Tevî agirbesta du hefteyî ya ku bi navbeynkariya Pakistanê di navbera DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û Îranê de hatibû ragihandin, êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam dikin. Di nav xalên agirbestê de xalên têkildarî Lubnan û herêmên din jî hebûn.
Artêşa Îsraîlê duh nîvroyê di serî de Beyrût, li başûr û rojhilatê Lubnanê bi awayekî hemwext êrîş birin ser bi dehan xalên cuda.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hemwext ên Îsraîlê yên li seranserê welat de, li gorî agahiyên destpêkê bi dehan kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku di vê qonaxê de karê wan ê sereke; meşandina xebatên hewarçûnê, rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane û veguhastina birîndaran a ji bo nexweşxaneyan e.

“Di 10 xulekan de 100 êrîş hatin kirin”
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku di nava 10 xulekan de, li gelek herêman bi awayekî hemwext 100 êrîş pêk hatine.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku di êrîşan de “navenda fermandariyê û tesîsên leşkerî” yên Hizbullahê bûne hedef û ragihand ku li Beyrûta paytexta Lubnanê, li deşta Bekayê (rojhilat) û li herêmên başûr “pêla êrîşên hewayî ya berfireh” bi dawî bûye.
#عاجل 🔴أكبر ضربة في أنحاء لبنان منذ بدء عملية زئير الأسد: خلال 10 دقائق وفي عدة مناطق بالتزامن أنجز جيش الدفاع ضربة استهدفت نحو 100 مقر وبنية تحتية عسكرية تابعة لحزب الله pic.twitter.com/JcSb7klCsg
— افيخاي ادرعي (@AvichayAdraee) April 8, 2026
“Em ê her tim êrîşî Hizbullahê bikin”
Artêşa Îsraîlê wêneyên Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir parve kirin, ku tê de xuya dike ew ligel kadroyên xwe yên serbazî çavdêriya êrîşan dike.
Li gorî daxuyaniyê, Zamir di axaftina xwe de diyar kiriye ku "ew ê her cure fersendan binirxînin û bi awayekî berdewam êrîşî Hizbullahê bikin."
“We will continue striking the Hezbollah terror organization and will utilize every operational opportunity. We will not compromise the security of the residents of northern Israel. We will continue to strike with determination.”
— Israel Defense Forces (@IDF) April 8, 2026
— IDF Chief of the General Staff LTG Eyal Zamir… pic.twitter.com/h1ZWPftRWz
Gefa sûîqestê li rêberê Hizbullahê Qasim hat xwarin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, piştî êrîşên dijwar ên li ser Lubnanê, gefa sûîqestê li Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim xwar.
Katz anî ziman ku wan berê hişyarî dabû Qasim û got: "Dora wî jî dê bê."

Katz (li çepê), ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu (li navîn) û Sererkan Eyal Zamir (li rastê). (Fotograf: @Israel_katz/X)
Berpirsekî leşkerî yê Îranî yê ku navê wî nehat eşkere kirin û ji Ajansa Nûçeyan a Fars a nîv-fermî re axivî û diyar kir ku tevî peymana agirbesta demkî ya ku bi DYAyê re û Îsraîl jî di nav de bû, bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê agirbest hat binpêkirin.
(VC/AY)
