Pêşnûmeya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Komîsyona Dadê hat pejirandin
Tê pêşbînîkirin ku pêşnûme piştî 48 saetan biçe Civata Giştî ya Parlamentoyê da ku deng li ser were dayîn.
Xalên pêşnûmeya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdanê de hatin qebûlkirin.
Ev pêşnûme ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wekî "yasaya çarçoveyê" tê naskirin, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê hat gotûbêjkirin.
Di 5ê Tebaxê de Serokê Koma AKPê Abdullah Guler aşkere kiribû ku wan bi 360 îmzayan pêşnûmeya bi navê “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” pêşkêşî Serokatiya Parlamemtoyê kiriye. Pêşnûme ji 12 xalan pêk tê û qanûn, sûcên avakirin an jî birêvebirina PKK û KCKyê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanebûn û propagandaya rêxistinê li xwe digire.
Piştî qebûlkirina xala 10an, hemû projeyasa hat pejirandin. Di civînê de ji ber îtirazên ÎYÎ Partiyê yên li ser xalan alozî zêde bû.
Partiyên siyasî dikarin îro heta saet 11:00an îtirazên xwe yên li ser biryara Komîsyonê bi awayekî fermî pêşkêş bikin.
Civîna ku 18 demjimêran berdewam kir, piştî qebûlkirina hemû xalan bi dawî bû.
Tê pêşbînîkirin ku pêşnûme piştî 48 saetan biçe Civata Giştî ya Parlamentoyê da ku deng li ser were dayîn.
Metna pêşnûmeya “pêvajoyê” aşkere bû
5 Tebax 2026
(NÖ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.