyî û ev tişt anîn ziman:
“Derbaskirina xetereyan bi aştiya civakî pêkan e. Berpirsyariya meclisê ew ê ku vê bigihîne encamê. Aştî ne bi tenê radestkirina çekan lê bi firehkirina qada demokratîk a siyasetê pêkan dibe. Divê ew pêvajoya li gor geşedanên herêmî destpêkiriyê dema geşedan guherîn bi dawî nebin. Êdî hincetên kesî neman ku ji ber terorê demokrasiya me paşguh bike. Her wiha divê wekheviya civakî pêk were. Heke welatiyek ji ber nasnameya xwe li hemberî dewletê xwe nekare îfade bike ew tê wateyê ku komara me temam nebûye. Dem hatiye ku em komara xwe bi demokrasiyê mîsoger bikin. Werin em bi hev re komarê bi azadiyê xurt bikin.”
Fetî Yildiz: "Ew qanûn ne efûyek e"
Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî bi lêv kir ku armanca "Tirkiyeya bêteror" ne tenê polîtîkayeke ewlehiyê ye di heman demê de polîtîkaya dewletê ya serdestiya hiqûqî, xurtkirina çepheya hundir, piştgiriya civakî û xurtkirina aboriyê ye û wiha pê dê çû:
“Piştî PKKê kongreya xwe kir û xwe fesîh kir pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Piştre jî bi temsîleke ji ser sedî 93yan komîsyonek hat avakirin. Piştre jî bi mutabakateke mezin raporeke hevpar hat amadekirin. Tirkiyeya bê teror tê wateya aştiyê û biratiyê. Bi vê qanûnê tê armanckirin ku qewimînên derbasbûnê careke din pêk neyên. Ew qanûn ne efuyek e. Şîroveyên bi vî rengî dûrketina ji rastiyê ye.”