Baxçeyên Hewselê bi bêhempaya xwe ya ekosîstemê di her demsalê de balê dikişîne ser xwe. Di navbera Çemê Dîcle û Bajarê Amedê de dişibe buhiştekê. Bi hezaran salan e ku jiyanekê têr dike. Di warê dîrokî û ekolojîk de di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye. Bi xuşikiya xwe ya her demsalê turîstan dikişîn e. Lê mixabin di salên dawî de ev axa bêhempa ya ekosîstemê bi xeteriyeke mizin re rû bi rû ye.
Bexçeyên Hewselê, qada herî kevnar a cotkarî ya Mezopotamyayê ye. Li gorî xebatên arkeolojîk berhemên cotkariyê yên beriya niha bi 8 hezar salî li ser vê axê derketiye holê. Ji ber vê Bexçeyên Hewselê wekî mîrateya hevpar a mirovahî ya dîrokî tê qebûlkirin.
Her wiha di warê çandî de di warê pir cureyiya biyolojîk de xwedî cihekî bêhempa ye. Ji sedan cure çivîk, ajal û sewalî re malovaniyê dike lê sal bi sal ev cureyên zindîwaran kêm dibe. Lewre ew qadên qamişî, dehl, zeviyên darên fêkiyan û bi dehan cure darên din ên Hewselê roj bi roj tune dibin. Bi vê yekê re jî dibe sedem ku qada jiyanê ya hevpar ajal û zindîwaran tune bibe. Di xwezaya xwe de Bexçeyên Hewselê wekî mozaîka ekosîstemê ye. Qadeke girîn a jiyanê ya mirov û hemû zindîwaran e.
Xeteriya li ser Hewselê

UNESCOyê di sala 2015an de Baxçeyên Hewselê weke Mîrateya Cîhanê tomar kir. Lê mixabin heta niha bergiriya xeteriyên li ser Baxçeyên Hewselê pêş neketiye. Di ser de talan, wêrankirin, qirêjî û tunekirina Hewselê roj bi roj zêdetir û kûrtir dibe. Li cîhanê kêm qadên wiha yên bi bajêr ve xwedî pergalên bêhempa yên ekosîstemê hene. Bexçeyê Hewselê jî yek ji wan e ku xwedî ew taybetmeniyê xweser e. Ji lewre jî parastina vê ekosîstema bêhempa ji bo domandina hevsengiya kevnar a di navbera xweza û mirovan de gelekî girîng e. Ev yek tenê bi gel û xudiyên bexçeyan nabe. Divê hemû sazî û dezgehên bajêr û rêveberiyên herêmî bi awayekî hevpar tevli vê hewildana ji bo Bexçeyên Hewselê bibin.
Bax û bexçe tune dibin

Cotkarên Hewselê dibêjin ji ber faktorên avahiyên qaçax ên tên çêkirin, herikîna bermahiyên qirêj ên sanaiyê û bajêr, qirjbûna avê û guherîna avhewayê Bexçeyê Hewselê zirareke mezin dîtiye û taybetmeniyê xwe winda dike.

Her wiha hilberîna wan a ji ax û daran jî pere nake ku dikaribin van bexçeyean biparêzin. Niha Bexçeyên Hewselê veguherîne erdên deştê û roj bi roj dar, bax û bexçe tên tunekirin. Qadên ku di salên berê de dibûn zebze û fêkî niha dibin genim û garis. Ev rewş xuya dike ku heke pêşî lê nehê girtin li Hewselê “Bexçe” namîne û dê bibe deşt û çolê.

(RB/AY)





