Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Şaredariya Silivriyê tê birêvebirin de, di saetên sibehê de operasyonek hat kirin.
Di operasyonê de Serokê Şaredariya Silivriyê Bora Balcioglu jî di nav de, ji bo 18 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Hat zanîn ku di nav kesên hatine desteserkirin de burokratên şaredariyê û hin karsaz jî hene.
Şaredar Bora Balcioglu û 17 kesên pê re, di saetên sibehê de bi operasyona ku hat lidarxistin hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Darayî, di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îdiayên gendeliyê tê meşandin de, li avahiya şaredariyê xebatên lêgerînê didomînin.
(EMK/AY)
