Li Zanîngeha Stenbolê ji bo ‘betalkirina dîplomaya Îmamoglû’ çalakî hat lidarxistin
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê îro li ber Xweringeha Esnafan kom bûn û ji bo "betalkirina" dîplomaya xwendina bilind a Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto bikin, çalakî li dar xistin.
Xwendekaran ji xwaringehê berbi Deriyê Sereke yê Zanîngeha Stenbolê ve dest bi meşê kirin. Polîsan xwest meşê asteng bike û barîkan danîn pêş xwendekaran.
Derbarê Îmamoglû û gelek CHPyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn
Xwendekaran bi dirûşman xwest polîs barîkatan rabikin û ew jî meşa xwe bidomînin.
Öğrenciler, barikatları aştı, İstanbul Üniversitesi Ana Kapısı’na ulaştı.
— bianet (@bianet_org) March 19, 2025
📹: @alidnc4 pic.twitter.com/ybq03sUyFN
Dema ku ji danûstandinên di navbera xwendekar û polîsan de encam nehat stendin, xwendekarên barîkat derbas kirin û polîsan bi gaza bîberê midaxeleyî wan kirin.
Tevî mudaxeleyan jî xwendekaran xwe gihandin Deriyê Sereke yê Zanîngeha Stenbolê.
Öğrenciler, barikatları aştı, İstanbul Üniversitesi Ana Kapısı’na ulaştı.
— bianet (@bianet_org) March 19, 2025
📹: @alidnc4 pic.twitter.com/ybq03sUyFN
Li Stenbolê hemû cûre meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
(AD/TY/AY)
1Ê GULANÊ
Polîsan mudaxeleyî kesên ku xwestin ji Şîşliyê ve ber bi Taksîmê bimeşin kir
Xwendekarên zanîngehê li ber Cevahîr AVMyê hatin desteserkirin
Li Saraçhaneyê polîsan bi awayekî bêserûber guleyên plastîk reşandin
Ekrem İmamoglu li dozgeriyê îfadeya xwe da
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin