Lêpirsîna Şaredariya Silivriyê: Şaredar Balcioglu jî di nav de 10 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “di hinek kar û barên Şaredariya Silivriyê de bêrusûlî hatiye kirin” de, ji 18 kesên hatibûn desteserkirin jê 10 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de Serokê Şaredariya Silivriyê Bora Balcioglu jî heye.
Serdozgeriya Komarê ya Silivriyê bi îdiaya "gendeliyê" li ser Şaredariya Silivriyê ya CHPyê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de biryara desteserkirina 18 kesan hatibû dayîn.
Li Şaredariyên Antalya û Beylikduzuyê gelek kes hatin desteserkirin
Şaredarê Silivriyê Bora Balcioglu jî di nav wan kesan de bû. Hêzên ewlehiyê roja înê (12ê Hezîranê) dest bi operasyonê kir.
Di encamê de 18 kes hatin desteserkirin. Hêzên ewlehiyê ew kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê. Piştî kontrola tenduristiyê ew ji bo darizandinê sewqî Dadgeha Silivriyê hatin kirin.
Li dijî Şaredariya Silivriyê operasyon: Ji bo Şaredar Balcioglu û 18 kesan biryara desteserkirinê dane
Biryara girtina 10 kesan
Dozgeriyê li dadgehê îfadeya desteserkiriyan wergirt.
Piştî îfadeyan, dozgeriyê Bora Balcioglu jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê ya Sulhê. Dozgeriyê ji bo 7 kesan jî daxwaza kontrola edlî kir.
Dadgehê li ser Şaredar Bora Balcioglu û 9 kesên din (Aşkin Kaynar, Serdar Tuna, Gokhan Tuna, Adem Tuna, Îbrahîm Komur, Aykut Batur, Fatîh Yavuz, Yavuz Dîrîk û Nîhat Nahît Sarayonu) biryara girtinê da.
Her wiha dadgehê 8 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.
Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: Şaredar Gorkem Duman jî di nav de 42 kes hatin girtin
(EMK/AY)