Li Mûsilê gundê di bin ava bendavê de mabû, bi hişkesaliyê re derket holê

Gundê Xankê wargeheke Kurdên Êzîdiyan e ku li qeraxên Çemê Dîcleyê ye û di nava sînorên bajarê Duhoka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Bendava Mûsilê di sala 1986an de hat vekirin û gundê Xankê jî wê demê di bin avê de ma.
Di navberê de 39 sal derbas bûye û ji ber hişkesaliyê bi daketina asta avê re goristan û tirbên gundê Xankê û xirbeyên bajarekî kevnar, dîsa derketin holê. Yek ji şahidên herî berbiçav ên vê vegera bêdeng dayîka Xezal e ku 80 salî ye û li Xankê ji dayik û mezin bûye.
"Gundê me bi bîranînên me re di bin avê de ma"
Berî ku gund bikeve bin bendavê dayîka Xezal du kurên xwe li goristana Xankê binax kiriye. Piştî gelek salan, dema ku av vekişiya, wê dîsa kêlikên gorên kurên xwe dît.
Dayika Xezalê bi çavên bi hêsir destnîşan kir û got "Gorên her du kurên min li vir man. Lêbelê, me karîbû gora birayê hevjînê min veguhezînin, lê ne yên kurên min." û weha pêde çû:
"Ev ji bo me cihekî gelek pîroz e. Haciyên ku ji Laleşa me ya pîroz vedigeriyan, li vir kom dibûn, bêhna xwe vedidan û me bi hev re dua dikirin. Sifreya me ji bo her kesî vekirî bû. Demên pir xweş bûn. Gundê me bi bîranînên me re di bin avê de ma. Bi vekişîna avê re derketina van cihan ez vegerandim rojên xweş ên berê. Lê mixabin, em êdî ne wekî berê ne; em ji axa xwe hatine veqetandin, her yek ji me li aliyên cuda belav bûye."
Bermayiyên bendavê: Koçberî, windahî û bêdengî
Bendava Mûsilê, yek ji mezintirîn projeyên bendavê yên Iraqê bû ku di sala 1981an de dest bi çêkirina wê hatiye kirin. Di sala 1984an de hema bêjê tevahiya bendavê qediya, û di bihara sala 1985an de jî dest bi tijîkirina bedavê kirin. Hilberîna elektrîkê di 7ê Tîrmeha 1986an de dest pê kir.
*Cihê Bendava Mûsilê û gundê Xankê li ser nexşeyê. (Çavkanî: Nexşeyên Google)
Lêbelê, bi vê projeyê re, gelek wargehên li bakurê Mûsilê hatin valakirin û gund di bin avê de man. Bendava Mûsilê ne tenê erdên xelkê herêmê, di heman demê de mal, bîranîn, gor û cihên wan ên îbadetê jî wêran kir.
Di salên dawî de, ji ber hişkesaliya ku li seranserê herêmê tê jiyîn û bendavên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser Çemê Dîcleyê tên çêkirin, asta ava Bendava Mûsilê gelek daketiye. Bi vekişîna avê re, ne tenê gundê Xankê, di heman demê de xirbeyên gelek wargehên li herêmê û her weha gelek mekan û cihên pîroz ên ku şopên nirxên çandî dihewînin, ji nû ve derketine holê.
Serokê Rêveberiya Mîrateyê û Berhemên Antîk a Duhokê Bêkes Brifkanî, ji Rûdawê re axivî û aşkere kir ku piştî ku ava bendavê vekişiya, wan di Tebaxa borî de li herêmê "bajarek sereke û goristanek keşif kirin". Brifkani teqez kir ku gorên seramîk ên ku dîroka wan vedigere serdema Helenîstîk (323–31 BZ) cara yekem li herêmê bi vî rengî hatine dîtin.
(FT/VC/AY)
Kevneşopiya 200 salî ya hilberîna xwê li gundê Xwelînê a Silêmaniyê didome

SERÊ SALÊ
Li Dêrikê jinan behsa kevneşopiya Serê Salê kir: Em hewl didin ku kevneşopiyê berdewam bikin

Rêxistinên ekolojîk: “Îlîç Çernobîla Tirkiyeyê ye”

“Rewşa wê her diçe nebaştir dibe, dibêje ez ê li vir bimrim”








