Li Parlamentoyê kîjan partiyê ji bo pêşnûmeya “pêvajoyê” çi deng da?
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn piştî li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat nîqaşkirin, bi piraniya dengan hat pejirandin.
Pêşniyaryasaya bi 467 dengên erê, 87 dengên nexêr û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin.
DEM Partî, MHP û AK Partiyê bi temamî piştgiriya pêşnûmeya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" kirin.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê hat qebûlkirin
Li gorî tabloya fermî ya dengdana vekirî, di nav mixalefetê de encama herî balkêş ji nav Partiya NÛ derketiye holê.
Partiyê parlamenterên xwe azad kirin, 54 parlamenterên wê dengê “na”, 35 parlamenteran jî dengê “erê” dan.
Her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê li dijî yasayê derketin. Ji CHPyê jî 2 parlamenteran dengê “na” û 29 parlamenteran dengê “erê” dan.
Li gorî encamên dengdana vekirî ya Parlamentoyê ya di ser asta partiyan de, 561 parlamenter beşdarî dengdanê bûne.
Ji 592 parlamenterên li Parlamentoyê, jê 31 beşdarî dengdanê nebûn.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê ye
Partiya NÛ
Partiya NÛ ji bo dengdana Qanûna Çarçoveyê biryareke mecbûrî wernegirt û parlamenterên xwe serbest hiştin. Encam wiha bûn: 35 parlamenteran dengê “erê”, 54 parlamenteran dengê “na” da û 2 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.
Bi vî awayî di nav Partiya NÛ ya xwedî 91 parlamenteran de, piraniya komê li dijî rewşa heyî ya pêşnûmeyê derket.
Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel jî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî de wiha gotibû:
“Mafê me yê herî zêde heye ku em ji vê yasayê re bêjin ‘na’ lê yên ku vî mafî naxin pêşiya mafê aştiyê yê vî gelî jî em in.”
Metna pêşnûmeya “pêvajoyê” aşkere bû
Parlamenterên Partiya NÛ yên dengê "Erê" dane ev in: Umut Akdoğan, Cavit Arı, Ali Mahir Başarır, Bilal Bilici, Tekin Bingöl, Burhanettin Bulut, Utku Çakırözer, Özgür Ceylan, Doğan Demir, Türkan Elçi, Murat Emir, Yunus Emre, Zeynel Emre, Ali Gökçek, Gökhan Günaydın, İsmet Güneşhan, Özgür Erdem İncesu, Özgür Karabat, Asu Kaya, Aykut Kaya, Okan Konuralp, Özgür Özel, Turan Taşkın Özer, Ahmet Tuncay Özkan, Evrim Rızvanoğlu Emir, Mustafa Sarıgül, Namık Tan, Mustafa Sezgin Tanrıkulu, Yüksel Taşkın, Bülent Tezcan, Aliye Timisi Ersever, Yaşar Tüzün, Aylin Yaman, Harun Özgür Yıldızlı, Gökan Zeybek
Parlamenterên Partiya NÛ yên dengê "Na" dane ev in: Fethi Açıkel, Veli Ağbaba, İzzet Akbulut, Nurhayat Altaca Kayışoğlu, Şeref Arpacı, Ednan Arslan, İbrahim Arslan, Ensar Aytekin, Murat Bakan, Ahmet Vehbi Bakırlıoğlu, Ayhan Barut, Bekir Başevirgen, Uğur Bayraktutan, Süleyman Bülbül, Murat Çan, Nail Çiler, Aliye Coşar, Talat Dinçer, Cemal Enginyurt, Mustafa Erdem, Eylem Ertuğ Ertuğrul, Aşkın Genç, Gökçe Gökçen, Hikmet Yalım Halıcı, Metin İlhan, Elvan Işık Gezmiş, Mühip Kanko, Barış Karadeniz, Reşat Karagöz, Evrim Karakoz, Seda Kâya Ösen, Melih Meriç, Servet Mullaoğlu, Tahsin Ocaklı, Süreyya Öneş Derici, Suat Özçağdaş, Gizem Özcan, Talih Özcan, Fahri Özkan, Ümit Özlale, Hasan Öztürk, Kayıhan Pala, Sibel Suiçmez, Orhan Sümer, Mehmet Tahtasız, Mahmut Tanal, Ayça Taşkent, Seyit Torun, İsmail Atakan Ünver, Cumhur Uzun, Mehmet Salih Uzun, Ayşe Sibel Yanıkömeroğlu, Deniz Yavuzyılmaz, Deniz Yücel
Yên beşdarî dengdanê nebûn ev in: Ulaş Karasu, Gamze Taşcier
ÎYÎ Partî
ÎYÎ Partî bi temamî (wekî blokekê) li dijî pêşnûmeyê derket.
Li gorî girtenameya Parlamentoyê, her 29 parlamenterên ÎYÎ Partiyê dengê “na” dan. Ji vê partiyê ti parlamenterî dengê “erê” yan “bêalî” neda û kesekî ku beşdar nebe jî nebû.
Gava ku 54 dengên na yên Partiya NÛ û 29 dengên na yên ÎYÎ Partiyê bi hev re bên nirxandin, tê dîtin ku ji 87 dengên na, 83 deng ji van her du partiyan hatine.
CHP
Di CHPya xwedî 45 parlamenteran de, 29 parlamenteran dengê “erê” û 2 parlamenteran dengê “na” dan; 14 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.
Bi vî awayî beşa herî mezin a CHPyê piştgirî da verastkirinê lê du parlamenterên wan li dijî pêşnûmeyê derketin.
Parlamenterên CHPê yên dengê "Erê" dane ev in: Cevdet Akay, Gamze Akkuş İlgezdi, İnan Akgün Alp, Engin Altay, Cem Avşar, Barış Bektaş, Kadri Enis Berberoğlu, Sururi Çorabatır, Deniz Demir, Semra Dinçer, Kadim Durmaz, Sevda Erdan Kılıç, Gürsel Erol, Ali Karaoba, Ali Fazıl Kasap, Yüksel Mansur Kılınç, Gülcan Kış, Rıfat Turuntay Nalbantoğlu, Faik Öztrak, Ali Öztunç, Hasan Öztürkmen, Mahir Polat, Oğuz Kaan Salıcı, Orhan Sarıbal, Müzeyyen Şevkin, Erdoğan Toprak, Rahmi Aşkın Türeli, Ediz Ün, Hüseyin Yıldız
Parlamenterên CHPê yên dengê "Na" dane ev in: İlhan Kesici û Jale Nur Süllü.
Yên beşdarî dengdanê nebûn ev in: Mustafa Adıgüzel, Türker Ateş, İlhami Özcan Aygun, Aysu Bankoğlu, Tahsin Becan, Gülizar Biçer Karaca, Vecdi Gündoğdu, Ömer Fethi Gürer, Mehmet Güzelmansur, Selma Aliye Kavaf, Serkan Sarı, Ahmet Baran Yazgan, Nermin Yıldırım Kara, Nurten Yontar.
Parlamenterekî serbixwe û Partiya Demokrat jî dengê “Na” da.
Li gorî tabloya fermî, dengên “na” wiha belav bûn: Partiya NÛ 54, ÎYÎ Partî 29, CHP 2, parlamenterên serbixwe 1, Partiya Demokrat 1. Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “na” gihîşt 87an.
Partiya Jinûve Refahê
Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refahê (Yenîden Refah) ya Fatîh Erbakan, beriya dengdanê ragihandibû ku dê partiya wî ji bo pêşniyaryasayê dengê bêalî bide.
Encamên Parlamentoyê nîşan da ku vê daxuyaniyê bi heman awayî di koma partiyê de cih girtiye. Her çar parlamenterên wan jî dengê “bêalî” da.
Di Partiya Rêya Nû de jî 3 parlamenter “bêalî” man, 16 parlamenterên partiyê dengê “erê” da û parlamenterek jî beşdarî dengdanê nebû. Bi vî awayî bi giştî hejmara dengên “bêalî” bû 7.
Dabeşkirina dengan
AK Partî: 268 erê, 9 kes beşdar nebûn
DEM Partî: 55 erê, 1 kes beşdar nebû
MHP: 44 erê, 2 kes beşdar nebûn
Ji van her sê partiyan ti parlamenterî dengê “na” yan jî “bêalî” neda.
Dengên partiyên siyasî yên biçûktir jî bi piranî ji bo erêkirinê bûn.
Ji Partiya Rêya Nû 16, ji serbixweyan 7, ji HUDA PARê 4, ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) 3, ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 2, ji Partiya Kedê (EMEP) 2, ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP) 1 û ji Partiya Saadetê jî parlamenterekî dengê “erê” da.
Li gorî tabloya dengdana vekirî ya Parlamentoyê, bi giştî 31 parlamenter beşdarî dengdanê nebûne.
Li gorî partiyan dabeşbûna kesên ku beşdar nebûne jî wiha ye: CHP 14, AK Partî 9, Partiya NÛ 2, MHP 2, serbixwe 2, DEM Partî 1 û Rêya Nû 1.
(HA/AY)