Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Anadolû!*
Erê baş e lê em li welatekê welê dijîn ku ji bilî navî ti tişt ne jinane ye.
Li vî welatî (belkî li gelek welatan welê ye) her tişt mêrane ye. Goştê mûhafazakariyê bi sosa çîyayî û eşîretbûnê bazara wê tê kirin. Mêraniyeka welê ye ku bi tenê bi gotinan e. Jin bi tenê dema zarokan çêbike û bibe dayik qedrê wê heye.
Heta ku carinan em dibihîsin ku tê gotin çêkirina zarokekî/ê ne bes e divê jimara wan bê zêdekirin. Lê em dizanin ku jin heke qet zarokan çênekin jî dikarin bibin dayika her kesan.
Ya rastî ev tespît jî xelet e. Ji bo hûn ji mêrên pederşah re qedrê we hebe ji bilî çêkirina zarokan teştekê dî jî lazim e: Aîdîyet!
Heke jinên dayik ne dayika me bin ne biqedir in. Bila neyê fêmkirin ku ez mûbalexeyê dikim. Weke min hewil da ez bi sersere di çerçeveyekê de bi cih bikim, mêr dema wan gotinên xweş payebilind ji bo jinan dibêjin ew bi tenê ji bo jinên ji eşîreta xwe re dibêjin û wan jinên dî jê bêpar dikin.
Dema gotina “jin” tê gotin tiştê di serê me de tê çandin, li ber çavên me tê danîn, hima bêje bi tenê mêbûn e: Têgeheka biefsûn heye, navê wê exlaq e, exlaqê jinan e.
Ev exlaq aliyê vijdanî yê civakê tine dike. Kêrî wê yekê tê ku hefsarekê bike serê jinan jinan. Heke em baştir li vê yekê binêrin em ê bibînin ku nîvê vê têgehê ji qaîdeyên dînî û kevneşoriyan, nîvê dî ji qedexeyan pêk tên.
Tabii ew tiştê jê re gotina namûs tê gotin li dijî jinan e, nêrîneka durûyane ye, hewil dide jinan dane bin nîrê mêran. Ev nêrîneka mêrbûn û çiyayîbûnê ye ku ji xwe ve bingehê exlaqê ye.
Ji bîr nekin kuştin kiriyareka xerab e lê heke ji bo namûsê hatibe kirin –ne bitenê di nava civakê de di qanûnan de jî- dikare mazeret jê re bê dîtin. Ew tiştê ku jê re namûs tê gotin gelek caran pêkhateyeka qedexeyên ji bo jinan e. Welê ye ku ew tiştên ji bo jinan wek bênamûsîyê(!) têne binavkirin ji bo mêran wesfekê pesindanê ye.
Divê em vê yekê qebûl bikin, ji bo [têkoşîna li dijî] tûndkariya li jinan tê kirin, newekheviya aborî, hin tişt hene ku divê jin bikin. Erê jin şîrê xwe didin me hez ji me dikin lê dest li hişê me nadin. Şekildana mejiyê me her dem ji bo bavên me hatiye hiştin. Divê ev yek biguhere.
Ma tiştê herî dramatîk heta ku tiştê trajîkomîk ne ew ku hîmên exlaqê wan normên wan pêr pêk tînin?
Ji dema yekyezdaniyê ve xweda û pêxember her bav in. Her çende jin bi awayekê bi hêz bi şertan ve hatine girêdan jî, divê bê guhertin.
Jin di hicreyekê de asê maye dîvarê çepê mêr in, dîwarê rastê dîn in, dîwarê paşiyê exlaq e û dîwarê pêşiyê dîwarek e ku ji hiş û bîra jinan bi xwe pêk tê.
Divê jin dest jê berdin ku bi çav û berçavikên mêran binêrin.
Jin ew kes in ku şîrî didin mêran û her mêrek jî dijminê jinan e. Min çavdêrîyeka baş li vê yekê kiriye. Ev dijminatî her car nabe sebeba kuştinan an jî tûndkariyê. Ez behsa wê yekê dikim ku ji hemî aliyên civakê ve mêr bi çavê kêmdîtinê li jinan dinêrin.
Heke civakekê kêşeya azadî û wekheviya jinan mafê wê yê jiyanê çareser nekiribe em nikarin demokrasîyê jê hêvî bikin.
Li welatekî azadiya xwe-îfadekirinê nebe. Ew welat li dinyayê – ne bi serkeftinên xwe yên ji bo zanist çand û werzîşê bê nasîn- ew welat bi girtina rojnamegeran û sîyasetmedaran herî navdar be. Li wî welatî jin ne azad e û metirsiya bên kuştin ji bo jinan heye.
Divê em çi bikin? Ji bo çareserkirina kêşeyên jinan her çende gava yekem ferkirin û wan jî be, taliya paşiyê ev meseleya desthilatê ye.
Her kes behsa azadiyê dikin lê gelek kêm kes wê ji ser lêvên xwe ba nadin û dadiqurtînin. Azadî wek avê ye nayê qetandin û her roj tê qezenckirin.
Ji bo vê yekê karê jinan zehmettir e. Divê ew herweha li dijî mêran jî li ber xwe bidin. Serkeftina li du çeperan! Çi pevçûneka zor û çi pevçûneka esilzade ye.(ME/APA/MB)
*Ana: Dayik
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses