Çapemeniya cîhanê pejirandina "qanûna çarçoveyê" çawa nirxand?
Pêşnûmeya bi navê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de hat amadekirin û weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn. Pêşnûme piştî li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat nîqaşkirin, bi piraniya dengan di 10ê Tebaxê de hat pejirandin.
562 parlamenter tevlî dengdanê bûn û pêşnûme bi 467 dengên erê, 87 dengên nexêr û 7 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Li Parlamentoyê kîjan partiyê ji bo pêşnûmeya “pêvajoyê” çi deng da?
Ajansên nûçeyan û rojnameyan ev qanûn wekî "qonaxeke dîrokî" pênase kirin û bal kişandin ser nêrînên rêveberiya PKKyê, helwesta herêmî ya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û pêşeroja siyasî ya Serokomar Erdogan.
Pejirandina qanûnê di rojeva cîhanê de ye
Ajansa nûçeyan Reuters ku navenda wê li Îngiltereyê ye, qanûn wekî "qanûneke dîrokî" binav kir. Ajansê diyar kir ku ev qanûn ji dema banga Abdullah Ocalan a ji bo çekdanîn û fesixkirina PKKyê û vir ve "gaveke herî berbiçav" e ku hatiye avêtin.
Rojnameya Financial Times ku rojane li Londrayê derdikeve, li ser rola ku qanûn dikare li Rojhilata Navîn bilîze nivîsî. Li gorî rojnameyê, dibe ku ev peyman bibe sedema aramiya siyasî ya Rojhilata Navîn û ji nû ve avakirina Suriyeyê. Rojnameyê destnîşan kir ku ev gav weke demokratîk tê nirxandin, lêbelê zextên li ser partiya opozîsyona sereke ya Tirkiyeyê didome û ev jî nakokiyeke. Rojnameyê diyar kir ku li gorî analîstan ev qanûn dê piştgiriyê bide nêzîkbûna peywendiyên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de û gihîştina peymanekê ya li ser herikîna petrolê ya di xeta boriyê ya Kerkûk-Ceyhanê re û got: "Hewldana aşitiyê ji niha ve bandor li herêmê kiriye." Financial Timesê her wiha behsa wê yekê jî kir ku ev gava hatî avêtin ji bo Serokomar Erdogan di hilbijartinan de dikare bibe qezenceke.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê hat qebûlkirin
New York Times: Dibe ku qanûn ji bo Demirtaş jî rêyekê veke
The New York Times ku rojnameyeke rojane ye û li New Yorkê tê weşandin, bal kişand ser gotinên cîgirê serokê giştî yê AKPê Efkan Ala. Rojnameyê ku behsa naveroka qanûnê kir û diyar kir ku dibe ku ev qanûn rê li ber berdana Selahattin Demirtaş veke. Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku Kurdên li Tirkiyeyê rastî "cûdakariya bi destê dewletê" tên û zimanê û çanda kurdî tên tepeserkirin.
Kanala nûçeyan Al Jazeera ku navenda wê li Qeterê ye, qanûn ji bo dawîanîna li pevçûnên ku bi salan e berdewam dikin wekî "gaveke girîng" nirxand. Kanala nûçeyan diyar kir ku 3 hezar û 500 girtiyên têkiliyên wan bi PKKyê re hene, ev jî ji sê paran yekê hemû girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ye.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê ye
Encamên herêmî yên qanûnê
Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhuayê, qanûn wekî "gaveke dîrokî" nirxand. Ajansa ku behsa naveroka qanûnê û pêvajoya dîrokî ya pevçûnên Tirkiye-PKKyê kir, behsa gotinên lêkolînerê payebilind ê navenda ramanê ORSAMê ya li Enqereyê Oytun Orhan kir ku ji ajansê re axibû. Her weha Xinhuayê behsa nêrînên rojnamevan Mahmut Bozarslan ê li Amedê kar dike jî kir û diyar kir ku baweriya raya giştî ya beramberî vê gava hatiye avêtin tê ceribandin.
Di nûçeya Mohammed Yossry de ku li Voice of Emiratesê weşiya ye pêvajoya ku Tirkiye têde derbas dibe weke "pêvajoyeke muzakereya siyasî ya sazkirî" hat binavkirin. Platforma nûçeyan diyar kir ku bandora pratîkî ya qanûnê dê bi rêziknameyên îdarî yên ku dê werin derxistin û biryardariya demdirêj a aliyan a ji bo pêkanîna gavên li ser hatine lihevkirin ve girêdayî be.
Kathimerini ku navenda wê li Yewnanistanê ye, bal kişand ser wê yekê ku dibe ku qanûn bibe xwedî encamên herêmî. Rojnameyê behsa wê yekê jî kir ku ev rêzikname dikare derfetê bide Serokomar Erdogan ku ji bo du heyaman derbas bike, di peywirê de bimîne û piştgiriya DEM Partiyê bi dest bixe. Rojnameyê cih da axaftina parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û nêrînên PKKê yên li ser qanûnê.
Metna pêşnûmeya “pêvajoyê” aşkere bû
Le Monde: Piştî pevçûna 40 salan daxwaza wekheviyê
Saziya weşanê France 24 a li Fransayê, bal kişand ser daxuniya cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ku gotibû ev qanûn Abdullah Ocalan nagire nav xwe. Saziya weşanê behsa nêrîna rêveberiya PKKyê ya li ser rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan kir. Saziyê da zanîn ku PKKyê ji bo vê qanûnê gotiye: 'Heke Ocalan azad nebe, ev yasa metnekî mirî ye'.
Rojnameya Le Mondeyê ku navenda wê li Fransayê ye, pevçûna di navbera Tirkiye û PKKyê de bi pîvanên wê yên dîrokî girt dest. Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji rojnamevanan re dabû.
Kovara nûçeyan India Today ku navenda wê li Hindistanê ye, qanûn wekî "efûya bişert" binav kir. Kovarê destnîşan kir ku di qanûnê de ti xalên derbarê statûya Abdullah Ocalan an jî muhtemela berdana wî de nîn in û diyar kir ku rêveberiya PKKyê vê qanûnê kêm dibîne. Kovara nûçeyan behsa dînamîkên herêmî yên ku qanûn dikare bandorê li wan bike kir û bal kişand ser wê yekê ku Erdogan dikare piştgiriya DEM Partiyê bi dest bixe da ku ji bo tixûbê du heyaman ê heyî wêdetir bibe namzed.
(EÖ/AY)