Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: Şaredar Gorkem Duman jî di nav de 42 kes hatin girtin
Karûbarên li ewlehiyê yên 54 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ya li ser Şaredariya Bucayê û saziyên girêdayî wê de hatibûn binçavkirin, bi dawî bûn. Gumanbarên ku Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman jî di nav wan de bû, di bin tevdîrên berfireh ên ewlehiyê de sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê, Şaredar Gorkem Duman jî di nav de 51 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi daxwaza kontrola edlî derxistin pêşberî dadgeha aştî û cezê ya nobedar.
Piştî darizandina li dadgehê, Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman, Serokê Berê yê Şaredariya Bucayê Erhan Kiliç û Serokê Berê yê Navçeya Bucayê yê CHPê Çagdaş Kaya jî di nav de, 42 gumanbar hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de 12 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: 54 kes birin edliyeyê
Piştî biryarên girtinê, Serokê CHPê yê Bajarê Îzmîrê Çağatay Guç li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyeke da. Guçê ku berteka xwe nîşanî pêvajoyê da, parast ku tiştên qewimîne bandoreke neyînî li ser baweriya civakê ya ji bo sîstema edaletê dike.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve li ser Şaredariya Bucayê û saziyên girêdayî wê tê meşandin, derbarê 62 kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Şaredarê Bucayê Gorkem Duman, Serokê Berê yê Şaredariya Bucayê Erhan Kiliç, alîkarên serokê şaredariyê, Serokê Berê yê Navçeyê yê CHPê Ç.K., rêveber û xebatkarên fîrmayên hevpar ên şaredariyê, xwediyên hin fîrmayan û karsaz jî di nav de, bi giştî 53 kes di 1ê Hezîranê de ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî ya Rêvebiriya Emniyeta Bajar ve, di serdegirtinên ser navnîşanên diyarkirî yên li Îzmîr, Enqere, Erzîngan û Çanakkaleyê de hatibûn desteserkirin.
Hatibû ragihandin ku ji kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatibû dayîn 3 kes di girtîgehê de ne, ji bo 4 kesên li dervayî welat biryara girtinê hatiye derxistin û ji bo girtina 2 kesan jî xebat berdewam dikin. Di 2ê Hezîranê de jî hejmara kesên desteserkirî gihîştibû 54 kesan.
(EMK/AY)