Di lêpirsîna Şaredariya Şîleyê de 16 kes hatin desteserkirin
Lêpirsîn bi îdiaya ku “bi mebesta ku sûc pêk bîne rêxistii ava kirine”, “bertîl” û “gendeltî di îhaleyan de kirine” hatibû dest pê kirin.
Serdozgeriya Komarî a Anadolûya Stenbolê li dijî Şaredariya Şîleyê bi îdiaya ku “bi mebesta ku sûc pêk bîne rêxistii ava kirine”, “bertîl” û “gendeltî di îhaleyan de kirine” lêpirsîn dabû dest pê kirin. Lêpirsîna hatibû vekirin berdewam dike.
Operasyon di çarçoveya delîlên nû yên ku di operasyonên berê de hatine bidestxistin, dest pê kir. Di operasyonê de derket holê ku di şaredariyê de rasterast di karên “îhale, îmar, rûxsat, sextekarî, bertîl û bêisûlî” hatiye kirin.
Şaredarên Balçova û Seferîhîsarê yên CHPyî hatin desteserkirin
25 Hezîran 2026
Di pêla sêyem a operasyonê de, bi awayekî hemwext bi ser 21 navnîşên li Stenbol û Îzmîrê hat girtin. Ji 18 kesên ku biryara desteserkirina wan hebû, jê 16 kes hatin desteserkirin. Polîs niha li her du kesên din digire.
Li Şaredariyên Antalya û Beylikduzuyê gelek kes hatin desteserkirin
16 Hezîran 2026
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.