101emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran: “Ger dewlet bi rabirdûya xwe re hevrû bibe, aştî ava dibe”
Bi boneya 101emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê daxuyanî hatin dayîn. Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de li Amedê hatibûn darvekirin.
Komeleya Şêx Seîd, ji ber salvegerê li avahiya komeleya xwe bernameyeke bîranînê li dar xist. Beşek ji xizmên Şêx Seîd, nûnerên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ku neviyê Şêx Seîd e, di destpêkê de axivî.

Kasim Firat ku li ser jiyana Şex Seîd axivî û bal kişand ser rûpelên dîrokî yên sala 1925an û wiha got:
“Şêx Seîd Efendî, li hemberî wê zagona 1925an a ku hebûn, ziman û nasnameya Kurd qedexe dikir, serî hilda. Ji ber ku wan digot ‘Em Kurd in, erdnîgarî, welat, ziman û aîdiyeta me heye.’ Wan li dijî sîstema tagût serhildan kir û di vê rêyê de jiyana xwe feda kirin.”
“Şex Seîd meseleya Kurdan ji asta dîn, îdeolojî û çînan derxist û anî asteke neteweyî. Di wê serhildanê de axa, şêx, beg, jin, mêr, Elewî û Sunî, her kes hebû. Destê xwe dan hev û xeteke neteweyî ava kirin. Heta ku ev dîrok rast neyê fêmkirin, aştiyeke mayînde çênabe. Divê mafên me werin naskirin û cihê meqberên şehîdên me ji me re bê gotin.”
Abdullah Ocalan: Xeta Şêx Seîd wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bigihêje wateya xwe
"Em ê bibin şopdarên rastîn ên vê dozê"
Piştre rêveberê Komeleya Şêx Seîd Bawer Firat metna daxuyaniyê xwend.
Bawer Firat diyar kir ku 29ê Hezîranê ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja nûkirina soza azadiyê ye û wiha got:
“Şêx Seîd û hevalên wî, di serdemeke tarî de, li dijî polîtîkayên înkar û îmhakirinê yên komarê, dengê xwe yê azadîxwaz bilind kirin. Wan bi mal, milk û canê xwe, di bin şert û mercên herî giran de, têkoşîneke bêhempa meşandin. Ev mîrate, îro bûye bingeha têkoşîna mafên mirovan, demokrasiyê û azadiya gelê me.”
“Em bi vê boneyê, careke din soz didin ku em ê bibin şopdarên rastîn ên vê dozê. Erka me ya sereke ew e ku em yekîtî û yekrêziya gelê xwe xurt bikin.Dawiya jiyana min hat! Di rêya gelê xwe û baweriya xwe de fedakirina can ne cihê poşmaniyê ye. Li dû me negirîn û kêfa zaliman li me neynin. Serhildana me baş fêm bikin û ji nifşên li dû me re bi awayekî rast behs bikin!”
Gorên ku di bîranînê de hatine veşartin
Baroya Amedê: Bila cihê goran aşkere bibe
Baroya Amedê jî bi boneya salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Baroyê da zanîn ku tevî 101 sal derbas bûne jî cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hêj nehatine eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî serlêdanên berê jî tu encam nehatine girtin û dozên hatine vekirin hatine redkirin. Her weha bal kişandin ser wê yekê ku cihê gorên Seîdê Kurdî û Seyîd Riza jî nayên zanîn û nayên eşkere kirin.
QETLÎAMA DÊRSIMÊ
DAM: Bi biryara Lijneya Wezîran qirkirin pêk hat
Di daxuyaniyê de weha hat gotin, “Ji bo ku pêvajoya diyalog û asayîbûnê ya ku îro li Tirkiyeyê berdewam dike watedar bibe, avêtina gavên dilsoz yên ji bo hevrûbûna bi rabirdûyê re şert e.” Her weha hat destnîşankirin ku şîn girtin, xatir xwestin û gihîştina gora kesên jiyana xwe ji dest dane, mafekî gerdûnî û mirovî ye.
Faysal Firat: Divê bi serhildana Şêx Seîdî re li hev bên
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: “Îtîraza gelê Kurd li dijî înkar û asîmîlasyonê bû”
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Gelê Kurd ji ber feraseta yekperest a komarê bi tundiyên cûrbicûr re rubiru ma û wiha got:
Bi damezrandina komarê bi awayekî tundî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hatin destpêkirin û pirrengiya li ser erdnigariya me tune hat hesibandin. Bi van polîtîkayan tenê hebûna gelan nehat hedef negirtin, herwiha li hemberî pêşeng û rûspiyên gel, polîtîkayên bêrêziyê jî hatin meşandin. Bi vê armancê, mafê definkirin û şînê yê kesayetên Kurd jî hat binpêkirin û şûna gora wan nepen hat hiştin.
“Îtiraza gelê Kurd a di şexsiyeta Şêx Seîd Efendî de derket holê ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmilasyonê bû, rastî êrîşeke mezin hat. Bi hinceta serhildanê pêşengî û rûspiyên Kurd hatin desteserkirin, qetilkirin û sirgûnkirin. Şêx Seîd Efendî û 47 hevrêyên wî jî di 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Daxkapiya Amedê bi awayekî lezgînî hatin bidarvekirin.”
“Lewra “bêgor hiştin” û “nasnekirina mafê definkirin û şînê” wekî polîtîkayeke fermî hat pejirandin û ev polîtîka hê jî bênavber didome. Bi armanca rewakirina zext û zordariyan û bêîtibarkirina Şêx Seîd Efendî bi her awayî polîtîkayên dezenformasyonê jî hatin meşandin. Ji ber vê ye ku di pirtûkên dibistanan û gotinên sîyasî de rastiya serhildan û îtiraza gel her tim hat berevajîkirin û li hemberî şexsiyetên rûspiyên Kurd nêrêziyeke mezin hat kirin.”
“Civaka mutedeyyîn û gelê Kurd 101 sal in ku li mîrate û bîranînên wî û yên hevrêyên wî xwedî derdikevin. Israra bi bawerî ya xwedîderketina mîrateya wî, nîşaneya têkçûn û pûçbûna polîtîkayên bêgor û bêbîr hiştinê ye. Lewma ji bo veguherîna demokratîk a komarê, divê teqez hevrûbûneke rasteqîn pêk were. Bi taybetî di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pêwistî bi lihevhatineke berbifireh heye. Di vê serdemê de tenê ne bi kesên dijîn re, divê dewlet bi miriyên ku hê jî mezelên wan nehatine aşkerekirin re jî aştiyê ava bike.”
Divê ji bo îade-î îtibara wan gavên pêwîst werin avêtin. Lewra pêkhatina bendewariya gelê Kurd bêguman dê hêz bide pêvajoya aştî û civaka demokratîk û dê feraseta xweşbîniyê di nava gelan de geştir bike. Bi van nêrîn û daxwazan, em di 101emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wi de wan hemûyan cardin bi rêzdarî bi bîr tînin, li ber têkoşîn û bîranînên wan bejna xwe ditewînin.”
Dadgehê ji bo cihê gora Şêx Seîd ji Wezareta Navxweyî zanyarî û belge xwestiye
(NÖ/AY)