Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
“Fatîh silav. Dibe ku bala te kişandibe. Bianetê dest bi rêzenivîsekê kiriye ku wê tevahiya sala 2018ê bidome. Navê wê ’52 Mêr, 52 Hefteyan Mêrbûnê û Tundkariya Mêran Dinivîsin” e. Ji serê salê û vir ve ye nivîs tên weşandin. Ez koordînatoriya vê rêzenivîsê dikim.
“Bi vê rêzenivîsê tê armanckirin ku firk û raman û di rastiyê de tecrubeyên derbarê mêrbûnê û tundkariya mêran ên mêrên di warê xwe de karên girîng kirine tomar bikin. Ez gelekî dixwazim ku nivîseke te jî di vê xebatê de hebe.”
Dema ev e-maîl ji Şenay Aydemîr hat, ez pêşiyê hinekî rawestiyam ku salên dirêj me bi hev re kar kiriye û ez gelekî jê hez dikim. Ez wê rêzenivîsê dixwînim. Ji ber wî tiştî min girîngî didayê ku dawetî ser rûbirûbûyînekê dike ku mêr vî tiştî zêde nakin.
Lê ji bo min gelekî girîng e ku tiştên min mohra xwe lêxistiye di serî de divê jidil û rasteqîn bin. Heke ku ez nivîseke wiha binivîsim, divê her tiştên xwe aşkere bikim, yan jî divê ez qet tiştekî nenivîsim. Nivîsandina wan hevokên nediyar ne li gorî min e ku mirov nizane pesnê xwe dide yan rexneyê li xwe dike.
Ez xwe weke mirovekî wisa dibînim ku li qada civakî jî metirsiya şexsî ya rûbirûbûyînê ji ser xwe avêtiye. Lê ji ber têkiliyên min ên civakî û ji ber ku dibe bandora çîroka min li ser kesên di jiyana min de ne, ez ketim nava endîşeyê.
Gava min xwe bi xwe pirsa “gelo binivîsim an na?” dikir ez wisa fikirîm ku divê ez bi hevjîna xwe ya kevin a 8 sal berê em ji hev veqetiya bûn bişêwirim. Ji ber ku me heft sal bi hev re borandibû û bandoreke kûr li ser jiyana min kiribû.
Di vê navberê de, paşê ez qet nezewicîm lê ji bo gotin di cî de be min got “hevjîna min a kevin.”. Wê ji bo nivîsê cesaret da min û bi vî awayî ji bo wê dema derbarê wê de jî min destûr jê wergirt.
Di eslê xwe de zaroktî beşeke gelekî girîng e di vê çîrokê de. Lê di vê mijarê de ne mimkun e ku ez destûr ji birayên xwe, xwişkên xwe û dêya xwe bistînim. Ji ber wê min biryar da ez wî beşî li gorî vê rastiyê binivîsim.
Û ez dest pê dikim.
Weke gelekan, ez jî li malbateke wiha ji dayik bûme ku têkiliyên patriyarkal tê de serdest bûn. Diya min û bavê min 52-53 sal berê ji Erziromê koçî Stenbolê kirine. Herçiqas ku ez li bajerê herî mezin e Tirkiyeyê ji dayik bûme û li vir mezin bûme jî, bandora wê rewşa bêdengiyê ya koçberî bûye sedem li ser min çêbûye û ji zaroktiya min pê de şexsiyeta min diyar kiriye.
Bavê min alîgirê Partiya Dadê (Adalet Partisi) bû. Heta em her sê xwişk û bira mezin bûn, jiyana siyasî û ya psîkolojîk a malbatê wî diyar dikir. Paşê ev desthilatdariya xwe winda kir.
Ji ber wan hincetên ku min li jor behsa wan kiriye, ez zêde nikarim aliyê xemgîn û dilşikên ên bavê min bûne sedem ên di têkiliya diya min û bavê min de kûr bikim.
Lê dema ez vedigerim û lê dinêrim digel hin taybetmendiyên wî yên ez bi rêzdarî bibîr tînim, helwesta bavê min a li dijî diya min birîna zaroktiya min e ku bandor li min kiriye û hiştiye ku ez wisa bifikirim, ‘divê têkiliyên min cuda bin’.
Zaroktiya min li Eyupa ku ez lê ji dayik bûm û mezin bûm borî. Di zaroktiya min de tiştê ku nehiştiye ez têkevim nava çeteyan de, azweriya xwendin û sporê bû. Di wan salan de Teksak, Tommiks, Xwediyê Maskeyê Sor, Zagor, Bonanza, Mister No pirtûkên ku min herî zêde dixwendin bûn. Bi pareyên ku bavê min didan, min ev pirtûk dikirîn û bi kêfxweşiyeke mezin dixwend û di carekê de diqedan.
Êdî pereyan têrî min nedikir. Min çareyek jê re dît. Li ber Sînemaya Zengîn a li Gaziosmanpaşayê –êdî nîne- a ne dûrî mala me dezgehên pevguhertinê yên Teksas û Tommiksan hebû. Min pirtûkên xwe li wir pevdiguherandin.
Piştî sal li ser derbas bûn û ez lê zivîrim û min dît û ferq kir ku lehengên gelekî kêfa min ji wan re dihat û dixwend her mêr bûn û ev jî têkiliya di navbera lehengiyê û mêrbûnê de ji nû ve saz dike.
Ez dibêjim qey, paşê van pirtûkan bandoreke gelekî mezin di daxwaza xwendinê de li min kir. Xwendin, ji bo yekî weke min ku li taxeke xaniyên neqanûnî ji dayik bûye, weke deriyê veguherînê yê watedar bû.
Dema ez diçûm lîseyê, li qursa ingilîzî mamosteyê min pirtûka ‘Germinal’ a Emile Zolayê pêşniyarî min kiribû. Ez wisa difikirim ku ev pirtûk bû sedema gavêtineke mezin ji bo min. Beriya wê min dest bi xwendina Yaşar Kemal, Azîz Nesîn, Rifat Ilgazî kiribû lê Zola bandoreke wiha li min kiribû ku ew rêya van nivîskaran vekiribû bi wê berfirehtir bûbû.
Paşê di salên zanîngehê de du mamosteyên min ên jin herî zêde di kûrbûna min a ji hêla fikr û ramanê de bandor li min kirin. Eser Koker û Meral Ozbek. Û weke gelek xortên ku qonax bi qonax ber bi sosyalîzmê ve diçe, min ew rewşa rûbirûbûyîna bi xwe re weke gava yekê ya pêşketinê didît.
Dema ku min wan salan kuliyata sosyalîst dixwend, min gelek pirtûkên derbarê dîroka têkoşîna azadiya jinan de jî xwend. Û di nava hevalên têkoşîna ciwanan de yek ji mijarên sereke ên di sohbetên me de ‘rûbirûbûyîna bi têkiliyên desthilatdariya mêran re” bû.
Helbet ne hêsan bû ku vê rewşa ji bapîrên me ji me re mayî derbas bikin.
Di zaroktiya min de di nava malê de me nedikarî gelekî zêde behsa parvekirina karên malê bikira. Yanî li gorî desthilatdariya mêran li malê tevgera li malê çêdibû. Di nava demê de ez û birayê xwe me karê malê jî kir. Min bandora vî tiştî di dema zanîngehê de li malên xwendekaran jî ferq kiribû.
Hevalê minê malê Bakiyî wêneyekî ji wê rojê mabû diyarî dabû min ku min karê li malê dikir. Li paşê wiha nivîsî bû: “Ev fotograf nîşaneya wî tiştî ye ku wê rojekê şoreş jî çêbibe”.
Di karên malê de hevalên min ên mêr ên ji min zîrektir û ên ku bêhtir beşdar dibûn hebûn. Nirxandina min qasî ya ku Bakiyî dabû min bû. Bêguman pozisyona di karên malê de tenê yek ji pîvanên têkiliyên desthilatdariya mêran e. Û nirxandina mirovan a derbarê xwe de divê bi vê tenê sînordar nemîne. Ez vê beşê weke yek ji mikurhatinên yek ji xeletiyên xwe tînim ziman.
Ez dikarim bibêjim ku beşeke mezin ji veguherîna pêvajoya rûbirûbûyina bi ‘rewşa mêrbûna desthilatdar’ re di jiyana min a zewacê de çêbû. Min bandora hevjîna xwe ya li ser xwe her gavê weke ‘tevgereke çirpandinê’ nirxandiye.
Beriya ku vê nivîsê binivîsim, min ji bo destûrê ji wê re nivîsand, wê wiha bersiv da min: “Em jê re nebêjin çirpandin. Lê di nava mêrên ku bi jinên feminîst re dijîn de kesên meyla wan a veguherînê heye, vediguhezin. Di rastiyê de min tenê hewl dida ku ji te re behsa xwe bikim.”
Hevjîna min weke jineke narîn û têgihiştî vê rewşê wiha bi nav dike lê ez dîsa jî vê pêvajoyê weke tevgereke çirpandinê, weke ku di dema lîseya pîşeyî de nîşanî me dan tevgera ‘kirtirkkirinê, rastkirinê’ dinirxînim.
Hevjîna min yek ji mîmarên rewşa min a rastkirinê ya niha ye. Li gorî nêrîna min, ji ber ku sosyolog bû ev rewş bandoreke erênî li ser pêvajoya min a veguherînê kiriye.
Piştî ku me dest ji hev berda bi heft salan, em şevekê hatin ba hev û me xwarin xwar û araq vexwar. Di dema xwarinê de yek ji wan mijarên em li ser axivîn ew bû ku tecrubeya min a pêşiyê ya lixwekirina sandaletê ya ji derveyî demên betlaneyê bû.
Ew mêrên ku çepgir û birêxistin in û ji dîrokeke mîna dîroka ku ez tê de derbas bûme de derbas bûne, meyleke wiha bi wan re çêdibe ku dema cilûbergan dikirin rengên girtî û yên zenûn tercîh dikin. Qet nebe ji bo kesên ji nifşê min e ev tişt derbas dibe. Ez nizanim ev ji ber sekna ‘mêrê giran’ e an na lê rewş wiha ye. Cesareta min a lixwekirina cilûbergên rengên zindîtir, di wan heft salên zewacê de çêbûbû.
Em vegerin ser mijara xwe. Ew sandaleta ku min li bajêr cara pêşiyê li xwer me bi hev re ecibandibû û ji bo ji derveyî qalibên xwecihî ez sandaleteke moderntir bikirim min teşwîq kiribû.
Lê rengê wê jî di navbera gewr û reşê de bû. Di salên pêş de min yeke rengên zindîtir bikiriya. Lê tişt nabe, ev jî qonaxek bû. Û hevjîna min piştî bi salan di wê dema xwarinê de behsa vê kiribû.
Bi şev dema ez ji rojnameyê vedigeriyam malê bi diltirsî min jê re gotiye, ‘dikandarî li sandaleta min nêriye’. Piştî wê bi çendîn salan em gelekî bi vê keniyabûn.
Di rastiyê de bi gotina ‘dikandar weke ku ez efemîne bim tevgeriya’ min heyfa xwe bi xwe anî bû. Dema mirov ji aliyê din lê binêre, ji bo mirov li ser wê rastiya ku li vî welatî jin her roj rastî tiştên girantir û travmatîktir tên bifikire ev daneyeke bû.
Ez ê mînakekê bidim ku weke birînekê di dilê min de maye û divê ez behsa wê bikim.
Di demeke ku me nîqaş dikir û dengê xwe bilind dikir de tê bîra min ku min ji hevjîna xwe ya kevin re gotibû, “bes bike pitepit”. Di rastiyê de ev gotineke wiha zayendperest e û dihêle ya li hember biazire ku ji bo jinan di cîhana me de tê gotin, hatiye hînbûn û nifş bi nifş berdewam dike. Ez gotina ‘tu li min guhdar nakî’ ya her du jinên ku min û wan jiyana xwe bi hev re par vekirine jî bi vî tiştî re girêdidim.
Min îdia dikir ku ez guhdar dikim lê ev rastiya ku du caran ji min re hatiye gotin, wî tiştî nîşan dide ku ez ne guhdarvanekî baş im, dema ez dikevim tengasiyê bi gotina “pitepitê neke” ya zayendperest dixwazim xwe ji pirsgirêkê rizgar bikim.
Û heta niha ez çiqas hatibim guhertin keda hevalên min ên jin ên ku ez bi wan re xebitîme jî ciyekî girîng digire.
Ji ber ku salên dirêj in hem ji hêla entuelektuelî hem jî ji hêla pêvajoya karê em bi hev re dikin ez bi jinên bihêz û gihîştî re kar dikim. Ev jî ji hêlekê mirov hişyar dike. Divê ez mafê wan hevalên min ên jin ên di nava jiyana birêxistin a ku dewam dike û tecrubeya giştî ya me jî bidim.
Weke mêrekî bi salane rêveberiyê dike, her çiqas ku ez bibêjim di karên me de karkirina demokratîk derdixim pêş jî nirxandina hevalên jin wê rastir be.
Ji ber ku rewşa mêrbûnê jî bi hemû tiştên xwe weke îdeolojiya fermî ye, tenê mirov dikare ji derve lê binêre û bêhtir rastiya wê bibîne.
Di encamê de divê mêr her roj ji nû ve bi têkiliyên desthilatdariya mêran re rûbirû were. Ji ber ku mêrbûn car caran bêyî hay jê hebe rihetiyeke wiha çêdike ku dema hûn dest ji xwe berdin, dîsa hûn li wê rewşa mêrbûnê ya rihet vedigerin.
Ew tiştên ku heta wê demê we digot qey hûn veguherîne, we kom kiriye bilez tune dibin. Yanî mirov nikare bibêje ku min ew borandine. Rastiyeke wiha ye ku divê her roj ji nû ve rûbirûyî wî tiştî werin.
Û yek jî, rîtuela ‘mêrê giran’ heye ku divê ji hêla dîroka mêrekî sosyalîst ez tiştekî bibêjim. Di rastiyê de ev jî car caran em car caran jî civaka ku em lê ne sedemên we. Bi vî awayî bi hêsanî nirxên desthilatdariya mêran li me bar dike. Hinekî sivikbûna ji vî tiştî xemla kesî xirab nake. (FP/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel