Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzÎ bitikîne
Min li ser meseleya îtirafkirinê û cihê wê yê di sînemayê de tezeka doktorayê nîvçe hiştiye.
Dema ku ez ji bo tezê dixebitîm min ferq kir ku mêr mêraniya xwe ne bi tenê bi kiriyarên xwe yên rojane lê bi kiriyarên xwe yên berê jî ava dike: Îtirafkirin, lixwemikurhatin, poşmaniya dereng mayî, daxwaza qêrdanê...
Kulliyata îtirafan li ber min bû, ji ya Saint Augustine heta ya Rousseau hemî li ber min bûn. Bêguman gotinên burjuvane yên roja me jî(roman, serhatî, kitêbê xwegihandin û pêşdebirinê) hebûn.
Bêguman kitêbên teorîsyenên wek Michel Foucault, Kojin Karatani, Mark Nişanyan jî li ber min bû wan li ser îtirafkirin, hêz û desthilatê nivîsîye.
Wan diyar kiriye îtirafkirin gelek giring e lê divê me hay jê hebe ka “kengê” îtiraf hatiye kirin û çawa îtirafkirin dikare rêyê ji bo desthilatê xweş bike.
Ji aliyekê ve ketibûm dinyaya bêbinî ya fikran, ji aliyê dî ve min lê dinêrî zimanê îtirafkirinê di sînemayê de çawa ye.
Deng û hêma dihatin hişê min... Ew deng û hêmayên ku piraniya wan mêran çêkirine, piraniya wan mêran nîşan didin...
Bergman, Antonioni, Tarkovski, Ceylan, Demirkubuz, Kaplanoğlu...
Ew mêrên ku bi salan çavê xwe li sûcê xwe girtî xwe digire, digire û paşê hor hor digirîn...
Ew karakterê mêran ê dema diçe ber pencereyê xemgîn dibe. ..
Gelek fîlmên sînemayê yên li ser diyaya hestên mêran... Ew kesên berê xwe didin dinyaya kevin pişta xwe didin dinyaya nû û li ser kaxezan îtirafan dinivîsin...
Paşê min ji xwe pirsî di hemiya fîlmê de ew mêrên ku naaxivin, li derinan dinêrin, keseran tînin, difikirin lê heta paşiya fîlmê tiştekê nabêjin an jî li paşiya fîlmê dibêjin çima wek kesên zana têne nîşandan.(Wekî ku bi tenê wan zaniye jiyan gelek fişş û ne ji ti re ye.)
Gelo sebeba ku mêr ev qasê ji bo îtirafkirinê û li-xwe-mikurhatinê mêldar in çi ye, gelo sebep ew e ku ditirsin kesinên dî nirxandin û şîroveyan li ser wan bikin?
Bi serê xwe watedarkirina jiyanê, vegera li meydana zimanî, nîşandana sînorên xwe û tu nehêlî kesinên dî bê wê meydana te ya kesane, ev hemî çi qasê bi [îtirafê] ve girêdayî ye.
Ez nikarim bibêjim ku demekê dirêj min teqîba van pirsan kiriye. Lê tiştê min li xwe û li mêrên li dora xwe dîdî, em nikarin xwe li hemberî hesta sûcdariyê ragirin.
Dema mijar mêr bin ew dixwazin bi xwe mesûliyetê bistînin. Belkî ji ber ku piraniya mêran şîrove, rexne û nirxandinên ji derve tên dikin sebebeka krîzan.(Dema mêr têne rexnekirin gotinên wek “îtham”, “lînç” û “reşkirin”ê belav dibin. Hişkatiya rexneyan jî piraniya caran naguhere.)
Hesteka xweparastinê ya bi vî rengî heye: Herî zêde ez xwe nas dikim, herî baş ez dikarim xwe dad bikim û hikmî li ser xwe bidim.
Xwe-rexnekirin, îtiraf, diristî, heta ku li-xwe-mikurhatin jî parçeyeka vî zimanî ye.
Li karên hunerî û li jiyana rojane mêr gelek hez dikin behsa xeletiyên xwe yên berê bikin. Lê dema ku bê diyarkirin wan heqaretek kiriye, gotinên zayendperest gotine û divê mesûliyeta wan gotinan li xwe bigirin, ew vê yekê wek heqaret dibînin û dest bi parstina xwe dikin.
Yên li derdorê bi pêşhikmekê dîwarên parastinê çêdikin...
“Ew ne yekê welê ye”, “ew tiştên welê nake”, “ez wî baş nas dikim” hwd...
Hûn ji nişkê ve ji wan kesên li derdorê van gotinan dibihîsin. Dema hûn li dijî gotinên “ew yekê welê ye” bisekinin hûn ê kesên cansîperane li pêşiya xwe bibînin.
Tiştek ji rêzê ye, tevgereka bi vî awayî keyfane nikare kesê bêguneh bike, ti kes di hemiya jiyana xwe de, wek xwe namînin.
Rêxistina mêran ne bi tenê li jiyana civakî, li medyaya civakî, li civatên minaqeşeyê herweha li jiyana taybet jî xwe nîşan dide û ji nû ve hildiberîne.
Mêr dema ku bi hev re dibin dost ew mêldariya wan heye ku mêrê bûyî dostê wan rasterast li aliyê wan e.
Welê tê dîtin ku mêrek nikare di fikreka cida de be. Mesela dema hûn behsa bêwatetiya “ew ne kesek welê ye” bikin hûn ê rûyek matmayî li pêşberê xwe bibînin.
Paşê hûnê bibînin ew matmayîn diçe û ew kes axiftina xwe didomîne.
Rêxistina mêran ne bi tenê li ser gotinan biryarê dide ew herweha wê biryarê jî dide ka kîjan gotin hêjayê guhdarîkirinê ye û kîjan gotin ne hêjayê guhdarîkirinê ye.
Li ser hemî halan re van demên dawiyê pêleka fikirî ya bi navê “rastiya antî-polîtîk” rabûye. Ev yek rewşeka welê çêdike ku xwediyê fikrê guhdariya yên li hemberê xwe nakin û gotinên li hemberê xwe wek tehdîdeka li aliyê xwe/azadiya xwe dibînin.
Ya rastî ez bûme şahidê wê yekê jî li derdorên çand-hunersînemayê hin gotinên nexweş piştî hatîn gotin wek rastîparêziya polîtîk têne nîşandan. Vê yekê jî herî zêde ew mêr dikin ku ditirsin bi awayekê ew jî bêne sûcdarkirin.
Desthilata gotinên nêrane bi vî awayî tê parastin. Rexne wek rastîparêziya polîtîk têne binavkirin û sivikkirin.
Tiştê ez herî zêde bûyîm şahid jî ew e ku piştî tiştek li xweşa hinekan neçû dibêjin “tu polîtîk dinêrî”, “tu alîgir î” bi vî awayî jî mijar tê guhertin. Statûkoya polîtîk bi van pirsan tê parastin...
Tê gotin ku li Tirkiyeyê çanda xwe-rexnekirinê nîne. Ev rast e. Tiştekê ji vê jî xerabtir heye. Wek min li jorê jî got rexne tê bêîtibarkirin, sivikkirin. Rexneyê dikin monolog û rêya dîyalogê digirin. Monologkirin û tinekirina dîyalogê her dem di berjewendiya desthilatan de ye.
Ew ne yekê welê ye... Hevokek e ku diyar dike “ez bi tenê hesabî didim xwe.”
Dema ku mêr ji rexneyan xwe vedidin, ew ji mesûliyetên xwe direve lê ji vê zêdetir naxwaze fantaziya hêmaya xwe ya ji bo xwe biguhere.
Formûla mêran ji bo ji rexneyên vê demê birevin jî ev e: “Bijî dema te têra xwe tecribe kom kirin tu bi xwe dê biryarê bidî.”
Ji ber wê li gor min divê em zêdetir li neynikan nenêrin. Divê zêdetir em li yên dî binêrin. Em li wan kesan binêrin ku li dijî hişmendiya paderşah xwe birêxistine. Tam niho, ne dema wextê wê hat... (FY/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu