Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû di 29ê Nîsanê de hat desteserkirin û piştre di 3ê Gulanê de biryara girtina wê hat dayîn. Muftuoglû piştî heft mehan cara yekem derket pêşberî dadgehê.
Rojnameger Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.
Hevserokê DFG Serdar Altan, Sekretera Giştî ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Banû Tuna, Nûnera IPIyê ya Tirkiyeyê Zeyneb Gultekîn, Nûnerê CPJê yê Tirkiyeyê Ozgur Ogret û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat(GGC) û Nûnerên Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) danişîn şopandin. Her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî li wir bûn.
“Zextên li ser rojnamegerên Kurd neguherîn”
Piştî tespit kirina nasnameyan Muftuoglûyê li dijî îddianameyê dest bi parastinê kir û got:“Di bingeha zextên li ser rojnamegerên kurd de, pirsgirêka kurd û rastiya kurd heye. Di nava sed salan de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd neguherî. Heta Hrant Dink gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ez wan jî bi bîr tînim.”
Bi domdarî Muftuoglû destnîşan kir ku ew û 62 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên zarok û jinên hatine îstîsmarkirin çêkirine tên darizandin û wiha domand:
“Armanca îdianameyê, reşkirina pîşeya rojnamegeriyê ye. Şahidê eşkere îdiaya ‘ji hêla rêxistinê ve hatiye perwerdekirin’ dike. Ev îdia, li emniyetê hatine nivîsandin. Her wiha îdiayên ‘copy paste’ in. Şahid ji bo min dibêje ‘di sala 2012an de li derveyî welat bû.’ Lê ev îdia rast nîne. Di dîroka behsa xeberê de min qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malê qet derneketim.”
“Tişta ku jê re dibêjin ‘rêxistinî ye, hîyerarşiya nûçeyê ye’”
Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku cara ewil di sala 2017an de derketiye derveyî welet û wiha pê de çû: “Wê demê jî min referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopand. Nûçeyên min, di ajansa ez lê dixebitim de tên parvekirin. Çawa ku îro şerê Filistîn û îsraîlê tê şopandin, ez jî wê demê ji bo şopandina referandûmê çûm. Ji bo vê yekê îdiaya ji bo xebata rêxistinî rast nîne. Nayê qebûlkirin ku ji ber qeyda min a derketina derveyî welat îdiayeke wiha bê kirin. Her wiha di dosyayê de şahidê nepen heye. Ew jî xebatên min ên pîşeyî weke xebatên rêxistinî pênase dike. Têkildarî rojnamegeriyê tu zanebûnekî wî nîne û xebatên min weke xebatên rêxistinî nîşan daye. Di esasê xwe de di pîşeya rojnamegeriyê de hiyerarşiya pîşeyî heye. Divê ev yek weke tiştekî rêxistinî neyê fikirîn. Dema kesek ji beşa rojnamegeriyê mezûn dibe an jî ji kîjan beşê jî were, ji ewil weke stajyer dest bi xebatê dike. Piştre jî dibe nûçegihan. Li ser wan re jî şefên nûçeyan hene ku nûçeyên ji strajyer û nûçegihan tên sererast dikin. Bi ser wan re jî edîtor hene. Lewma ji vî alî ve tiştekî rêxistinî nîne. Mijar mijara hiyerarşiyê ye. Anku rewşa çêkirina nûçeyan heye.”
Muftuoglû, wiha domand: “Pêşniyarên ku navenda nûçeyan ji nûçegihanan re dike, weke ferman hatiye destnîşankirin. Anku pêşniyarên kesekî/a hinek bêhtir xwedî tecrûbe ji bo kesên kêmtir xwedî tecrûbe dike, weke ferman hatiye pênasekirin. Nûçegihantî, karekî kêliyê ye. Ez dixwazim Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan bidim. Balafirên şer li wir bombebaran kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Wê demê DÎHA çû cihê bûyerê û bi tevahiya cîhanê re ragihand. Medyaya navendî ya ku li benda fermanê, 13 saet piştre ev nûçeye da. Gotin ku ‘heta ji jor telefon neyê em nikarin vê nûçeyê bidin.’ Û rojnamegertî nekirin. Li benda daxuyaniya hikûmetê sekinînin. Em rojnamegeriyê li gorî fermanan nakin.”
Temûr: Îdiaya şahid rast nîne
Piştre parêzer Resûl Temûr mafê axavtinê girt û got ku doz di çarçoveya şahidê eşkere Kerem Gokalp de hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Kerem Gokalp, di 20ê Çiriya Paşiya 2019an de ji hêla pêşmergeyên PDKê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û 6 roj piştî radestkirinê anku di 26ê Çiriya Paşiya 2019an de teşhîseke bi qasî 52 rûpelan kiriye. Piştre jî di 7ê Kanûna Paşiya 2020an de birin Enqereyê û îfadeyeke bi 52 rûpelan daye. Di her du kirariyan de jî têkildarî miwekîla min Dîcle Muftuoglû de tu teşhîsek nekiriye.”
Temûr, xala 6an a Qanûna Wezîfe û Selahiyetê ya Polîsan (PSVK) bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku di girteka teşhîsa biwêne ya di dosyaya me de jî cih girtiye, yek kirariyên usûlê li ber çavan nehatiye girtin û teşhîs bi awayeke derusûlî hatiye kirin. Dîroka ku şahid Gokalp dibêje ‘Muftuoglû li derveyî welat bû’ û çûna derveyî welat a fermî ya miwekîla min hev nagirin.”
Temur, daxuyand ku Muftuoglû di sala 2012an de qezaya trafîkê derbas kiriye û heta demekî dirêj tedawiya fîzîkê bûye. Temûr, wêne û belgeyên ku dema Muftuoglû qeza kirî û tedawî didît pêşkeşî dadgehê kir. Temûr, wiha domand: “Miwekîla min di sala 2014’an de derneketiye derveyî welat. Şahid îdia dike ku miwekîla min bi awayeke derqanûnî derketiye derveyî welat, di dema çûn û hatinê bi hefteyan di rê de ma ye. Mirovekî tenduristiya wî baş jî nikare van tiştan bike îcar dê keseka qeza derbas kirî çawa bike? Nehatiye lêkolînkirin bê ka miwekîla min wê demê li ku bû. Bêyî vê lêkolînê, îfadeyên şahid esas hatine girtin û tu aliyekî vê ya hiqûqî nîne.”
Parêzer Temûr, bi lêv kir ku miwekîla wê ji bo şopandina nûçeyê çûye Herêma Federe ya Kurdistanê û bal kişand ser teşhîsa şahidê nepen “K8Ç4B3LIT5” ku îfadeyên wî ji bo operasyona li dijî nûçegihanînên MA û JINNEWSê yên Enqereyê weke hincet hatibû nîşandan. Temûr, wiha derbirî:
“Xala hevpar a her du şahidan ew e ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li wan guhdarî kiriye. Li gel ku di lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê erkdar e jî, lêpirsîn li Enqereyê hatiye meşandin. Ev yek nîşan dide ku dosya, ji ber sedemên nehiqûqî hatiye domandin. Di doza navenda wê Enqereyê de li vî şahidî hate guhdarîkirin û got; ‘ez ji bo dewletê xebitîm.’ Di rewşeke wiha de tu îxtîmal derdikevin holê; yan şahidê nepen weke sîxûrekî provakatîf hate bikaranîn – ku ev yek qedexe ye- yan jî ji bo lêpirsîna veşarî hatiye peywirdarkirin. Di rewşeke wiha de divê ev kes ji hêzên ewlekariyê be. Di her du rewşan de jî divê îfadeyên şahidê nepen esas neyên girtin.”
Bêyî ku parastin bi dawî bibe dadgehê biryar da
Şandeya dadgehê hêj parastina parêzerên din dest pê nekirî biryara berdewam kirina girtîmayînê da.
Piştî Temûr, Dîrektorê MLSAyê Veysel Ok jî di danişînê de wiha got: “Hêj parastin nehatin kirin we daxwaza tehliyeyê red kir. Ev darizandin, li dijî usûlê ye. Îdianame, metnekî hiqûqî nîne. Polîsên ku haya wan ji qanûna çapemeniyê, destûra bingehîn, PMMEyê nîne, bi navê delîlan çendek nûçe, geşt û saziya lê xebitîne pêşkeş kirine. Dozgeriyê jî ev nûçeye di îdianameyê de bi kar aniye. Lê dozger perwerdeya hiqûqê dîtiye. Tevî ku haya wî ji van metnan heye jî ji bilî rojnamegeriyê her tiştek weke delîl pêşkeş kiriye. Feraseta Muftuoglû ya rojnamegeriyê tê darizandin. Dîcle ji ber ku nûçeyên rast dike lewma tê darizandin. Tu dadger û daraz nikarin rêbaza xebatê, şêweyê nivîsandina nûçeyê, cihê ku nûçe lê tê weşandin û hwd. bipirsin. Daxwaza beraet û tehliyeya dikim.”
Parêzer Emîne Ozarslan jî got: “Ji ber ku we biryara xwe da, ez tehliyeyê naxwazim.”
Şandeya dadgehê biryar da ku li şahidê nepen û şahidê eşkere Kerem Gokalp were guhdarîkirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were pirsîn bê ka derheqê rojnameger Dîcle Muftuoglû de çi lêpirsîn hene yan na.
Dadgehê danişîna dozê taloqî 18ê Kanûna Paşiya 2024an kir.
(HA/AY)