Gundê Xwelînê li navçeya Sengeser a Silêmaniyê ye ku li Herêma Kurdistana Iraqê ye. Ev gund zêdetirî 200 sal in ji çavkaniyên avê yên binê erdê xwêya xwezayî û ya ji bo dermankirinê hildiberînin. Şêniyên gund debara xwe bi hilberîna xwê dikin û tevî hemû zehmetiyan bi rêbazên xwezayî vê kevneşopiyê ji nifşekî bo nifşekî din vediguhezîne û zindî dihêlin.
Gundê Xwelînê 103 kîlometre dikeve rojavayê Silêmaniyê ye û ava şor a xwezayî ji bîrên ku du sedsal in hatine kolandin tê derxistin. Ev xwê bi rêbazên taybetî tê hilma wê te girtin û da ku bibe xwê. Pêvajoya hilberîna xwê her sal di meha Nîsanê de dest pê dike û heta demsala baranê berdewam dike. Ava şor a ku ji binê erdê bi pompeyan tê derxistin, bi rêya borîyên servekirî ji bo hewizan tê veguheztin û piştre re bi qasî du-sê hefteyan di bin tavê de tê hiştin da ku bi awayekî xwezayî hilm jê were girtin. Dema ku xwê bi binê avê dikeve, karker bi bêran kom dikin.
![]()
Pêşkewt Sedûn Namiq, niştecihê gundê Xwelînê ye û bi malbata xwe re xwê derdixe. Pêşkewt bi salan e xwê hildiberîne. Pêşkewt destnîşan kir ku malbata wî çend nifşin ku bi vî karî re mijûl e û got, "Bavê min, bapîrê min û bavên wan jî karê hilberîna xwê dikirin. Malbata me 200 sal in ji van bîran xwê hildiberîne." Li gorî Peşkewt, xwêya ku li vir tê hilberandin heft caran ji xwêya deryayê bi kalîtetir e û tîr e.
![]()
Mafê hilberîna xwê bi îhaleyê têne diyarkirin
Xwêlîn, digel gundên derdorê Memlehe û Dêreş, her sê salan carekê ji bo mafê karanîna cihê hilberîna xwê bigire dikeve îhaleyê. Ji ber ku cihê hiberînê milkê dewletê ye. Li gorî qanûnê, tenê niştecihên van her sê gundan dikarin beşdarî îhaleyê bibin. Piştî sê salan, Peşkewt careke din bi zihmetî îhaleya hilberîna xwê girt û mafê hilberîna xwê bi dest xist û pîşeyê bav û kalên xwe berdewam kir.
Lêbelê, zihmetiyên hilberîna xwê ne tenê bi pêvajoya îhaleyê ve sînordar in. Gihîştina cihê hilberînê, hilberîna xwê û veguhastina wê jî pir zihmet e.
![]()
Pêşkewt zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, wiha nîşan dide, "Dewlet bi tu şêweyek piştgiriyê li binesaziyê nake. Em bîrên ku bi zorê digihîjin wan dikolin. Em di bin tavê de dixebitin da ku ava ku em bi pompeyan ji bo hilmê wê bigirin, dixin nav hewzan. Em xwêya ku me hilberandiye li ser pişta xwe hildigirin û heta cihê ku wesayît dikarin wer in wir, dibin."
![]()
Cureyên xwêya ku tê hilberandin
Sê cureyên cûda yên xwê ji bîrên ava şor ên li gundê Xwelînê têne hilberandin. Cûreyên xwe yên tên hilberandin ev in: Xwêya spî, xwêya sor û xwêya ji bo dermankirinê tê bikaranîn.
Xwêya spî bi gelemperî ji bo xwaringehan û xwêya sor jî ji bo ajalan û hewzên masiyan tê bikar anîn. Cureyek xwê jî heye ku di nav xelkên herêmî de ji bo êşa piştê, nexweşiyên mîdeyê û nexweşiyên çerm weke tipa alternatîf de tê bikar anîn.
![]()
Hilberîn kêm e, daxwaz zêde ye
Pêştir salane zêdetirî 650 ton xwê dihat hilberandin. Piştî ku di sala 2017an de erd hejiya çavkaniyên ava normal û ava şor bi nav hev ket û hilberîn kêm bû. Ji ber vê yekê hilberîna xwê ji bo salane daket 350 tonan.
![]()
Pêşkewt destnîşan kir ku daxwaza xwê bi kêmbûna hilberînê re zêde bûye û got, "Mişteriyên me ji bajarên herêmî yên wekî Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Baziyan û Karadag tên da ku xwê bikirin. Her çend em ji zêdebûna daxwaza xwêya xwe kêfxweş bin jî, kêmbûna hilberînê dahata me kêm dike û di encamê de zehmetiyên me zêde dike."
(FT/VC/AY)






