Li “Laleşa Piçûk" Bozanê Çarşema Sor: Bîr û berdewamî

Gundê Bozanê li Deşta Nînovaya Herêma Kurdistanê ye, bi ser navçeya Tel Kaifê ye û wekî 'Laleşa Piçûk' tê naskirin. Ev gund navendeke girîng e ku bîra çandî û baweriya bi hezaran salan hilgirtiye û heta îro aniye.
Piraniya niştecihê gund Ezîdî ne û derdora gund 70 şikeft hene. Ev jî nîşaneya jiyaneke pir kevnar û domdar e. Bozan ji ber hejmara zêde ya cihên pîroz ji bo Ezîdiyan wekî xaleke girîng a serdanê derdikeve pêş.
Îsal di 15ê Nîsanê Roja Çarşemê de, Bozanê careke din mazuvaniya Çarşema Sor kir ku yek ji pîrozbahiyên herî pîroz ên baweriya Ezîdiyane. Di vê cejnê de ku li gorî salnameya Julîan di çarşema yekem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin, deriyên malan û cihên pîroz bi kulîlkên sor hatin xemlandin; xweza û mekan bi rîtuelên ku sembola ji nû ve jidayikbûnê nîşan didin, zindî bûn. Goristan û cihên serdanê bi van rîtuelan re bûn qada bîrê ku ne tenê yên sax, nifşên borî jî tê de cih girtin.
Goristana li ser girê başûrê rojhilatê gund û avahiyên pîroz ên li derdora wê, ne tenê ji bo Bozanê, ji bo 12 gundên Ezîdiyan ên li derdorê jî wekî qadeke hevpar a serdanê û veşartina miriyan tê bikaranîn. Tirbeya Şêx Şems a li nêzî goristanê jî, wekî yek ji rawestgehên herî girîng ên vê herêmê derdikeve pêş. Piştî pîrozbahiyên Çarşema Sor, bi serdana şikeftên li çiyayan rîtuel bi dawî bû.
Dîroka nêz a Bozanê, nîşan dide ku ev berdewamî di heman demê de çiqasî nazik e. Di sala 2014an de ji ber êrîşên DAIŞê, beşê herî mezin ê nifûsa gund ku li dora 6 hezar kesî bû, neçar ma ku gund biterikîne; lê belê piştî demeke kurt veger dest pê kir. Îro li gund nêzî 5 hezar kes dijîn û Bozan di heman demê de mazuvaniyê ji bi sedan malbatên Ezîdî yên ji Şingalê hatine re jî dike.
Tevî hemû zehmetiyan, berdewamkirina Çarşema Sor li Bozanê ne tenê domandina cejnekê ye; di heman demê de nîşaneya berxwedana bîra çandî û baweriyê ye. Ev çerxa ku her sal ji nû ve tê avakirin, di navbera paşeroj û îro de girêdaneke xurt çêdike: Heta ku rîtuel berdewam bikin, bîr jî wê jiyana xwe bidomîne.

Cejna herî kevnar a Kurdan: Çarşema Sor!
Derbarê Çarşema Sor de
Çarşema Sor an ku cejna serê sala kurdên êzidî ye. Yek ji wan ahengên salane ye ku kurdên êzidî roja çarşema sêyem a nîsanê pîroz dikin. Wê rojê êzidî ji herêmên cuda diçin serdana tirbe û cihên xwe yên pîroz.
Êvara roja sêşemê kurdên êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn merasîman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Piştî ku wê rojê merasîmên olî bi dawî dibe, xelk vedigerin malên xwe û piştre serdana hev bikin. Xwarinên taybet çêdikin û wê rojê êzidî kulîlkan datînin ser serê xwe.
Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan pîrozbahiyan e.
Kurdên êzidî di Çarşema Sor de nanê bidohn û bikuncî amade dikin û didin kesên xizan.
Kurdên êzidî di meha Nîsanê de xwedî taybetmendiyên xwe ne û di vê mehê de ti merasîmên bûkanînê lidar nexin. Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên êzidî bûka salê ye.
Kurdên êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên êzidî hene û êvara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin.
(FT/VC/AY)
Li Mûsilê gundê di bin ava bendavê de mabû, bi hişkesaliyê re derket holê

Kevneşopiya 200 salî ya hilberîna xwê li gundê Xwelînê a Silêmaniyê didome

SERÊ SALÊ
Li Dêrikê jinan behsa kevneşopiya Serê Salê kir: Em hewl didin ku kevneşopiyê berdewam bikin

Rêxistinên ekolojîk: “Îlîç Çernobîla Tirkiyeyê ye”

“Rewşa wê her diçe nebaştir dibe, dibêje ez ê li vir bimrim”





