Ji bo nivîsa tirkî / İngilîzî bitikîne
Em bi dîmenekê kevin dest pê bikin.
“Ez tana derpîyî bûm. Divîya min cilikên xwe li xwe kiriba. Qet nebe divîya min dermanên xwe kom kiriba û bibira nik xwe. Ez rabûm. Min dest bi xwe-amadekirinê kir. Lê yarbay ji odeyê dernediket. Min ji wî re got ku divê ew derkeve. Wî got ma çi ye, tu jî mêr î ez jî. Min jê re got di nêvbera mêran de jî divê nezaketek hebe. Paşê çû.”
Ev rêzikên henê, beşek ji notên Celal Bayarî yên wî li Girtîgeha Qeyserîyê nivîsîn e. (5ê Çiriya Pêşiyê, 1963)
Ez nizanim ka mêla jinan jî heye ku mahremiyeta hev binpê bikin an no. Ez bawer nakim qasî ya mêran hebe.
Gotina “ma em hemî ne mêr in” gotinek e ku mehremiyetkuj e. Dema mêr û mêr bin tê wê wateyê vekirîtî, zelalî wê rêyê vedike ku çi bê ber devê we bibêjî an bikî.
Ew meseleya “tiştekê em veşêrin tine ye” ew tişt e ku tê bawerkirin bi tenê dikare di navbera mêran de hebe.
Halbûkî mafê mehrûmiyetê yek ji pîvanên medeniyetê ye. Ne rêbazeka “veşartina tiştinan” e. Derfetek e ku mirov bi serê xwe bimîne. Xweseriya mirovan e. Ew sekna mêr û mêran jî li dijî wê xweseriyê ye...
*
“Ka em mêr û mêr biaxivin.” Dema bavek bi vî awayî kurê xwe vedixwîne. An dema mam, xal, zava, kirîv, heval mêran vedixwînin. Carinan jî ev vexwendin wek çîx-xwestinê ye. Axiftina mêr û mêran rê dide mehremiyet binpê bibe ya xerabtir we dike ku tiştên mûstehcen jî bêne eşkerekirin. Ji xefan xelas dibin. Ew axiftinên mêr û mêran nêzîkatiyê zêde dike li nik wê wan kesên dî ku jin jî tê de ne kêmî wê koma bijare dibînin.
*
Antropolog û prîkologên veguherînê dibêjin: Dema em komên giyanewerên şîr-jî yên ku jimara mêran zêdetir e dinêrin em dibînin ku tûndkarî û êrîşarî zêde ye. Li koloniyên rojavayê Amerîkayê dema jimara jinan zêde bûyî jimara kuştina mirovan digel wê yekê kêm bûye.
Mêr û mêrbûn we dike çi tê ber hiş û devê we hûn bikin û bibêjin, har bibin. Li nav mêrên ciwan axiftina mêr û mêran şeklekê bêperwabûnê/pîşelênekirinê ye. Wek tola wan demên jin jî heyîn rakin bi çavbirçîtîyê...
*
Dema ku hin kes bi gotinên “jin li vê derê ne” têne şiyarkirin. Ew hewildanên ji bo jimara jinan li temaşegehên meydanên futbolê zêde bibe... Di salên 1970yan de, bernameyên şahiyê yên digel jinan bi xwendekarên mêr ên warê xwendinê û dibistanên leşkerî re hatine çêkirin... Lê em gelek medenî nebûn. Piraniya caran rojê em mirov bûn şevê zirzop û pespende. Ew demên mêr û mêrane ew qasê giring bû û ew qasê pêgirî dihat kirin ku otorîteyeka çavdêriyê çêdikir. Bi tenê te dikarî tu bi çavekê li keçan binêrî. Heke te bi çavê hevalan lê binêriya ev dibû sebebê heneklêkirinê. Niho dema em mêr û mêr kom dibin em ji xwe re dibêjin “xwelîsero!”
Dema tevgerên kesekê bi hebûna jinan gelek guherî ez dikevim şiq û gumanê. Ji xwe ew kesên ku difikirin dema jin li civatê heyîn divê mirovan hay ji xwe hebe an jî baldar be, nîşanên wê yekê ne ku dema jin nebin ew nezaket tê nemîne.(Ew nezaketa Celal Bayarî jî behsê kirî dê nebe.) Ji bo wan kesan civata mêran avêtina barê nezaketê ye. Wekî ku nezaket dermanek e dema em biçin nik jinan em li rûyê xwe didin. Wek ti qedrê wê nîne. Wek nezaket ji bo tesîrê li hinekan bikin e. Wek çavkaniyekê ye ku dema lazim bike tê bikaranîn.
Ji xwe ne lazim e ez bibêjim li dîwanên mêran nezaket rabûye, ew wek jinîtî heta ku hevzayendîtîyê tê dîtin.
Nezake wek nazikîyê tê dîtin. Dema jin nemaze ew kesên hevzayend, bêedeb û bêperde diaxivin an jî “argo” diaxivin mêr xwe li pişt sînorê nezaketê xwe vedişêrin. Ev nezaket ji bo homofobîyê tê bikaranîn.
Têkiliyeka sexte di rihetiya di navbera mêran de û nezaketa ji bo jinan “tê bexşkirin” de heye. Ew dema mêr û mêr dikevin rihetiya bênezaketiyê rêyê li şextebûna nezaketa bi jinan re jî vedike. Nezaket dema wextê wê qediya dê bibe rêxweşkera tûndkariyê û zirzopiyê.
(TB/AŞ/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel
#26 Rewşa mêrbûnê: Rihetiyeke wiha ye ku dema tu dev ji xwe berdî rûbirûbûyînê tune dike Fatih Polat