Artêşa Pasdarên Îranê: Me li baregeha hewayî ya DYAyê da
Supaya Pasdaran a Îranê (İDMO, IRGC) ragihand ku wan wekî bersiva êrişa li ser Bender Ebasê, baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li herêmê kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev bersiv hişyariyeke cidî ye da ku dijmin bizanibe ku êrîşkarî bêbersiv namîne; heke dubare bibe, bersiva me dê hîn bi biryartir be. Berpirsiyariya encamên vê êrîşê, li ser milê êrîşkar bixwe ye."
Artêşa DYAyê ragihand ku wan êrîşî herêmeke leşkerî ya li başûrê Îranê kiriye. DYAyê wekî hincet nîşan da ku Îran ji bo hêzên wan û keştiyên bazirganî yên li herêmê dibe gef.
Her çend nehatibe diyarkirin ka baregeha DYAyê ya ku bûye hedef li kîjan welatî ye jî, Kuweytê ku li herêmê malvaniyê li baregehên hewayî yên DYAyê dike, ragihand ku rûbirûyî êrîşeke mûşekî û firokeyên bêfirokevan (ÎHA) bûye.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Anadoluyê de cih girtiye, di daxuyaniya artêşa Kuweytê de nehat diyarkirin ka cihê ku hatiye hedefgirtin li ku derê ye."
‼️‼️🚨🇮🇷🇺🇸 BREAKING | Reports are emerging of loud explosions near an American military facility close to Bandar Abbas.
— IRGC NEWS (@IRGC_IRAN_News) May 28, 2026
Initial information suggests the area was targeted in a major strike, with heavy smoke and multiple blasts being reported.
According to early claims, Iranian… pic.twitter.com/b5cYCfHi2P
Bermîla petrola brent bûye 94,72 dolar
Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 94,72 dolaran tê firotin. Bihayê bermîla petrola brent ku doh heta 95,97 dolaran bilind bûbû, roj bi 92,25 dolaran temam kir.
Bihayê bermîla petrola brent îro saet 09:50î li gorî dema girtinê bi qasî ji sedî 2,67 zêde bû û gihîşt 94,72 dolarî. Di heman xulekan de bermîla petrola xav a Teksasê (WTI) bi 90,99 dolaran kiriyar dît.
Îdareya Amerîkayê li dijî "Birêvebirîya Rêya Avê ya Kendava Farisê" (PGSA) ku Îranê ji bo birêkxistina derbasbûna Tengava Hurmizê ava kiriye biryara sizayan da. Ev biryar bû sedema dilgiraniyên li ser dabînkirina petrolê ya cîhanî û bihayê petrolê zêde kir.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan PGSA ji ber pêwendiyên wê yên bi Supaya Pasdaran a Îranê re xistiye lîsteya sizayan. Di çarçoveya sizayan de li dijî xwediyên wan keştiyên ku bi PGSAyê re peymana derbasbûnê dikin yan jî heqê derbasbûnê didin vê saziyê tedbîr dê werin sepandin.
Ev biryara sizayan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nûçeyên medyaya Îranê yên li ser "peymana di navbera Îran û Umanê de ya ji bo birêvebirina trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê" red kirin. Di nûçeyan de hatibû angaştkirin ku li gorî wê peymana destpêkê dê Îran derbasbûna keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê di nava mehekê de vegerîne asta beriya şer.
Lê belê Trump anî zimên ku Tengava Hurmizê avên navneteweyî ye û divê ji bo hemû welatan vekirî be. Trump angaştên ku Îran û Uman dê li ser Tengavê bibin xwedî kontrol jî red kirin.
(TY/AY)