Îsraîl û Îranê êrîşî hev kirin
Tevî agirbesta ku di 3ê Hezîranê de hatibû ragihandin jî, berdewamkirina êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û li ser başûrê welêt, aloziya li herêmê careke din bilind kir.
Rêveberiya Tehranê ragihand ku dê bersiva êrîşan were dayîn û li dijî Îsraîlê dest bi avêtina fuzeyên balîstîk kir. Bi vê yekê re, agirbesta DYA-Îranê ya ku di 7ê Nîsanê de hatibû ragihandin, bi awayekî fîlî rawestiya.
Îranê bi muşekan êrişî baregehên DYAyê yên li Kuweytê kir
Ji ber fuzeyên ku di saetên şevê de ji aliyê Îranê ve di sê pêlan de hatin avêtin, li gelek bajarên li bakurê Îsraîlê sîren hatin lêdan. Hat ragihandin ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve nêzî 10 muşek hatine avêtin. Li hemberî vê yekê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan herêmên rojava û navîn ên Îranê kirin armanc. Tehranê jî daxuyand ku wan bi pêleke nû ya mûşekan bersiva vê êrîşê daye.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê Lubnan bombebaran kir: Gelek kes mirin
Artêşa Îranê: “Êrîşên li ser Libnanê rawestînin”
Baregaha Navendî ya Hatemul Enbiya ku yekîneya birêvebirina şer a Hêzên Çekdar ên Îranê ye, piştî êrîşên mûşekan ên li ser Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi piştgiriya DYAyê, bi êrîşên li ser başûrê Libnanê û herêma Dahiyeyê ya Beyrûta paytext, agirbest gelek caran binpê kiriye; her wiha hat bîr xistin ku Îranê berê hişyarî dabû ku eger êrîş neyên rawestandin dê bersivê bidin.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê Lubnan bombebaran kir: Gelek kes mirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îsraîlê li Libnanê bi bikaranîna çekên qedekirî ku di nav de bombeyên fosforê jî hene, tawanên şer pêk anîne û her weha cih dan van gotinan:
“Divê artêşa siyonîst êrîşên xwe yên li ser başûrê Libnanê û herêmên li derdora bajêr rawestîne. Heke êrîşên xwe yên li ser vê herêmê berfireh bike yan jî bersiva çalakiyên Îranê bide, dê li dijî rejimê û piştgirên wê êrîşên hîn wêranker werin kirin.”
Şêwirmendê Rêberê Îranê Ayetullah Mucteba Xameneyî û Fermandarê Giştî yê berê yê Artêşa Pasdaran a Şoreşê Tumgeneral Muhsîn Rizayî jî di parvekirina li ser hesabê xwe yê Xê de weha gotiye: “Îranê gelek caran ragihandibû ku ew ê li hemberî binpêkirina agirbestê û êrîşên li ser Libnanê bêdeng nemîne. Êrîşkeran vê êvarê bersiva xwe girtin. Ev bersiv di şêweyê hişyariyekê de ye ku dê êrişkar dawî li çalakiyên xwe bînin. Ger careke din êriş bikin dê bersiveke tûndtir û wêranker bigirin.”
Ji Îsraîlê li dijî Îranê êrîşên esmanî
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de weha hat gotin: 'Berî demekê, Hêzên Esmanî yên Îsraîlê êrîş birin ser armancên leşkerî yên rejîma Îranê ku li rojava û navenda Îranê ne.”
Hat destnîşankirin ku hûrgiliyên derbarê êrîşan de dê piştre werin eşkere kirin.
Li aliyê din, televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku li Tehrana paytext û li bajarên Îsfahan û Tebrizê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya ku navenda wê li Tehranê ye, Cîgirê Waliyê Xuzistanê Welîyullah Heyatî derbarê êrîşê de agahî dan.
Artêşa Pasdarên Îranê: Me li baregeha hewayî ya DYAyê da
Heyatî got: “Berî demekê, Şirketa Petrokîmyayê ya Karûnê ya li Mahşehrê, ji aliyê dijminê siyonîst ve rûbirûyê êrîşeke esmanî bû. Ji ber lêketina cebilxaneyên hatine avêtin, hinek beşên vê saziya pîşesaziyê zirar dîtin.”
Rayedarê Îranî diyar kir ku li gorî tespîtên destpêkê di êrîşê de ti windahiyên canî yan jî birîndar nîn in û da zanîn ku agahiyên derbarê mezinahiya zirar û windahiyên de dê piştre werin ragihandin.

Trump bang li Îranê kir: “Vegere ser maseyê"
Li gorî nûçegihanê Fox Newsê, Serokê DYAyê Donald Trump derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûta paytext de nirxandina “Ez ji vê yekê ne kêfxweş im” kir.
Trump destnîşan kir ku êrîşên muşekan ên Îranê yên li dijî Îsraîlê “bi ti awayî alîkariyê nade” muzakereyên ku berdewam dikin û bang li Îranê kir ku “vegere” ser maseya lihevkirinê.
DYAyê bîlançoya şerê li Îranê eşkere kir
Trump weha got, “Pêşniyara min ji bo Îranê ev e: We muşekên xwe avêtin, ev bes e. Vegerin ser maseyê û peymanekê çêbikin.”
Trump di daxuyaniyeke lezgîn de ku ji bo Axiosê da jî diyar kir ku ew ber bi peymana dawî ya ligel Îranê ve diçin û got: “Ev dê bibe peymaneke baş. Ez naxwazim ku ev pêvajo ji ber tiştên ku niha diqewimin xira bibe.”
Trump her wiha got: “Ez ê hinekî din li Bîbî (Netanyahu) bigerim û jê re bibêjim ku bersivê nede. Her du aliyan jî tiştê li ser milê xwe kirin. Îsraîlê êrîşa xwe pêk anî, Îranê jî êrîşa xwe kir. Hewcedariya me bi yeke nû nîn e.”
(AY)